Dema te xweş, birayê Berwarto,
Kek Mesûd di vê mijarê de tiştekî ku em jê şerm bikin an jî doza me qels bike bi xwe wek helwesta serokatîya xwe nekiriye. Lê belê tiştên ku ew dikane bike jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku derdorên Kurd (bi taybetî yên Başûr) çiqasî pê re ne. Mixabin di mijara Kerkûkê û helwesta li dijî Tirkîyê de hinek merivên wî jî di nav de pir kêm derdorên sîyasî li pişta xwe dît, gelek caran bi tenê ma, bi qasî ku agahîya min ji pêşveçûnan çêbû wisa bû.
Lê dîsa jî ew di van mijaran de ji bo me vê gavê yekane temînat e, ew ê bi vê kêmasîya piştevanîyê û nebûna helwesteke yekgirtî ya netewî çiqasî û heta kuderê bikanibe li ber xwe bide, ez qethî nizanim; lê bi rastî ez wisa bawer dikim ku heke ne ew bûya Kerkûk ji doh de çûbû û artêşa Tirk nuha Başûr dagir kiribû.
Ma çi? Ma ku Kurd gişt, qet nebe yên Başûr gişt, mijara Kerkûkê eynî wek berê bikin mijara man û nemanê, dîsa bêjin Qudsa me, dîsa bêjin heke em nestînin nifş û qirnên bê wê tûkin ser gorên me û li dora helwesteke xurt û tund a netewî derbarê vê mijarê de kom bibin.
Çima ku dîsa xuya dibe ku di vê mijarê de li pişta me kesek tuneye û xuya ye tercîha DYA û Brîtanya jî ew e ku Kerkûk ne ya kesekî be, da ku kesek xurt nebe. Helwesteke yekgirtî tunebe, em nikanin di vê mijarê de zorê bidin wan ku şûnve gav bavêjin.
Îhtîmal çiqas e? Nikanim bipîvim, lê ne pir kêm hêvî me jî, lewra ez her tim dibêjim ku Kerkûk bo me tiştekî efsûndar e.
A dilê min, anku hisa min? Ji me re nebû yar bila ji tu evdê Xwedê re jî nebe yar, bila her evdekî Xwedê qane bibe ku Kerkûka Kurdan li Kurdistanê venegere, îstiqrar jî ne mumkun e...nîşana vê helwestê dîsa di gotina kek Mesûd de hebû, ’heke xala 140an betal bûbe, Iraq jî betal dibe'. Heke Şîa vê yekê rind fahm bike, dibe ku tiştin bên kirin.
Silab û rêz
Mancel
Nivîs bi Tirkî ye, bila sernivîs jî bi Tirkî bûya ku Tirkîaxêvan