بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Di konteksa Ewropa de kurd

NAVENDê (Navend ji bo Lêkolînên Kurdî) di 7 û 8ê mehê de li Almanya bajarê Bonnê bi beşdariya li dora 50-60 kesayetên akademîsyen û kesên di mijara xwe de pispor, bi navê “Di konteksa Ewropa de kurd” forûmek li dar xist.

Avaxtina vekirina civîne serokê Navendê Metin Incesu kir. Incesu diyar ku ev 7emîn civîne ku Navend li gel akademisyenan dicive û dê li ser du mijaran geftugo bêkirin, “Yekem mijar, gelo di navbera diyaspora kurd û Kurdistanê de hevbandorîkirinek heye an na? Û mijara duyem jî, analîzkirina polîtîkaya welatên Ewropa ya di derbarê kurd û koçberên kurd de û bi vê yekê ve girêdayî, rûberkirina siyaseta welatên Ewropa ye.”
Ji Zanîngeha Duisburg-Essen Jan Hanrath bi lêv kir ku, diyaspora ji bo kurdan gelekî girîng e û di warê kultur û perwerdeyiyê de di navbera Kurdistan û welatên ku kurd lê dijîn dikare roleke mezin bileyize.

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê Dr. Mamou Othman ku xwendina xwe li Almanya kir û vegeriya Kurdistanê got ku ew dixwazin di warê perwerdeyiyê de û bi taybetî jî bo xwendevanên mastir û diktorayê dikin, bi zanîngehên Ewropa re bikevin nav pêwendiyên nêzîk. Dr. Othman ji dixtorên zanîngehên cûrbicûr ku baş bi îngîlîzî zanin daxwaz kir werin li Dihokê kar bikin.

Mamosteyê zanîngeha Dihokê Dr. Bayar Dosky bi firehî li ser pêwendiyên Tirkiyê û Kurdistanê rawest. Dosky, eşkere kir ku di warê siyasî, aborî, tenduristû û perwerdeyiyê de pêwendiyên her du welatan gîhaştiye asteke pir mezin û mixabin sûda mezin Tirkiye werdigire. Dosky ragihand ku Tirkiye di salekê de bi milyar dolaran pere ji Kurdistanê qezenc dike. Di berdewamiya axavtina xwe de Dosky eşkere kir ku ev pêwendiyên nêzîk dikare bi du aliyan bê nirxandin.

Aliyekê pirsê ew e ku dostanî û aşitiya di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de û her weha li herêma rojhilata navîn de xurt dibe. Ji aliyê din, bi vê asteyê girêdana Kurdistanê bi Tirkiyê ve dikare di pêşerojê de ji kurdan re serêşiyan derxe hole û bibe xeteriyên mezin. Ji ber vê yekê di pêwendiyên xwe yên bi welatên cîran re divê Kurdistan xwedî stratejiyekê be. Dosky rexne li serokomarê Tirkiyê Erdogan kir û got, “Erdogan dixwaze ku her kurdekî xwe kurd dibîne, li Tirkiyê doza tiştekî neke û here li Hewlerê bi cî bibe. Pere, çand, ziman, nasname ji çi wan re lazim be, tu tişt ji wî neyê xwestin û herin li Hewlerê wan bidestxin. Erdogan dibêje, her tiştê we li Hewlêrê ye.”

Profesor Doktorê Zanîngeha Freiburgê Psîkolog Ilhan Kizilhan li ser mejî û mentaliteya rêvebiriya Kurdistanê rawest û got ku kurdên diyasporayê êdî divê li xwe jî bifikirin. Divê kurdên diyasporayê ne bexçeyê pişt a Kurdistanê be û rêvebiriya Kurdistanê jî bi çavê ku ew terefeke dikare bêbikaranîn li wan nenêre.

Ji Zanîngeha Amsterdam-Hollanda Prof. Dr. Michiel Leezenberg, ji kurdan xwest ku ji bo çareserkirina pirsên xwe ne li benda welatên Ewropa be, însîyatîfê bi dest xin û pirsgirêkên xwe, bi xwe çareser bikin.

Di rûniştina forûmê de hema temamiyên beşdaran bi pirs û ramanên xwe bi awayekî çalak tevgeriyan.

Ji aliyê din ve gelek kesan behsa lêkolînên xwe yên aktûel yên wek li Kurdistanê îslam û jin kirin û bandora wan ya li ser civaka kurd nirxandin.

Li gora bernameyê axivkerên forûmê ji van kesan pêk hatibûn, Metin Incesu, Navend, Prof. Dr. Ilhan Kizilhan, Zanîngeha Freiburg, Jan Hanrath, Zanîngeha Duîsburg-Essen, Etnolog Avdo Karataş, Zanîngeha Freiburg, Psîkolog Kevin Gozler, Prof. Dr. Ferhat Ibrahim Seyder, Zanîngeha Dihok-Kurdistan, Dr.Mamou Othman, Zanîngeha Dihok, Dr. Awad Azadî, Sebahattin Topcuoglu, Zanîngeha Hamburg, Ozkan Ersoy û Arîn Haîderî, Komaleya Xwendekarên Kurd, Zanîngeha Bielefeld, Xwendekar Amile Baghistanî, Fewzî Dilbar û Lavan Sabir, Dilan Khoshnav, Navend, Prof. Dr. Michiel Lezeenberg, Zanîngeha Amsterdam, Dr. Nebi Kesen, Ali Aslan Yildiz, Xwendevanê Doktorayê Zanîngeha Utrecht-Hollanda, Dr. Bayar Dosky, Zanîngeha Dihok, PD. Dr. Gulistan Gurbey, Berlin.

Fadil Ozcelik, Bonn
http://rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=29510

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.