بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”(2)

Nikitin di dewama gotara xwe de wisa dinivîse: “ji bo beşa Îslamî a Kongreya Dîroka Olan, gotara min di derheqa helwestê Kurdan beranberî ol ji wan tekstan pêktên, ku di koleksîyona min de hebûn.(ango destnivîsên Mele Saîd) Eşkere ye em ji zu ve bi saya gerîde û zanayan li ser Kurdan gellek tiştan dizanin. Lê wê dema em belgeyên ne weşandî û bi destê yekem bidin ber çavan çavderîyên şexsî, nû ên Meleyekî Kurd ê musulman û şareza, cesaret dide min ku belgeyên di destê min de hene pêşkêşî pisporên Îslamê bikim.”

B. Nikitin beşa yekemîn a gotara xwe, Qada Kurdên Misilman nav dike û li ser Şêxên Kurdistana Tirkîyê û helwestê Mele Saîd beranberî Cîhadê, çalakîyên Tirk û Rusan di dema şerî de li Kurdistanê şîrove dike.

B. Nikitin di beşa duyemîn a gotara xwe de li ser helwestê Kurdên Misilman beranberî Şîîyan, Cihûyan û Êzîdîyan radiweste.

Di beşa yekemîn a gotara xwe de Nikitin li gor agahdarîyên Mele Saîd li ser hersê Malbatên Şêxan, ango Sadat-î Nehrî, Şêxên Barzan û Şêxên Beçîlê radiweste. B. Nikitin dibêje van hersê Malbatên Şêxan li Kurdistan Navîn gellek navdarin. Wek Nehrîyê, Barzan û Beçîl jî di wîlayeta Musilê de ne. Barzan, navenda hoz/eşîreta Zebarîyan û dikeve alîyê çep ê Rubara Zaba Mezin. Beçîl jî dikeve li nav devera Surçîyan li bajêroka Amedîyê. Ez nizanim kargerîya şerî li ser Barzan û Beçilê çawa bû. Lê wê dema em li ser malbata Nehrîyan biaxivin, II. Seyyîd Taha berî demeke ji alîyê Îngîlîzan ve wekî Qaymeqamê Revandizê hate destnîşankirin(Revandiz li Kurdistana Başûr e) Apê Seyyîd Tahayê duyemîn Şêx Abdulkadir berî demeke bû serokê Lîga Kurd, ku daxwaza Serxwebûna Kurdistanê dike. Şêx Abdulkadir berê senator bû. Niha li Stenbolê dimîne.

Malbata Nehrîyan eslê xwe dibin li ser Şêx Abdulkadir Geylanî. Şêx Abdulazîz, kurê Şêx Abdulkadir Geylanî tê û li bajêrê Akrêyê niştecî dibe û destpêdike olzaya/ayînzaya Kadîrî belavdike. Şêx Abdulazîz li Akrêyê koça dawîyê dike û merzelê wî wekî “Zîyaretgeh” tê nasîn. Şêx Ebubekîr, kurê Şêx Abdulazîz diçe li devera Herkîyan li Navçîyan li gundê Sitûnê niştecî dibe. Sê heta çar nifş/babikên vê malbatê li wir dimînin.

Di serdema Mele Hacî de ev malbat diçe li gundê Meleyan li Xumaru niştecî dibe. Heta serdema Mele Salîh çend babikên wan li vir û li gundê Demane Sufla dimîninin. Kurê Mele Salîh waz ji olzaya Qadîrî tine û diçe li ser ayînzaya Neqşîbendîyê û diçe li NEHRÎYÊ niştecî dibe.

Berê hemû Şêxên vê deverê alîgirên Şêx Abdulqadir Geylanîbûn û li ser olzaya Qadîrîbûn. Kurd jib o Şêx Abdulqadir Gawsêyê Bexdayê an jî Merqedê Gawsî dibêjin. Li gel Mewlana Xalid û çalakîyên wî olzaya/ayînzaya Nexşîbendî di demeke kurt de cîyê olzaya Qadîrîyê girt.

Ligor agahdarîyên ku Mele Saîd dabûn B. Nikitin “ di devera Şarezor de Kurdek ji rêza asayî hebû, piştî xwendina xwe a li Medreseyê dibe Mele Xalid. Mele Xalid li Silêmenîyê di Medresê de dersan ji bo zarokan dixwine. Mele Xalid di xewna xwe de Şêx Abdullah Dehlewî wek Derwêşekî sade dibînî. Şêx Abdullah Dehlewî ji Mele Xalid re dibêje ´Ya Xalid biçe Hec û tu ê li Kabayê derwêşekî sade wekî min bibînî, ku hewl dide spîyan dikuje. Şerm me ke yekser biçe Ebaya wî maç bike û ew ê rîya rast nîşanî te bide.´ Mele Xalid gellek guh nade vê xewnê û piştî demekê xewna wî ji bîra wî diçe. Piştî çend salan Mele Xalid biryar digire û diçe ji bo Hec. Li Kabayê Mele Xalid dibîne derwêşek li pêş çavên Hecîyan spîyên xwe dikuje. Mele Xalid acîz dibe û ji derwêşî dipirse: ´Li gor kîjan toreya olî tu vî tiştî dikî oh bêpûşîl/bêedeb´!!! Derwêş bersiva Mele Xalid dide û dibêje: ´Ya Xalid te xewna xwe ji bîra kirîye. Heke tu neçî ji bo Dehlîyê, rêya rizgarîya te ê dirêj be´. Mele Xalid yekser ji bo Dehlîyê dikeve rê û li çend salan li ba Şêx Abdullah Dehlî dimîne. Piştî ku Mele Xalid bû Mûrşîdê olzaya Nexşîbendîyê, vedigere ji bo Silêmanîyê. Serkevtinên Mewlana Xalid di nav Kurdan de ji bo wî gellek girûgirift/asteng peydakirin. Ji ber vê yekê jî Mewlana Xalid Silêmanî hîşt û çû heta roja dawîya xwe Surîyê- Salehîyê ma.”

Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê nivîsara xwe “Mewlana Xalid mirovekî oldar û rast bû. Lê tovên ku wî li Kurdistanê çand jib o vî welatî sûdmend nebûn”

Domdike…

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.