Li Kurdistanê mij û duman e
Ev çend rojin, li Kurdistanê, Êraqê û li dereweyî welêt di derheqa destura daîmî a Êraqê de gellek genge?e tên kirin..
Hêzên serekî ên Kurdistanê û Parlemana Kurdistanê li ser vê desturê biryara xwe da û niha sîyasetmedarên Kurdistanê bangî gelê Kurdistanê dikin di rapirsîyê de dengê xwe ê erênî ji bo desturê bidin...
Gellek rew?enbîr û siyasetmedarên Kurd jî bi e?kere bangî Kurdistanîyan dikin û dibêjin dengê xwe medin ve desturê... Ji ber ku, dengdan ji bo vê desturê waz ji desthilatê Kurdistanê ye, waz ji mafê çare nivîsa gelê Kurdistanê ye û waz ji Pe?merge û Kerkûkê ye...
Gelê Kurdistanê bêdeng e.. Kurdistanîyan vê carê cejn nekir.. derneketin li ser ?eqamên Kurdistanê û behsa serketinê nekirin..
Serokê Kurdistanê Kek Mesud dibêje: “hemû daxwazên gelê Kurd di destûrê de cihbicih nebûn.. Lê ev destura destkefteke dîrokî ye”...
Serokê Iraqê Mam Celal dibêje: ‘destur j? ezman nehatîye û em dikarin têda destkariyê bikin.. gavek dîrokî ye”
Hinek berpirsên Kurd dibêjin: “ %98 daxwazên gelê Kurd di desturê de hatin bi cihbicih kirin”....
Kurdên ku li dijî vê desturê ne, dibêjin: “%98 ji gelê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê deng dan”...
Li Kurdistanê mij û duman e... Kurd li ser pa?eroja xwe difikirin.... Saddamek çû hezaran Saddam amade ne ew kiryarên Saddamî li Kurdistanê dubare bikin...
Erebên Êraqê di nav xwe de hevdu dixwin û ?erê navxweyî dikin..
Ev yeka hanê hêvî û xewnên min ên ve?artî zindî dikin.. Dujminên me destxwe? ?erê xwe berdewam bikin... Heke hûn nebin, em ê çawa bin..
Ez ji serok û rêberên Kurdan tika dikim, mekevin navbera wan ji bo a?itîyê.... A?itîya wan mirina me ye.. Halebçe ye ... Enfal e..