Sazîbûnên Di Jiyana Raman û Wêjeyê De | Îsmaîl Beşîkcî
Di salên dawîn de, di civata kurdan de sazîbûnên mezin pêk tên. Di jiyana ramanê de, di qada lêkolînan de, di hunerê de, di wêjeyê de, di sporê de, di kêşeya jinê de, di jiyana ekonomîk de, di jiyana karsazî de, di şîrovekirina dînî de… li her qadê şopandina vê sazîbûnê, nûbûnê pêkan e. Ez dê hewl bidim ku di vê nivîsa xwe de balê bikişînim ser hin sazîbûn û nûbûnan.
Kurdish Studies Network(Tora Xebatên Kurdî)
Di salên dawî de, Kurdistan û zîmanê kurdî pir zêde balê dikêşin ser xwe. Ev eleqeya ha roj bi roj zêde dibe. Kesên ku bala wan li ser kêşeya kurd û Kurdistanê ye, ne tenê kurd in, lêkolînerên DYAyî, Alman, Fransa, Îtalyan, Îngilîz, Spanyol, Rûs, Japonî… jî êdî eleqedar in. Bêguman, lêkolînerên tirk jî. Lêkolînerên ji welatên Skandinav, ji Swêd, Norveç, Fînlandiya, Danîmarkayê li ser van kêşeyan di salên pêş de dest bi xebatê kiribûn.
Kürdish Studies Network(Tora Xebatên Kurdî) sazîyek e ku hemû van lêkolîneran digihîne hev. Ev saziya ku Welat Zeydanlioglu 3-4 sal e bi serkeftinî birêve dibe, hemû lêkolîneran bi hev dide nasîn. Her kes bi rêya Kurdish Studies Networkê mijara xebata xwe digihîne lêkolînerên eleqedar. Lêkolîner, di dema lêkolîna xwe de, mijarên xebata xwe, pirtûk û nivîsên jê re pêwîstin radigihîne. Lêkolînerên pispor alîkariya wî/wê dikin. Pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Kesên dî jî beşdarên gengeşeyê dibin. Qadeke Dînamîk a gengeşeyê pêk tê. Bi vî awayî, li çar aliyê dinyayê, eleqedarên kêşeya kurd û Kurdistanê, alîkariya hev dikin.
Kurdish Studies Network, panel, konferans, sempozyum û civînên li ser kurd, Kurdistan û kurdî yên li cihekî dinyayê hebin radigihîne. Beşdariya eleqedaran pêk tîne. Di derbarê civînan de ji endamên xwe re agahî dişîne.
Kurdish Studies Networka Welat Zeydanlioglu di qada raman û lêkolînan de sazîbûneke pir girîng e. Fonksiyona vê sazîbûnê di yekbûna civakî ya kurdan de pir girîng e.
Wêje û Rexne
Kovara Wêje û Rexneyê, kovareke wêjeyî û rexneyî ya çar mehî ye. Di Çileyê 2014an de, dest bi weşanê kir. Hejmara pêşîn a Çile-Sibat-Adar-Nîsanê ye. Kovara “Wêje û Rexne”yê kovareke wêjeyî, rexneyî ya bi sê zaravan e. Navenda wê Diyarbekir e. Kovar, li Stenbolê çap dibe, li hemû cîhanê belav dibe, bêtir li çar parçeyê Kurdistanê. Di rêveberiya kovarê de, bi piştgiriya Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê Ahmed Kanî û Dawid Yeşîlmen cih digirin. Di berga kovarê de, xebatek grafîkî a hunermed û wênesazê kurd Serhad Bapîr, cih girtiye.
Kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê ya ku di salên 1920an de pêk hat, dabeşkirina sêyemîn e. Li virê, divê lewaziya ku kurd dijîn bê tesbîtkirin. Hêzên dijmin bi rêya vê lewaziya wan, wan dabeşdikin, parçedikin, parvedikin û li gor berjewendiyên xwe bi rê ve dibin. Di vê pêvajoyê de, kurd û Kurdistan ne tenê di nava dewletan de hatine parçekirin, ew bi xwe di nava xwe de jî hûr hûr bûne. Êl û malbat dabeş bûne, birayên di malbatekî de jî dabeş bûne. Ji vê hêlê de, yekîtîya civakî, di civaka kurdan de, kêşeyeke pir girîng e. Bê pêkhatina yekîtiya civakî, civateke ku bo xwe dijî û serbixwe ye dikare bê avakirin?
Yekîtiya civakî çawa pêk tê? Pêşketina wêjeya kurdî, dê di pêkhatina yekîtiya civakî de roleke girîng bilîze. Roman, çîrok, helbest, berhemên şanoyê… yên ku bi kurdî hatine nivîsîn, dê di pêkhatina yekîtiya civakî de xwedî fonksiyoneke girîng bin.
Wergera berhemên girîng yên wêjeya cîhanê jî bo kurdî, di pêkhatina yekîtiya civakî de girîng e. Wergera berhemên nivîskarên wek Tolstoy, Dostoyevski, Balzac, Stendhal, Dickens, Goethe, Zola, Cervantes jî bo kurdî, dê dewlemendî bîne. Ji vê hêlê da, keda Weşanxaneya Lîsê ya di vê pêvajoyê de mezin e. Wek vê, wergera berhemên helbestvan û nivîskarên wek Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Helîm Yusiv… bo zimanê biyanî û tirkî jî divê bibe. Bêguman nivîsandina romanan bi kurdî ya Mehmet Uzunî pir bi rûmet bû. Lê di demeke kurt de wergera van romanan bo tirkî tiştekî rast nebû. Îro gelek weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin hene. Kedeke pir girîn ya wan di pêşketina wêjeya kurdî de heye. Kovara Nûbiharê ya ku bi rêveberiya Süleyman Çevik derdikeve pir bi rûmet e. Kovara Nûbiharê, Weşanên Nûbiharê yên ku 21 sal e bênavber weşanên xwe didomînin piştgiriyek pir mezin bo wêjeya kurdî dikin. Hemû kovar bi kurdî ye. Bi giranî weşanên wê jî bi kurdî ne.
Weşanxaneya Vateyê jî bi weşana kovar û kitêbên xwe xizmeta zimanê kurdî dike.
Weşanxaneya Roşnayê ya ku di bin rêveberiya Roşan Lezgîn de ye, di pêşketina zaravayê kirdkî de xwedî roleke pir mezin e. Rojnameya Newepelê ya ku 15 rojan carek dertê, Kovara Şewçila ya sê mehî ji vê hêlê ve girîng e. Heta roja me Newepel60 hejmar, Şewçila 11 hejmar derketine.
Kovara Nûdemê û Weşanên Nûdem yên ku bi rêberiya Firat Cewerî derketine bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî pir xizmet kirine. Kovara Nûdemê ya ku di sala 1992yan de dest bi weşanê kir, bi awakî rêkûpêk 10 salan weşana xwe domand. Weşanên Nûdemê jî wisa…
Weşanxaneya Avestayê ya ku di bin rêveberiya Abdullah Keskin de ye jî weşanxaneyek e ku divê bi baldarî bê şopandin. Çi di wêjeya klasik, çi di ya moderin a kurd de be hemû pirtûkên hêja diweşîne.
Wêjeya kurd, dewlemendî û pêşketina zimanê kurdî bi xwe re tîne. Yên ku dê yekîtiya civakî bi xwe re bînin pêşketinên di ziman û wêjeya kurdî de ne.
Kovara Zendê ya ku ji hêla Enstîtuya Kurd a Stenbolê ve tê weşandin, Kovara Wyê ya ku ji hêla Enstîtuya Kurd a Diyarbekirê ve tê weşandin kovarên balkêş in. Tîroja ku bi tirkî û kurdî tê weşandin jî girîng e.
Dema weşanxaneyên bi kurdî weşan dikin bêne gotin, divê weşanxaneyên wek Weşanên Ronahî,Weşanxaneya Berbang, Weşanên DO, Weşanên Peywend, Weşanên Deng, Weşanên Belkî jî bêne jimartin. Çirûsk kovarek e ku ji aliyê Weşanên Belkî ve tê derxistin.Weşanên Dengê di 1977an de dest bi weşana Roja Welat kiribû. Di wan serdeman de, Roja Welat, Dengê Azadî weşanên girîng bûn. Azadiya Welat di navbera 1994-2006an de hefteyî derdiket. Piştî 2006an dest bi rojane derketinê kir. Bêguman berdewamiya rojnameya rojane pir bi rûmet e.
Antolojî, di pêşketina wêjeya kurdî de xwedî cihek girîng in. Antolojiya Edebiyata Kurdî ya ku Mihemed Uzun bi kurdî nivîsiye (1995), Antolojiya Helberstên Kurdî ya Selim Temo (2007), Antolojiya Çîrokên Kurdî ya Firat Cewerî (2003) girîng in. Ev hemû di pêşketina zimanê kurdî de xwedî fonksiyonek pir girîng in.
Bêguman di pêşketina zimên de ferheng pir girîng in. Ferhengên Zana Farqinî, yên bi tirkî-kurdî û kurdî-tirkî ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine weşandin bi rûmet in. Ferhenga D. Îzolî ya bi tirkî-kurdî û kurdî-tirkî jî wisa ye.
Ferhenga Navên Nebatan A Kurdî ya Ehmedê Dirihî ku ji aliyê Unîversîteya Artukluyê ve hatibû weşandin, ji hêla nişandana dewlemendiya zimanê kurdî ve pir girîng e.
Dibe ku weşanxane û kovarên bi kurdî weşanê dikin jî hatibin jibîrkirin. Ez di wê ferqê de me ku divê ev lîste bê temamkirin.
Kurd û Îslam, Şîroveyên Nû li Ser Dîn
Geşedaneke girîng ya ku di salên dawî de rûdaye jî bi şîroveya dîn ya aliyê kurdan ve girêdayîye. Ji vê hêlê ve nivîsa Îbrahîm Sediyanî ya ku di 3yê Sibata 2014an de di rojnameya Tarafê de hat weşandin, nivîseke balkêş e. Nivîs, bi sernivîsa “Dînê Diyanetê ji Diyanetê re, Dînê kurdan ji Kurdan re” derket. Nivîskar, ji ber ku di Ansîklopediya Îslamê ya Serokatiya Karên Diyanetê de bo kurdan cih nehatiye veqetîn rexne dike. Tê gotin “Tunebûna bendekî li ser kurdan di Ansîklopediya Îslamiya 44 bergî de, tê maneya tunehesibandina kurd, kurdî û Kurdistanê.” Di nivîsê de tê gotin: “Diyaneta ku kurdan, kurdî, Kurdistanê tune bihesibîne, nikare Îslamê fêrî kurdan bike. Di vê rewşê de kurd jî dê Îslama Kurdî biafirînin.” Eger bendekî li ser kurdan hebûya, dê di bergê 26.ê ansîklopedîyê de cih bigirta. Di Ansîklopediya Îslamiya ku di 1950yan de, ji aliyê Wezareta Millî ya Perwerdeyê ve hatibû weşandin de, bendeke fireh ya kurdan ku ji aliyê Vladimir Minorsky ve hatibû nivîsandin hebû. Rêveberiya 12ê Îlonê ya ku kurd, kurdî û Kurdistanê înkar dikir, ji vê hêlê ve di kitêbxaneyên dewletê de operasyonek kiribû. Benda li ser kurdan di bergê 6.ê de cih digirt. Bergê şeşem hatibû vekirin, beşa li ser kurdan hatibû derxistin, bergê ku hatibû vekirin ji nû ve hatibû bergkirin. Ansîklopediya Îslamiya ku ji aliyê Wezareta Miliya Perwerdeyê ve hatibû weşandin, ansîklopediyek wergerî bû. Di buroya wergerê de rewşenbîrên wek Adnan Adivar, Nusret Hizir dixebitîn. Wê demê ev bend ji formekî zêdetir cih digirt. Ev helwesta înkarker ya rêveberiya 12ê Îlonê îro jî Serokatiya Karên Diyanetê bi heman awayî didomîne.
Kadir Amaç jî, di nivîsa xwe ya bi navê “Desthilatdarî bêqeyd û şert ya neteweya Kurdistanê ye.” (www.kurdistan.post.eu, 4ê Sibata 2014an)de tiştên wisa tîne zimên. Nivîskar Kadir Amaç dibêje “Ez gotina şehadeta ‘la îlahe îllellah’ a kesên ku self determînasyona gelê kurd li ser axa wî qebûl nake, biqusûr û bikêşe dibînim.” Nivîskar dibêje “Mafê gelê kurd heye ku li ser axa xwe desthilatdar be.” Li virê divê behsa nivîsa H. Ahmet Turhalli jî bête kirin “Îslama ‘Esra Se’adetê û di Îslamê de Desthilatdarî (www.kurdistan.post.eu 3yê Sibata 2014an) Nivîskar di dawiya nivîsa xwe de wiha dinivîse: “Dînê mezlûman nayê pirsîn. Dînê zaliman jî nîne. Bi sed salan e kurd têne kuştin, ji axa xwe têne avêtin, dibin îşkenceyan de têne hiştin, keda wan û axa wan tê talankirin. Destdirêjiya namûsa wan tê kirin. Zimanê wan, dînê wan têne qedexekirin. Ji ber vê ye şerê kurdan yê li hember zaliman meşrû ye. Qur’anê, him ji şerkirina li hember zilmê re destûr daye him jî fermankiriye.”
Tirk, ‘ereb û Farisan, Îslam her dem li gor berjewendiyên xwe yên milî bikar anîye. Kurd jî bo geşedana Îslamê di nava hewldanê de bûne. Wek mînak li Başûrê Asiyayê, li Rojhilata Dûr di geşedana Îslamê de roleke mezin ya Terîqa Neqşîbendiyan û bazirganên kurd heye. Rêvebrên tirk, ‘ereb û Farisan vê helwesta kurdan îstîsmar kirine. Dewletên ku îro li kurdan zilim dikin, mafên bingehîn û azadiya kurdan xesib dikin, li hember kurdan terora dewletê bilind dikin, jenisîdê dikin hemû jî dewletên Misilman in.
Divê jenosîda Helepçeyê qet neyê jibîrkirin. Di 16ê Adara 1988an de, dema ku li Helepçeyê jenosîd hat kirin, Konferansa Îslamê li Kuweytê di civînê de bû. Wê demê hejmara endamên Konferansa Îslamê 53 bû. Tirkiyeyê Serokomar Kenan Evren temsîl dikir. Lê di Konferansa Îslamê de ji ber vê jenosîdê, li hember rejîma Saddam Husên rexneyek piçûçik, şermezarkirin û hwd. tiştek çênebû. Li hember vê jenosîdê li dinyayê jî bertekek rûneda. Ev bi zelalî nîşan dide ku nîzama navnetewî û nîzama Îslamê çi qasî antî-kurd e. Têgihîştina nîzamên antî-kurd, bandoreke erênî li ser kurdan bo pêşketina tevgera neteweperwer dike.
Wergêr: Ahmed KANÎ