بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ragihandina KRG di derbareyî daxuyanîya rêxistana Goran de

PNA – Di bareya daxuyanîya evê dawî de ya Bizava Gorran a ku daxwaza hilweşandina parliyament û hukûmeta herêma kurdistanê kirbû, ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi hêz û alîyên siyasî re belav bû. Ev jî teksta wê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi serokatîya parliyamentê û hukûmetê re û bi hêz û alîyên siyasî re, ya di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de
Evroj yekşembê 30/01/2011 bi serperiştîya serokê herêma kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û bi amadebûna serokê parliyamenta herêma kurdistanê, serokê hukûmeta herêma kurdistanê, serdar û sekreter û nûnerên hemû hêzên siyasîyên herêma kurdistanê, kombûnek di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de hat sazdan.
Di evê kombûnê de rêkevtin li ser evan xalan pêk hat:
1- Em partî û alîyên siyasî dubare dikin, ku her pîkolek ji bo sazkarîyê û guherînê, divê di çarçêweyê proses û rewayîya (şer`iyyeta) siyasî û qanûnî de bin û ev dam û dezgehana jî bihên paraztin, evên ku ji encama hilbijartinan û vêna (îradeya) dengderên kurdistanê ne. Em ji her alîyekî jî qebûl nakin, ku ew bibe egerê (sebebê) xerabkirina rewşa asayiş, hêminî û jîyana bi hev re ya aştîxwazane ya navbera hêz û alîyên siyasî û hemû pêkhatên gelê kurdistanê.
2- Em dupat dikin, ku pirsên neteweyî, niştimanî û kar û têkoşîna hevpişk giring in, da ku destkevtên neteweyî û pirsên çarenivîssaz bihên paraztin û da ku erk û armancên niştimanî jî pêk bihên.
3- Em dupat dikin, ku pirsên siyasî û neteweyî giring in û em hebûna opozisiyona qanûnî, aştîxwazane û parliyamentarî jî giring dibînin û em evê yekê, dîyarokeka pozetîva evê qonaxa herêma kurdistanê dibînin.
4- Hebûna kêmanîyan, arêşe û gendelîyê pirseka reyalistîk e û li herêma kurdistanê hene û em daxwazê dikin, ku hukûmet û opozisiyon, civaka sivîl û hemû hêzên heyî, heryek ji alîyê xwe ve beşdarîyê di pêşvebirina pêvajoya sazkarîyê de bike û kêmanîyan kêm bike, astê jîyana hevwelatîyên herêma kurdistanê baştir bike û ezmona hukumdarîyê û demokrasîyê li pêştir bixe.
Di dawî de, em daxwazê ji hemû hevwelatîyan û hêz û alîyên siyasî û niştimanperwerên herêma xwe dikin, ku ew parêzgarîyê li giyanê biratîyê û jîyana bi hev re ya navbera xwe bikin û hoşyarîya qanûnî û exlaqîya xwe biparêzin.
Herweha, em hevwelatîyan û çavdêr û alîyên peywendîdar jî dilhêsayî dikin, ku dê rewşa siyasî û asayişa herêma kurdistanê aram û cihgîr be.
- Partîya Demokrata Kurdistanê
- Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê
- Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê
- Komela Islamîya Kurdistanê
- Partîya Komonîsta Kurdistanê
- Partîya SosiyalDemokrata Kurdistanê
- Bizava Islamîya Kurdistanê
- Yekîtîya Neteweyîya Demokrata Kurdistanê
- Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê
- Bizava Demokratîka Turkmanî
- Partîya Karkir û Rencderên Kurdistanê
- Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê
- Bizava Sazkarîyê ya Turkmanî
- Lîsta Hewlêrê ya Turkmanî
- Encûmena Millî ya Kildanî-Siryanî-Aşûrî
- Partîya BêtNehrên a Demokratîk
- Bizava Demokratîka Aşûrî
- Nûnerê Armenîyan ê li Parliyamenta Herêma Kurdistanê

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.