Hevpeyvîn ligel birêz Solîn Hacador li ser bûyerên Iraq û Kurdistana Başûr
Aso Zagrosi: Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?
Solîn Hacador: Berya tevî spasî ya we dikim. Her çendî êrîşa DAÎŞê şerê nabera Şîa dijê Sunnî ya de rojeva me de ciyê xwe bigre jî, gor min 4 hêman hene:
a) Xurtbûna aborî, siyasî, daxwaza serxwebûna Başûrê Kurdîstan û weyna wî ya Navîna Rojhelat.
b) Nefta Kurdîstan
c) Bazara reşa çekfiroşan.
d)Neçareser kirina Şerê Navînê Surya.
Başûrê Kurdîstan bi Hukumeta Herema Kurdîstan tê karanîn. HHK bi ala xwe, peytexta xwe, aborî ya xwe ya serbûxwe, sînorê xwe, hêzên ewleyî, zimanê fermî, pewendîya nevnetewî, sirûd, tomarxanê & kirarî û ji bo welatêk serbûxwe çi pêwîst be xwedî yê teva ye û xwe bikartîne.
Pêşmerge ji Hêzên Ewleyîyê Navenda Îraq Bexda yê hêztire. Pêşmergên me Hêza Ewleyîya perwerde û aras kirîye ku Herema Kurdîstan ji Îraqê û tev êrîşên dervayî biparêze. Her bijî ji wan re ku Kerkûk ji destên Ereba xelas kirin, bes Hûkûmeta Bexta herdem referandûma ji bo Kerkûk lêvegerand. Ereb bi xwe zanin ku biçan referandûme, dê wenda bikra. Kerkûk bajarê Kurda ye, wek şîrê dayîkê li Kurda helal û mafe.
Aborî ya Başurê Kurdîstan ciyê xwe ger li Navînê Rojhelat, ger jî gerdûnêî de bi weynêk mezin digre. Bi hezaran pardarîyên navnetewî li Başurê Kurdîstan hene û roj bi roj jî xurttir dibe. Nexta Kurdîstan li Navîna Rojhelat de çavê dagirkera ditirsîne ku jşi destê wan biçe, dê çewa bikin. Plan û stratejî ya dagirkera biberdewaî pelçiqandina Kurdîstane. Bes cenabê serok Masoud Barzanî bi biryar û stratejî yên zîrek Kurdîstanê roj bi roj azad dike.
Kurdîstan herdem balkêşa çekfiroşa de ye. Bes keysa azadî ya Kurd nikare bibe gorî ya bazara çek firoşan. Pêşbazîya bazara çekên gemar xwîna Kurdan gelek mijand. Ev eşkera ye ku Hûkûmeta Malîkî di bazara reş de çek difroşê YPG'ê. Gor statîstîka bazara çeka destên van welata de ne: Rusya 5.9, Amerîka 3. 9, Fransa 1.8, Çîn 0.8, Almanya 0.7, Brîtanya 0.7, Îtalya 0.5, Kanada 0.3, Holanda 0.3, Ukranya 0.3, Espanya 0.1, Brezîlya di firokên şer de yekem welat e û bazara reş Îran, Qatar, Îraq. Van welata pêwîste ku bazara berhemên xwe bikin. Ji ber vê yekê terorperest tên fînans kirin.
Terorperestên Cîhadî her çendî li Afganîstan, Fas û Sudan bên perwerde kirin jî rojeva me de tev gerdûnê tehdît dikin. Piştgirên wan çekfiroş û faşîstên Ereb, Fars û Tirkin.
Pirsgirêka Şerê Navînê Surya gor tev sucên şer û aşîtî yê û yasayên navnetewî nahê çareser kirin. Surya sala par Konvensîyona Çekê Kîmyayî 1997 îmze kir. Bi xwe Peymandara Konvensîyona Çekê Kîmyayî 1925 bûn. Herdu Peyman jî karanîna çekê kîmyeyî qedexe dike, bes Surya dijê mirovatî yê karhanît û xelkê sivîl kuşt. Alî yê din de Surya Peymandara Konvensîyona Geneva 1949 e ku ev jî Surya dike suçdarê şer, bes şaxên dadgehên dijê Surya de bê dengin. Çi xemgînîyêke ku hêza çekfiroşa û siyasetmedarên welatên çeka ji yasayên navnetewî berztire. Ev bi xwe Kurdîstane jî herdem bin gefa terorperestên wan de dihêle. Bes çi dibe bila bibe, Kurdîstana Başur ji bo şer jî, aşîtî jî amade ye.
Aso Zagrosi: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?
Solîn Hacador: Saloxgehên navnetewî herdem telefûnên siysetmedarên me gohdar dikin. Ev tiştêk nû nine. Çewa saloxgeh agahdar bûn û bêdeng ma di kimyabaran kirina Halepçe û tev dema Anfalê de, ev jî bêdeng man. Bêgûman, cenabê serok Barzanî û Hûkûmeta wî di tev şaxên siyasî û barîyê netewî navnetewî de serkeftî ye. Daxwaza wî ya serxwebûnê her roj bilindtir dibe. Ji ber vê yekê piştgirên dagirkerên Kurdîstan dixwazin heta bikarbin ewê serxwebûna Kurdîstan paşve bixin. Ev jî perçêk lîstok û êrîşa veşartî ya wane. Xwedê li cenabê serok Barzanî û Hêzên Ewleyî yê Kurdîstan be. Ez bawerim ku êrîşên wisa nikare azadî ya Kurdîstan dur bixe.
Aso Zagrosi: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?
Solîn Hacador: Yê ku em dikarin di Peymana Sykes-Picot de bibînin dîplomatên Brîtanî û Fransî Mark Sykes and George Picot bi Osmanî yan re peymenêk dizî îmze kirin ku hêza xwe nîşhanê gerdûnê bidin. Her wisa di dokumentên Rusî de jî tê dîtin ku Rusya ji ber buhahî ya şerde nikari bûn neqeş kirina şer de ciyê xwe bigirta, rewşa aborî ya wan derfetên ev neda wan. Bes Brîtanya û Fransa hindikêk bermayî ya xwe dan Rusya. Brîtanya û Fransa di dema xwe bihêz bûn û mora hêza xwe di 16 Gûlan 1916 nîşanê gerdûnê dan. Brîtanya Mezopotamya, Gravê Ereba û Urdun bidest kir. Fransa jî Lubnan, Surya Bakurê Îraqê û Başûrê Rojava ya Anatolia bi dest kir.
Ev ji bo me Kurda jî derbêk mezine. Belê, dersên dîrokî kilîdên dergahên girtîne ji bo me Kurda, lêbelê rewşa gerdûnê ne wek dema Yekema Gerdûnê ye. Her wisa, Kurd jî wek Kurdên berê ninin. Koçberî ya Kurda her çiqas bi xwe re giranî hanît be û gelek Kurdên me bişavti be jî Kurd bi derfet û pewenî ya xwe pêştirin û dikarin xwe bi gerdûnê bidin pejirandin. Gor dîtina min Peymana Sykes-Picot sala 2003 li Başûrê Kurdîstan hat binpiye kirin.
Aso Zagrosi: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?
Solîn Hacador: Ez bi gotina serbazî yê Amerîkî ninim. Armancên berjewendî ya Amerîka li Kurdîstan hebûn û hînha jî heye, bes Bush di biryarên siyasî de wêrektirê Obama bûn, ku Hukumeta Bush di rojevê de ban, ewê Başûrê Kurdîstan aramtir ban û Şere Navîne Surya jî xelas ban. Ez Hukumeta Obama bawer ninim.
Serokê Amerîka, Obama di cevîna 18 Puşper 2014 bi nûwenêr û pêşevayên Hûkûmeta xwe re ku li ser rewşa Îraqê kirin. Berpirsyarê Qesra Sipî, John Boehner, Pêşevara Hindika Nacy Pelosî, Pêşevarê Piranîyan Harry Reid û Pêşevarê Hindika Mitch McConnell dehwetê Qesra Sipî bûn ku li ser rewşa Îraqê lez bi lez biryar bidan. Her wisa, dê biryarê xwe de li ser şandina Hêzên Ewleyîyê Amerîkî biryar dan ku 300 kes Hêzên Ewleyî yên Amerîkî wek şewirmendên ewleyî bişînin Îraqê. Ji wan cevînên wan baş tê fam kirin ku naxwazin aborî ya xwe ji bo Başurê Kurdîstan karbînin.
Bes yê ku karibe biryarê serxwebûnê bide, cenabê serok Masoud Barzanî ye. Raste ku gor yasayan Kerkûk bin kontrola Dewleta Îraq e, lêbelê ew yasayên ku hatine damezrandin bêneheqî hatine damezrandin. Kurdîstan dikarê giranî ya referandûmê bîne holê û gohartina yasayan doz bike. Şer jî aşîtî jî xizmet dixwaze. Bes aşîtî ya bêdadî nabe.
Aso Zagrosi: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?
Solîn Hacador: Amerîka naxwaza aborîya xwe bike nav şera serxwebûna Kurdan. Raste ku ev şerê Kurda nine, bes ji bo Kurda derfetêk mezine ku daxwaza xwe ya serxwebûnê bilind bike. Ev şaxî de ger cenabê serok Barzanî ger jî piştgirên serxwebûnê bin xizmeta azadî yê de ne. Çavên digirkerên Kurdîstan di tev axa Kurdîstan de ye û yasayên bingehîn jî nikare êrîşên wanê terorperest bide seknandin. Heta anha tev yasayên şer, aşîtî dijê mirovatî kirine. Çareser kirina vê pirgirêkê ger girêdahê çek nebe, daxwaza azadî yê herdem girêdahê şer nine. Em dikarin çend welatên gerdûnî binêrin ku bê şer pirgirêka xwe ya xwe ya azadî yê çareser dikin. Bes dijiminê Kurda tenê ji çek fam dikin,demeokrat ninin. Maf xwestin bi gor şertên şarezerî yê nikare bi wan re we re bezandin. Gor gelek konvensîyonên navnetewî yê mafê vebuhtina bext belênî ya ''rêgeza bûtinî ya welate''. Her wisa maf dide welata dewleta ku pêşîya ragirtina herema bigre. Bes yasayên navnetewî bi pratîkkirinê dikarê pêşkeve ango bê gohartin.
Em li numuna Bakurê Qibris binêrin ku ji sala 1973'de bi ambargoya aborîyê hatibûn ceza kirin heta Hêzên Ewleyî yên tevî axê girtin bi kontrola xwe û biberdewamî bador kirin bi giranî ya 'Dewleta bi Bandora Tirk' saz kirin.
Bakurê Rojava ya Somalîya ji Dewletêk wisa pişt ketina Mogadishu 1991'de saz kirin. Girava netewa Taiwan ku li navîna berava Çîn ê de ciyê xwe digre wek şirîgê peymana bezîrganî ya gerdûnî hatiye pejirandin. Tenê bi Amerîka re 140 peymanên bezîrganî yê bi Taîladî yan re heye. Bes gelek kêm welatên gerdûnî 'Yek Rêgeza Çîn' ê dipejirînin. Em dibînin rewşa aborî û bezîrganî yê di xwe pejirandina welatên navnetewî de gelek girîng û pêwîste.
Siyasetvanê Îtalyan, çalakvanê mafên mirova û serokê Netewên Bêdewlet û Weqfa Mirova, Marino ku li Hague de ciyê xwe digre hanît ziman: '70 tevgerên bêtundî hene û ji bo vebuhtina bextê xwe dikin û giranî didin ser milê Netewa Welata ku mafê xwe bidest bikin. Bes xemgînîyêke ku 'Vebuhtina Bext' di nivîsê de hey. 90% endamên vê weqfê li benda serxwebûna netewa xwe ne' .
Cardin em dikarin di numuna Kosova de jî bibînin ku netewên herî biçûk mafên xwe bi dest kirin.
Günter Dauwen, ji bo nenasîna mafên netewa, Dadgeha Mafên Mirovaya Awropa şermezar dike û tîne ziman ku Yekîtîya Awropa zorî nade ser endamên xwe ku mafên hindika. Ev her wisa bin mesulîyeta Yekîtîya Awropa de ye ku mafên xelkên hindik biparêze. Ji bo numune Tirkya daxwaza tevlîbûna Yekîtîya Awropa dike, bes YE biberdewamî giranî dide ser Tirkya ku mafê Kurda yê, çandî, ziman û xwe vegotinê bikin. Bes em Kurd ji YE ango dagirkeran mafên wisa nakin. Em tevî tev serxwebûn dixwazin.
Cardin em dikarin çend numunên din de jî wek Kebek (Quebec) li Rojava jê Kanada, Flamanya li Belçiqa, Wales û Îskoçya li Brîtanya jî cûdahbûna wan bi şerê çekdarî nine, Katalunya li Espanya her wisa bi xwîn rêtin nahê rojeva me. Bi çalakîyên siyasî, aborî û sosyal pirsgirêk têçareser kirin. Em Kurd jî dikarin li tev numûna ji bo xwe ders derxin.
Aso Zagrosi: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?
Solîn Hacador: Wek min jor hanît ziman ku Amerîka di cevîna xwe ya 18 Pûşper de biryara şandina 300 Hêzên Ewleyîyê Amerîkî ji bo Îraqê dan. Her wisa, serokwezîrê karê derveyê Brîtanya jî di axavtina xwe ya medya de hanît ziman ku piştigirîya Hêza Ewleyî nadin Îraqê. Cenabê serok Barzanî agahdarê teva ye û daxwaza serxwebûnê dike. Her wisa sinurê Başurê Kurdîstan bi Hêzên Ewleyîyê Kurdîstan tên parastin, bes ku êrîş li Kurdîstan çêbe, ewê bersîva çekdarî bidin. Malîkî tucar maf nade ango kîjan Humkumet jî bê karhanîna Îraqê xwe nezîke maf dayînê nadin. Daxwaza serxwebûnê bi gohartina zagonên bingehîn hatiye kirin bes Îraq bersîva nade. Her wisa, Kurd dimîne bi maf sendinê, ne maf daxwazê.
Aso Zagrosi: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?
Solîn Hacador: Wek min li jor hanît ziman Îraq bi yasayan bersîv nade û dilê xwe jiyanê berdewam dike. Bes Rêveberên Kurd li xwe şiyarin û di daxwaza xwe de bibîryarin. Pêşeroja Kurda Dewletbûne û ev jî gelek nezîke. Em dibînin ku nasdana Kurda pêşdikeve li gel welatên din. Nûwêner û serokê Piranîyan ê Amerîka, Harry Reid di hevpevîna xwe ya di gel medya de diyar kir ku Tirkya bila li sînorê xwe de xêr hatina Kurdîstan bike.
Aso Zagrosi: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?
Solîn Hacador: Başurê Kurdîstan ji bo banga xwe ya serxwebûnê amade ye, li ser vê siyasetvanê gerdûnê civîn dikin ku li Navîna Rojhelat de welatêk nu nas bikin. Gelek raste ku li gerdûna giloverde aborî û çalakîyên bezîrganî gelek girîngin. Kurdîstan dikarê gelek peymenên navnetewîyên bezîrganî îmze bike. Îran ango Tirkya renge xwe baş çav de derbas bikin û nexin nav pirsgirêka şerê serxwebûna Kurda. Kurd mafdarin, daxwaza xwe de bandorin. Em zanin ku bandorî girînge, mafdarî li ber bandorîyê biçuk dimîne. Kurd herdem mafdar bûne, bes bandor nebûne, rojeva me de herdu bihevre tên karhanîn. Cenabê Serokwezîrê Kurdîstan, Neçîrvan Barzanî gelek zîreke û bi stratejîyên zîrek pewendî ya xwe dibezîne.
Aso Zagrosi: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?
Solîn Hacador: DAÎŞ bandor nine û bi êrîşên terorperest tenê dikarê xwe bixwe nav astengîhên mezin. Wek min di despêkê de jî hanît ziman Hêzên Ewleyî yên Kurdîstan bi tev rih û canê netewa Kurd hatine perwerde kirin û bi pisporî berxwedan didin.
Belê, cemeda nabera PKK ê û netewî de yekîtî ya siyasî paş dixwe. PKK rengê li xwe vegere û bin bandora Öcalan ku li zindanê ye nemîne. Dema pêwîst be, ger artêşa PKK beşdarê pêşmerga bibe û pişt bi pişt, dest bi dest birahên xwe re, welatê xwe biparêze. Her wisa, artêşa PDKÎ jî bin mesulîyetên netewî de ye ku beşdarê pşitgira Başurê Kurdîstan bibe. Ez naxwazim bi texmînî biaxvim ji bo çalakîyên PKK'ê. Dil dixwaze ku li rûmeta netewa xwe xwedî derkevin û di yekîtî ya siyasî de li ser piyên xwe yê siyasî biskinin. Em zanin ku çekê me yê herî bandor dijê dijmina de yekîtî ya siyasî ye. Xwedê ev ev edeb û bawerî di nav artêş û siyasîyetvanên me de pêş bixe û tev piştgirî bidin dengê cenabê serok Barzanî.
Aso Zagrosi: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn?
Solîn Hacador: Belê Başûrê Kurdîstan ji sala 1991 şunde otonome û di pratîka xwe de jî nîşan dan ku Kurd karin xwe karbînin. Ev şahnazî ya netewî li me Kurd û Kurdîstan pîroz be. Ew otonomî ya liwra bi xwîna şehîda hat dest kirin.
Ez ramanê şerên çekdarî napejirînim. Şer ji bo tev alîyên netewa de feqîrketine, êş û xwîn rêtine! Netewa Kurd herdem bin şer de hatiye pelçiqandin. Bila zarokên Kurd sêwî nemînim, jinên Kurd jinebî nemînin. Bila sedsala 21 ka de Kurdîstan neçarê şerê çekdarî nebe.
Bang kirina azadî/serxwebûna welatêk girêdahê yasayêne. Ev bang wek em dizanin dokumentêk bûn, yekem car ji alîyê Înglîstan de ji bo azad kirina 13 welatên ku dagirkiri bûn Înglîstan ji xwe azad kir. Kurd jî mafdarin ku ji bin destên dagirkera bên azad kirin. Belê, vegortina bextê xwe bi Benda 1. a Netewa Welatan de ciyê xwe digre. Ev bi serokwezîrê Amerîka Woodrow Wilson hat hemêz kirin paşre bi Lenin û kesên din wek kilîde rêdarîya dûbare damezrandina Awropa pişt Şerê I'a Gerdûnê de hat karhanîn.
Sala 1976 yasa bi fermî hat karhanîn. Ev yasa mafê dostanîya aşîtî ya nabera welatan dide. Benda yekema Konvensîyona Navnetewîya li ser mafên Siyasî û Sivîl wek mafên; Aborî, Çandî, Civakî ya xelkan bi fermî ciyê xwe girt. Yasa 1. Benda 1'a Yasaya Banga Serxwebûnê ya Netewa Welatan her wisa mafê Vebuhtina Bextê xelka dide. Ev bi xwe yasayêk bendikare. Pisporên yasayî di Civîna Navnetewî de li ser Têgîya Mafên Mirova ku ji gel UNESCO ji 1985 heta 1991 hatibûn kom kirin gîştin encamêk wisa: (1) mafên mirova bi yasayên navnetewî tê nasdan, (2) lîsta ev mafên ku tê behs kirin vekrî vekrî nine, (3) ev yasaya bendikar wek vebuxtina bextê xelka mafê hebûna xelkan di fama Konvensîyona Genosîd de jî mafê hebûna xelkan digre nav xwe.
Belê, Kurd bi destên zorbaz Seddam Hussein hatin genosîd kirin û mafê hebûna wan hînha jî bin gefa Dewleta Îraqê de ye!
Ez li ser yasayên Navnetewî û serlêdana wan de hêvî dikim ku Kurd civata xwe ya parezerên pispor damezrînin û herdem li ser mafên navnetewî de rêdarî ya welatê xwe bikin.
Li ser weyna Kurdên dîaspora gelek xebat dikare bê holê. Em Kurdên dîaspora lez bi lez ger giranî bidin ser 'Lobîyên Kurd'. Ev ji bo yekîtîya siyasî û netewî gelek girînge. Netewperwerî ya nevbera me Kurda de ger bin bandora partîyên siyasî de nemîne. Tev partîyên siyasî hacetên azadîyê ne. Em numuneyên Îsraîl binêrin ku herdem bi lobîyên xwe serkeftî bûne.
Cardin barên mezin dikeve ser pisporên aborî û bezîrganzan de. Komîteyên aborîzan & bezîrganzan lêkolîna bezîrganî ya gerdûnî bikin û bezîrganîya welatên ku planê çekfirotanê dikin û pêşbazî ya xwîna Kurd dikin bên puç kirin, ev tenê bi kişandina nava xwe ya bezîrganî ya xelkên wan dikare serkeftî be. Cardin livra weyna medya ya Kurdî mezine ku herdem behsa şer neke û çavên bezîrganvanan nede tirsandin. Li Kurdîstan karmendên navnetewî bi hezaranin û bi bernama biwanre dikare gelek alîkarî bide bezîrganvanê Awropî. Em jibîr nekin. Weyna karmendên navnetewî girînge. Ev di numuna Îskoçya û Katalunya de xwe baştir nîşan dide.
Piranîya welatan sedsala 20'a de banga serxwebûna xwe kirin. Em sedsala 21'de hînha jî azad ninin. Ev şermezarî me teva ye. Em wek çêlikên mehra jehr lihev direşînin hev. Em jibîr nekin ku ji yek şertên netewperwerî yê rêz girtin û heskirina xelke. Em dest bi dest û piştgirîya cenabê serok, Barzanî dikarin serkeftî bin. Kilîde serkeftine bi xwe bawerîn û ramanên erênî ye. Em Kurd dikarin xwe karbînin, xulamî ya Ereb, Fars ango Tirk li me nakeve. Em estîyê bapîrên xwe ne êşhînin, şahnazî netewa û ala xwe li tev gerdûnê hilgirin. Bila gerdûn rêza me bigre û ji me mirovatî yê fêr bibe.