بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 12 December 2010

Ev Bon Cara 3 Serok Barzanî Doza Lêborî Dike..

Ez hima vê bêjim ev bo cara sêyê ye ku ez ji dengê Serok Mesûd Barzanî dibîhîsim ku jibona serê navxweyî doza lêborînê ji kes û karên kurbaniyan dike.

Gelo pirsa min eveye: " Serokatiya YNK yanî Celal Talabanî di vî warîde, yanî dinava şerê xwekujîde rola wî çiye? Çend hezar Kurd dinava wî şerê xwekujîde bune kurban û ew weko sekreterê YNK bê gunehbuye?

Di siyasetêde û di hukukêde eger ew doza lêborînê ji gelê Kurd neke, tê wê xwebêjê ku Celal Talabanî bê tawane û ew di derbarê şerê navxweyîde bê sûçe?

ROJEKÊ SEROK BARZANÎ LI SILÊMANiYÊ BU( DIBEKU ŞAŞBE Silêmanî) Got, “Eger dadgeha istinafê bêtê danan û ez Celal Talabanî bê gunehin”. Ez liber KTV bum, axaftina Barzanî KTV bi zîndî diweşand. Min ji xwe pirskir: „Gelo madem Barzanî ûTalabanî ne mesulên şerê navxweyîne pa gelo kiye mesulê wî şerî?

Yanî Celal Talabanî di vî şerê navxweyîde bê gunehbuye û Barzanî bi gunehbuye û lewma ev dibin 3 car doza lêburînê ji Gelê lê qewmayî yanî kes û karên kurbayê dinav şerde buyîn kurban dike? Bêguman eger şaşîtiyek hatibe kirin doza lêburînkirinê ji hevwelatiyên xwe ramanekî pêşketiniyêye û cihê serbilindiya wî kesî bixwe jî. Evê jî Serok Barzanî pêk înaye.

Ez welê bawerdikim hindî Serok Barzanî saxbe di minasebetên mezinde yên wekî kongrande, dê vê gotina lêburînê ji Kurbaniyên şerê navxweyî bike. Hon çi dibêjin Xwendevanên Nasnamê û Ez hekim yanjî ne vê bêjim?

Kongra PDk mesajekî derxist: „Gelê Kurd mafê dewleta Kurdistan ya serbixwe heye û evejî Barzanî di nava gotinên xwede got û xistiye nav programê partied got.

Mesaja Barzani ya liser Kerkukê piçekê ne zelalbu û “behsa hevbeşiya îdarekirina Kerkuk”(Birlikte îdare etmek) kir. Ev jî dibe sebebê şêlokirina doza Kerkuk Bi baweriya min. Yanjî mesajek bo, bo Türkiye?

Serok Barzanî bi cîddi mesajên erênî bo Beşên din yên Kurdistanê neda. Tinê got demê şerî derbazbuye û demê asitiyê ye û têgeheştinêye.

Serok Barzanî diviyabu do sê rêz li ser hersê beşên din yên Kurdistanê jî axaftiba. Beşên din hindik pistgiriya PDK Irak nekirine. Di rojên reşde tişta ji wan hatî danpaşî nekirin. Bi teybetî PDK-Tirkiye û (El Partî) PDK suriye evan herdo partiyan her tiştên xwe bêşkêşên şoreşa gelê Kurdistanê kirîbun. Yaku bi rêberî û bêşdebirîna Serok Mistefa Barzanîyê nemir.Lê mixabin ew dem diyare bigorî Partî hêdî derbazbuye û hatiye jibîrkirin û yanjî ji destketiyên xwene?

Gelo aşiti çawa dibe? Tu eger doza gelê xwe nexwazî tê çawa astiyê bixwazî ji dewletekî talanker û dagirker?

Eger mebest kemalist PKK be ku ez piştrastim kewe, bi baweriya min ev buçûna Barzanî ne dicihê xwedeye. Jiberku dema du layen rûnin ser maseyên dan û standinan; heduya jî bi gorî daxwaz û ramancên xwe dest bi pêkhatina aşîtiyê dikin. Kemalist Pkk tu daxwazên netewî bo doza rastiya gelê û Kurdistan nine û naxwaze ku daxwaza aştiyê bike?

Eger Türkleştirmek, yanî türkbunkirin aşîtîbe ev ne aşitiye. Eger navendên asimilasyona ( ji terefên layangirên wanve) bêne avakirin û Kurd ji doza milli bêne paşxistin, vê siyasetê jî weko xebat û doza Kurd bizanin û jivêrejî bêjin dewerin em aşîtiyê dixwazin, ev nabe aşîtî, berovajî dijê îrada Gelê Kurde, dijê doza rewaya gelê Kurdistanêye. Jiber vê çendê divê gotina gotina aşîtiyê xwebêja xwe bicihbibe û naveroka wê jî neyêt valekirin!
Dawiyê ez serketinê ji Kongra 13 .in ya PDk re dixwazim.
Îsmaîl Girikî
11.12.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.