بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

ROJNAMA KURDÎ YA HERE JÎYANDIRÊJ--

Gava peyv tê ser rojnamegerîya kurdî, nizanim çima berî giþka kovara \"Hewar\", rojnamên \"Kurdistan\" û \"Rya teze\" têne ber çavên min. Her yek ji wan serdestîke wan heye û rola wan di pêþketina rojnamevanîya kurdî da pir e. Lê ew nayê wê manê, ku kovar û rojnamên mayîn, xwesma yên bi zaravê soranî û dimilî, ji wan kêmtir in, an jî ber wan daduxin. Na! Haya min gelek li ser wan tune.

Û ji wana jî \"Rya teze\" ber dilê min diha ezîz e: 1) ji ber ku ew rojnama kurdî ya here jîyandirêj e li cihanê. 2) dengê kurdên Sovyetistanê bû (hetanî sala 1992) û niha jî dengê kurdên Ermenîstanê ye, yên ji welatê kal-bava dûr. 3) ew bi tevayî 50 salan zêdetir ji alîyê dewletê, bi fermî ronahî didît (niha jî - serbixwe ye), ango resmî bû û organa Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê, parlamênt û hukumeta komarê bû. Yek ji çar rojnamên sereke bû li komarê. 4) ez 17 sala rêdaksyona wê da xebitîme...

\"Rya teze\" ji sala 1930î, 1ê nîsanê da ronahî dibîne. Ew bi tîpên latînî bû, yên ku Erebê Þemo tevî Îsahak Morogûlov çê kiribûn. Lê çi mixabin, ku sala 1937a bi biryara Stalîn weþandina wê hate sekinandinê... hetanî sala 1955a. Wî çaxî Harûtyûn Mkirtçyanê ermenî, paþê jî Cerdoyê Gêncoyî kurd berpirsyarîya wê kiribûn. Ji roja ronahîdîtina hejmara wê ya pêþin 72 sal derbaz bûne, lê jîyandirêjîya wê 54 sal e.

Piþtî mirina \"bavê mileta\" (Stalîn ra digotin) sala 1955a \"Rya teze\" dîsa hate weþandinê, lê vê carê bi tîpên kîrîlî. Ew tîp Hecîyê Cindî yê nemir çê kiribûn. Berpirsyarê wê ji wê salê hetanî Perestroykayê, ango 34 salan, Mîroyê Esed bû. Ew ji hemû berpirsyarên rojname û kovarên Sovyetistana berê wek berpirsyar dirêjtir xebitî. Belkî hêja ye, ku navê wî bikeve nava \"Pirtûka Gînnes ya rekora\" jî, lê ne bi welatparêzîya xwe. Dereca nivîsarên rojnamê pir bilind bû, lê kurdîtîya wê nimiztir bû.

Çiqasî jî sîstêma sosyalîst \"perda hesinî\" çê kiribû û me nikaribû rojnama xwe da derd û kul, daxaz û armanc, hisret û hêvîyên xwe wek me dixwest raxin ber çavan (hinek ronakbîrên me yên tirsonek jî ser wê \"perda hesinî\" yeke din ji \"polayê\" çê kiribûn), alîkî va jî Stalîn miribû , lê Stalînîzm jîndar bû, hela kokbir ne bûbû, lê dîsa jî \"Riya Teze\" dengê kurdên Ermenîstanê, serbilindîya me bû. Qîmetê rojnama me yê herî bilind ew bû, ku carna jimara aboneyên me salê da digihîþte 5 hezar kesan. Ew jî wî çaxî, ku li Yêrêvanê 8 hezar kurd diman, lê li Ermenîstanê bi tevayî - weke 60 hezara. Û nav û dengê rojnama me ewqasî bilind bû, ku navê wê kataloga Sovyetistanê û ya navneteweyî da jî hebû. Ji ber wê jî aboneyên me ji komarên Sovyetistana berê û Awropayê jî hebûn. Û rojname bû bingeh, ku helbestvan, nivîskar, ulimdarên kurd peyda bin, gel bi kurdîtî mezin be û pêþ va here.

Rast e, \"Rya teze\" ya hukumetê bû, sîyaseta wê û Sovyetê dimeþand, carna jî digotin, ku ew ne ya kurda ye, lê rojnama Ermenîstanê ye bi zimanê kurdî, dîsa jî herdem ji çar rûpelan bi kêmanî yek bin destê me da bû. Û me ew rûpel çiqas baþ bi kar banîya - dîrok, çande, edebîyat û zimanê me jî wê ewqas baþ pêþ da biçûya. Û rojnama me hevtê du cara derdiket, ango mehê 8-10 rûpel kurdeyatî ne hindik bû. Lê wek gelek cîya û gelek cara, bal me jî kurdîtî ne herdem ser her tiþtî ra bû.

Di hêlekê va jî, welatên ku Kurdistan nav xwe da parevekirine, guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, bona nehêlin kurd ji çarçova tixûbên wan der jî, li welatekî mayîn, heqê xwe bistînin - ziman, çande û edebîyata xwe pêþda bibin. Ji ber wê jî karên radyo ya me, rojnama \"Riya Teze\", beþên kurdzanîyê bûbûne kelemên çavên dijminan û neyaran, xwesma yên tirkan. Û pêþketina me ji xwe ra tehlûke didîtin.

Dewleta Tirkîyê gelek cara bi rêyên dîplomatîk hewl daye ku ev ocaxên kurda bêne berbendkirinê. Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê Neymark di nama xwe ya ji bo wezareta karên der va ya Sovyet ra þandî da (05.04.1935) ev xet jî nivîsîne: \"Mercîyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet serokatîya rojnama \"Riya Teze\" dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin\" (Kovara Çira, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11). Rûpela 12-a ya wê kovarê da tê gotinê, ku Neymark nameke xwe ya mayîn da (09.05.1935), ku ji serokê qismê 1-ê yê wezareta karên der va yê Sovyetistanê ra þandîye, awa nivîsîye: \"Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama \"Riya Teze\" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îþareta dijminatîyê ye\". ([•]Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê bû, ku bajarê Ermenîstanê yê duda ye).

Tirkîye bin perda ku wê pêwandîyên dîplomatîk tevî Sovyetistanê bibire an serttir bike, bi destî þerletanîya û zorlêkirina gelek cara Sovyetê mecbûr kirîye, ku mafên ku dane kurda hilînin. Û wê derecê da gihîþtîye hinek destanîna. Mesele, hukumeta Sovyetistanê biryarên nuh qebûl kir bona kêmkirina wan mafa. Ji sala 1935-a name û nivîsên merkeza kurdzanîyê yên bi der va ra dihatine kontrolkirinê. Ji rojnama \"Riya Teze\" ra îdî bi resmî qedexe bû pirsên kurdên der va ra mijûl bibe, rêkirina rojnamê û pirtûkên dersan û yên edebî ji welêt der hate berbendkirinê. Bênamûsî û bêþerefîya vî awahî dikare tenê hinkûfî Tirkîyê be, ku li bal me bi heqî navê Roma Reþ lê kirine.

Tevî van dijwarîyan û xêrnexwezîyan, bi tevayî em dikarin bêjin, ku me ji bo gelê xwe arþîveke dewlemend, kêrhatî hîþtîye. Dimîne, ku lêkolîner û ronakbîrên kurda yên mayîn kurdewarîya wê rojnamê bikine hebûna kurd û Kurdistanê.

10ê mijdarê (oktobir) sala 1997a li Stockholmê Pirtûkxana kurdî bi heytehol hate vekirinê. Ez firsenda nivîsara vê gotarê bi kar tînim û ji navê kurdên Sovyetistana berê wê bi dil û can pîroz dikim. Bi bawerîya min, eger serokatîya wê hemû komplêktên \"Rya teze\" ji rêdaksyona wê bikire (ji sala 1955a vir da 42 cild hene, her yekê da 100î zêdetir hejmar), ew ê him kêmanîya xwe ya weþana kurdî dagire, him jî rojnama kurdî ya here jîyandirêj wê jîyana xwe hîn baþtir berdewam bike, ji ber ku eva çend sal e dewlet alîkarîyê nadê û ew mehê carekê-duda ronahî dibîne. Ew jî bi piranî bi alîkarîya gel. Û eger rojekê ji rojan \"Rya teze\" hate girtin, ewê þermeke mezin be ji bo me û derbeke giran be ji bo dîroka rojnamegerîya me. Wê demê îdî hewar-gazî bê feyde dibe, berga tiþtekî nagire.

Ji bo agaha we zêde li ser \"Rya teze\" hebe, ez dixwazim we bidime hesandinê, ku bilî komplêktên wê, arþîva navbendî ya komara Ermenîstanê da hemû nivîsarên ji bo rojnamê hatine þandin (yên çapkirî jî, yên çapnekirî jî) têne parastinê. Gelo destxetên Erebê Þemo, Ebdula Goran, Hecîyê Cindî, ‹smet Þerîf Wanlî, Qanatê Kurdo, Hejar, Çerkezê Xudo, Margarîta Rûdênkoyê, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî, Wezîrê Nadirî, Reþîd Kurd, Nadoyê Xudo û gelekên mayîn, bi seda name û wêneyên welatparêzên ji Kurdistanê û ji cîyên mayîn îro ji bo me ne tiberk û niviþt in? Ew matêryal xezîneke giranbuha ne ji bo kurdzana û hemû welatparêza.

Gava kovara kurdî ya delal \"Hawar\" destbi weþana xwe dike, çend hejmarên \"Riya Teze\" û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji wan ra tê þandin. Kovar hejmara xwe ya 8-a da (sala 1932-a) nivîsa Celadet Bedirxan (bi nasnavê Herekol Azîzan) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

\"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di þiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paþîyê çend hejmarên wê gehiþtine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me þa û geþ bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de þal-û-þapikê kurdmancî, xencer û piþtxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paþin ko gehiþtiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye\".

Wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê þandî du helbest weþandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: \"Ji bona îro me hevqas got, pêþdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweþ û dawîyeke geþ hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin\".

Rast e, \"Hawar\"-ê bas ne kiriye (û rast jî kirîye), ku kê ew hejmarên \"Riya Teze\" û pirtûkên kurdî ji Yêrêvanê ji wan ra þandine, lê em zanin ku ew Hecîyê Cindîyê nemir bûye û bona wê yekê dewletê ew girt, kire hebsê. Rast salekê ew zindana Stalînîyê da ma, lê kubar bû, ku bona wî karî li wir maye.

Bira haya we pê hebe, ku 50 salî zêdetir 10-12 xebatkarên rêdaksyona rojnamê her ro 8 seheta ser amadekirina her hejmareke wê kar kirine û bilî wê jî bi dehan nûçegîhan, nivîskar û zanyar bi nivîsarên xwe pêra hatibûn girêdan. Yek ji wan - Egîtê Sinco eva 43 sal e, ku rojnamê ra dinivîse. Û bi çi dijwarîyên nedîtî! Bi têknîka kevintirîn, her xeteke wê ser gulla qirqeþûnê rêz dibû, dikete sitûnê, dibû rûpel û paþê jî hejmar. ‹car emê çawa bextê xwe biþewitînin, heyra wî karî û wan camêra nîbin? Û ji bo karê baþ sala 1980î, roja 50-salîya ronahîdîtina hejmara xwe ya pêþin da, rojname ji alîyê hukumeta Sovyetistanê da bi xelata \"Nîþana hurmetê\" va hate xelatkirinê. Piranîya xebatkarên wê, yên berê û niha, endamên Yekîtîya Rojnamevanên Ermenîstanê ne, lê yek ji wan endamê Yekîtîya Rojnamevanên Moskowa ye.

Gava me berî çend salan 100salîya rojnamegerîya kurdî bi heytehol da kivþê, min heyfa xwe pê anî, ku xebat û cêribandina \"Riya Teze\" ji alîyê hema bêje hemû rojname û kovarên kurdî, yên piþtî wê derketî, ne hatine bikaranînê. Bêy ku haya wan ji hev hebe, hatine weþandinê. Sebebên wê hene jî (wek, bi alfebayên cihê-cihê ronahî didîtin, sînorên Sovyetistanê ji bo her kesî vekirî nî bû), lê, wek kurdî dibêjin, yê ku dixweze - çare dibîne, yê ku naxweze - manîya dibîne. Ew hevrakarkirin, danûsitandin û hajhevhebûn wê dereca rojnamevanîya kurdî hîn bilindtir bikirana. Lê niha ew problêm hatîye hildanê û kêmanîya berê dikare bi xebatên kêrhatî va bê tijekirinê. Xwesma, ku îro him sînor vekirîne, him jî arþîv.

Îro di rêdaksyona \"Rya teze\" da sê kes kar dikin: berpirsyar Emerîkê Serdar, cîgir Grîþayê Memê û nûçagîhanê giþtî Rizganê Cango. Mêranîya ew dikin (bi meaþekî biçûk) hêjayî qîmetê bilind e.

Bilî navên jorgotî, îro em bi hurmetgirtin navê wan kesan bi bîr tînin, yên ku salên cihê-cihê li wir kar kirine: Qaçaxê Mirad, Þekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleþ, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeþeng, Pirîskê Mihoyî, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Þerefê Eþir, Egîtê Abasî, Paþayê Erfût, Letîfê Emer, Gayanê Hovhannîsyan û ez.

Malî ava ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ji Borîs û Mêlsîkê Mehmed û yên mayîn ra, ku sponsorîya rojnamê demeke dirêj hildane ser xwe û alîkarî kirin.

Bilî \"Rya teze\" li Sovyetistana berê ev rojname û kovar jî derketine: rojnamên \"Sovêtskîy Kûrdîstan\" (\"Kurdistana Sovyet\") li Azirbêcanê (salên 1923-1961) bi azerî, \"Ronahî\" li Gurcistanê (salên 1992-1994) bi gurcî, \"Golos kûrda\" (\"Dengê kurda\") li Moskow (salên 1990-1994) bi rûsî, \"Botan\" li Ermenîstanê (salên 1992-1997) bi ermenî û kovara \"Kurd\" li Qazaxistanê (1990-1993) bi kurdî. Her yek ji wana di hêla hiþyarkirina gel, pêþketina çand û edebîyata me da rolak lîst, lê dereca mayîna nava dîroka rojnamegerîya kurdî da rêçeke dîyar ne hîþtin.

Min vê gotarê da herwaha behsa çend rojname û kovarên kurdî yên mayîn jî kir, ku piþtî Perestroykayê li çend komarên Sovyetistana berê da ronahî dîtine. Lê hinekên din jî ronahî dîtine û hetanî niha jî ronahî dibînin. Wek kovarên \"Kurdîstan Raport\" û \"Drûjba\" bi rûsî û rojnama \"Axîna Welat\" bi kurdî û rûsî. Ev hersê jî li Moskow, ji alîyê PKK ronahî dibînin. Ew jî têma gotareke din e.

Em dîsa bêne ser \"Rya teze\".

Rêdaksyona rojnamê piþtî rûxandina Sovyetistanê gelek dijwarî derbaz kirin. Dewletê û hukumetê dixwast ew bê dadanê, komela yêzîdîyan bi helandayîna serokatîya komarê bi çend pîsikên xwe va gelek cara êrîþ anîne ser me, rojname 7 meha derneket û me hîç meaþ ne sitend, lê em her ro dihatin ser kar û me ber xwe da, ne hîþt, ku ecêb bê serê wê.

Lema jî, gelî xwendevana, deynê her welatparêzekî ye piþtgirîya rojnamê bike-bi nivîsara, bi têlêfonê, bi nama, heta bi pera jî. Ecêba ser ecêbê jî ew e, ku hetanî niha jî Fax û kompyûtêrên rêdaksyonê tunene.

Navnîþan û têlêfon ev in:

ARMENIA, YEREVAN-375023

Arshakunyas 2, etaj XÎÎ

\"Rya teze\"

Têlêfon: (3742) 52.96.12
56.03.21

[email protected]

Em bi tevayî nehêlin ronaya bi deha sala vemire!

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.