Referandûm bi dawî bû: Ji sedî 58 ‘erê’
Hewlêr, 12 Îlon (AKnews) – Li Tirkiyeyê sindoqên degdanê yên referandûma guherîna destûra bingehîn hatin vekirin. Paketa guherînê bi rêjeya ji sedî 58 dengê “erê” hate pejirandin.
Referandûm guherîna destûra bingehîn, îro bidawî hat. Asta beşdarbûnê di referandûmê de ji sedî 77 bû.
Li gor encamêm dawî yên referandûmê, dengên “erê” ji sedî 58 û dengên “na” jî ji sedî 42 bûn.
Li gor nûçeya NTVê, piraniya dengên “na” ji herêmên Ege û Behra sipî hatin bi karanîn. Kampanya boykotê ya BDPê jî zêdetir ji aliyê gelê Rojhilat û Başûrêrojhilat ve hate piştgirî kirin.
Li 60 parêzgeh û navçeyan, asta dengên “erê” di rêza yekem de bû.
Bi diyar bûna encamên dawî yên referandûmê, partiyên opozîsyonê nerihet bûn û alîgirên AKPê jî kefxweşiya xwe nîşandan.
sm AKnews
http://www.aknews.com/ki/aknews/4/180789/
Encamên hemu Heremên Tirkîyê û Kurdistana Bakur: