Aşitî bê statû pêk nayê!/ Memo Şahin
Pirsa kurd êdî gîhiştiye qonaxek gelek bilind û taw girtiye. Qet beşek pirsa kurd tûneye ku nehatibe binav kirin û li ser mûneqeşe nehatibe kirin.
Pirs eşkere ye. Riya dermankirina wê, şeweyê çareserkirina birîna sedan salan jî eşkere ye.
Ev sed salin ku dewleta tirk dixwaze bi riya “vur kurtul”, ango bi qetliam û dare zorê, bi kuştin û talan ji vê pirsê xelas be. Ji qetliama Qoçgiriyê pê ve, ji sala 1921an vir de çend sed hezar kurd hatin kuştin, ne diyar e. Çend sed hezar kurd hatin sirgûn kirin, kes nizane. Lê dîsa jî nikaribûn pirsa kurd bi riya “vur kurtulê” çareser bikin û bigîhijîn armanca xwe.
Li ser de hemû nifşên, hemû generasyonên sedsala dawî, sedsala bîstan di bin nîrê jenosida çand û kûltûrî de derbaz bûn. Rejima tirk xwest ku bi riya asimilasyonê kurd bihêlîne, asimîle bike, bike tirkên temam. Lê ev jî neçû serî.
Ev jî nîşan didin ku rejima koledar bi rê û şeweyên “vur kurtulê” negihîşt armanc û arzûmendiya xwe. Lê dîsa jî dest ji vê siyaseta xwe ya qirêj bernadin.
Di dema kampanya hilbijartina parlamenê de Erdogan bi vekirî û eşkere îlan kir û got: „Bo me pirsa kurd nema ye.“
Li gor Erdogan û rejima tirk pirsa kurd bi vekirina TRT-Alti û kursiyên kurdolojiyê li hinek zankoyan de hal û çareser bûye. Niha jî dor hatiye pêkanîna “aşitiyê”!
Çawa ku pirsa kurd bi girtina hezaran siyasetmedar, bi qedexekirina zimanê kurdî di mehkemeyan de, bi cezayên sedan salan bo rojnamevanan, bi karanîna dehhezaran bombeyên gaze li sûk û kolanên bajarên Kurdistanê, bi lêdan û jopkirina jin û zarokên ku di protestoyên sivîl de, “hal û çareser” bûye, niha jî bi bombebarana Qendil û Başurê Kurdistan, bi kuştina gundiyên Başûr, bi operasyonên leşgerî li çar havirdorê bakûrê welatê me, dor hatiye “pêkanîna aşitiyê”.
Ev sûret, ev resm, ev wêne; sûret, resm û wêneya dewleta tirk e. Di ferhenga rayadarên tirk de gotina aşitî cih nagire. Di kûltûra wan de lihevhatin û kompromîs nîne. “Ya hemû, ya jî hîç”, tim bûye felsefê, klawûz û rênîşa wan.
Rejima tirk a nijadperest bo “çareserkirina” pirsa kurd di nav sî salên dawî de çar hezar gund wêran kir, sê milyon kurd ji axa bav û kalan sirgûn û nefî kir, pêncîhezar kurd kuşt. Niha jî bo “cihanîna aşitiyê “ êrişî başûrê Kurdistanê dike. Jin û zarok tên kuştin û gund tên wêran kirin. Û ûsa jî di bin êrişên dewleta tirk de yekitiya kurdan di nav xwîn û rondikên çavan de tê tewandin û pêk tê.
Gelê kurd li bakûrê welatê me li ser piyan e. Li Başûr jî gelê kurd dijî êriş, bombebaran, plan û siyaseta dewleta tirk her diçe radibe ser piyan. Li Rojavayê Kurdistanê gelê kurd bi temamî li benda îşaret û ronîyek ku li Bakûr û Başûr bê dayîn, in. Û kurd li Rojhilat jî li heman rewşê de ne.
Ger kurd siyaseta dewleta tirk binasin û cûdahiyên xwe bidin aliyekî û hev bigrin, bi manifestoyek hevbeş û hemdemî derkevin pêşberî raya giştî, wê demek kurt de bibînin ku dor hatiye “ver kurtulê”. Nişaneyên wê demê jî xûya ne. Bona vê jî bi eşkere dibên, “daxwazên kurdan her diçe zêde dibîn û çiteya wan bilind dibe”. Ev êrişên hovane ya dewleta tirk jî, ji ber vê ye.
Gelê kurd, partî û rêxistinên li hemû perçeyên Kurdistan di nav demên dîrokî de derbaz dibin. Rojhilata navîn tevlihev û serûbin e. Û pêlên lehîya serhildanên gelan gihîştiye qerex û sînorên Kurdistanê û gelê kurd hazir e ku qedera xwe bigre destên xwe.
Çareserkirina pirsa kurd û pêkanîna aşitiyê di destên partî û rêxistinên hemû beşên Kurdistanê ne. Dem dema “ver kurtul” e. Û rêyên “ver kurtul”, ango pêkanîna aşitiyek rasteqîn jî eşkere ne: Yan otonomî, yan federasyon, yan jî dewletek serbixwe!