Di derbarê rapora nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê UN-ê yê li Iraqê Staffan de Mistura de ku duhî pêşkêşî serok Talebanî kir,serokê Lijneya têkliyan û karûbarê kulturî ya parlamentoya Kurdistanê Arêz Ebdullah got:“Bawer nakim bibe sedema bicihanîna madeya 140-ê,bi bervajî dibe ku bibe sedema xerakirina naveroka vê madeyê.“
Arêz Ebdullah got:"Herçende heta niha naveroka raporê nehatiye belavkirin lê li gor nûçeyên ku ji derdora Mistura gihîştine,rapor dê arîşeyan qultir bike çimkî di raporê de bi tu awayî rêz li daxwazên xelkê navçeyên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin nehatiye girtin.“
Li ser behskirina Akrêyê di vê raporê de jî Ebdullah got:“ Her wekî hanekan e çimkî Akrê nakokî li ser nîne û li gor destûra Iraqê jî bêyî arîşe, li ser herêma Kurdistanê hatiye hisabkirin û de Mistura jî ji nû ve qala qazayekê dike ku ji sala 1992 ve bêarîşe li ser herêma Kurdistanê ye.wexta ku qala Mendeliyê jî dike gelo de Mistura çawa mafê wê yekê dide xwe ku bê referendum daxwaz û mafên xelk binpê bike û navçeyên wan careke din daxilî Diyaleyê bike.“
Ji bo Mexmûrê jî Ebdulah got:“Gelo herkes nizane ku ji sala 1996-an ve Mexmûr daxilî Musilê bûye ku ne Musil,ne Hewlêr,ne tu kesekî din rêgirî li ber vegera Mexmûrê nake bo ser Hewlêrê.
Ebdulah got:“Yanê qonaxa yekê ya rapora de Mistura ji bilî razîkirina nehezên demokrasî,federalî û bicihanîna madeya 140-ê tu tiştekî din nagehîne û eger ew bi ser keve,bi ya min emê yên din jî ji dest bidin û umîd dikin hersê qonaxên bicihanîna madeya 140-ê bên yekkirin çimkî em di qonaxa yekê ya bicihanîna madeya 140-ê de bi ser neketin.“
Arêz Ebdullah:Rapora Staffan de Mistura dê arîşeyan qultir bike