Ragihandina KRG di derbareyî daxuyanîya rêxistana Goran de
PNA – Di bareya daxuyanîya evê dawî de ya Bizava Gorran a ku daxwaza hilweşandina parliyament û hukûmeta herêma kurdistanê kirbû, ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi hêz û alîyên siyasî re belav bû. Ev jî teksta wê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi serokatîya parliyamentê û hukûmetê re û bi hêz û alîyên siyasî re, ya di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de
Evroj yekşembê 30/01/2011 bi serperiştîya serokê herêma kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û bi amadebûna serokê parliyamenta herêma kurdistanê, serokê hukûmeta herêma kurdistanê, serdar û sekreter û nûnerên hemû hêzên siyasîyên herêma kurdistanê, kombûnek di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de hat sazdan.
Di evê kombûnê de rêkevtin li ser evan xalan pêk hat:
1-    Em partî û alîyên siyasî dubare dikin, ku her pîkolek ji bo sazkarîyê û guherînê, divê di çarçêweyê proses û rewayîya (şer`iyyeta) siyasî û qanûnî de bin û ev dam û dezgehana jî bihên paraztin, evên ku ji encama hilbijartinan û vêna (îradeya) dengderên kurdistanê ne. Em ji her alîyekî jî qebûl nakin, ku ew bibe egerê (sebebê) xerabkirina rewşa asayiş, hêminî û jîyana bi hev re ya aştîxwazane ya navbera hêz û alîyên siyasî û hemû pêkhatên gelê kurdistanê.
2-    Em dupat dikin, ku pirsên neteweyî, niştimanî û kar û têkoşîna hevpişk giring in, da ku destkevtên neteweyî û pirsên çarenivîssaz bihên paraztin û da ku erk û armancên niştimanî jî pêk bihên.
3-    Em dupat dikin, ku pirsên siyasî û neteweyî giring in û em hebûna opozisiyona qanûnî, aştîxwazane û parliyamentarî jî giring dibînin û em evê yekê, dîyarokeka pozetîva evê qonaxa herêma kurdistanê dibînin.
4-    Hebûna kêmanîyan, arêşe û gendelîyê pirseka reyalistîk e û li herêma kurdistanê hene û em daxwazê dikin, ku hukûmet û opozisiyon, civaka sivîl û hemû hêzên heyî, heryek ji alîyê xwe ve beşdarîyê di pêşvebirina pêvajoya sazkarîyê de bike û kêmanîyan kêm bike, astê jîyana hevwelatîyên herêma kurdistanê baştir bike û ezmona hukumdarîyê û demokrasîyê li pêştir bixe.
Di dawî de, em daxwazê ji hemû hevwelatîyan û hêz û alîyên siyasî û niştimanperwerên herêma xwe dikin, ku ew parêzgarîyê li giyanê biratîyê û jîyana bi hev re ya navbera xwe bikin û hoşyarîya qanûnî û exlaqîya xwe biparêzin.
Herweha, em hevwelatîyan û çavdêr û alîyên peywendîdar jî dilhêsayî dikin, ku dê rewşa siyasî û asayişa herêma kurdistanê aram û cihgîr be.
-         Partîya Demokrata Kurdistanê
-         Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê
-         Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê
-         Komela Islamîya Kurdistanê
-         Partîya Komonîsta Kurdistanê
-         Partîya SosiyalDemokrata Kurdistanê
-         Bizava Islamîya Kurdistanê
-         Yekîtîya Neteweyîya Demokrata Kurdistanê
-         Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê
-         Bizava Demokratîka Turkmanî
-         Partîya Karkir û Rencderên Kurdistanê
-         Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê
-         Bizava Sazkarîyê ya Turkmanî
-         Lîsta Hewlêrê ya Turkmanî
-         Encûmena Millî ya Kildanî-Siryanî-Aşûrî
-         Partîya BêtNehrên a Demokratîk
-         Bizava Demokratîka Aşûrî
-         Nûnerê Armenîyan ê li Parliyamenta Herêma Kurdistanê
 
        
     
     
       
       
       
      