bê miradî
bê miradî
bi sewta sivik
dev kenî
marê res ji holê dikisîyan
axaftin a ku ji dil dihat
ji kefxwesyê
diltenikî u bal sivikîyê
Kocberî bu dem
zozanên welatê me
li ber belekê berfê
dirêjahî
u xemgîn
di gengesîyêde
bi pevcun
ji xwe dur diket
dem berjewendî bu
fikr kesayetîyde dima
teq u req a tifinga
u lule a sar
li ser milê ku
ji xwe xeyîdî bu
dilsar
agir bi xwe dixist
qîrin bi zarokên xwe
di ken a rureste
rom u tu dibun babet
tu ji min, mêrxas
rum jî tollaz bu
zozanên rengîn
col u cîyayên bê mirad
di bin deste zorkerde dinalîya
u
merxasî jî zarok bu
pismamî li ser zagon a esîrî dilivîya
wek tavîyêk baharê
dihat u derbaz dibu
li ser cîyayê gohazêrîn mij dima
di dilek te jî
saxên qet qetî
kal a ku li ser dil e xortanî cedibu
dicu dayik a xwe ditît
karên xezalan
kusîyên bejî
u beqên gola
welatê min jî di hesret a teda
kur dibu
dikalîya
dihat ziman
di bin ezmanê saîde stêrkên sewledar
u hîv a zerî
axîn dikisand
ji dil sariyê
miradnedîyê.
bervarto