بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 20 March 2010

Ez zarok bum lé mın Newroz nızani bu !
Ba me kesseki Newroz piroz ne dıkır.
Lé zalimeki hebuye u ew padişahé welat biye,
Gelek zalim buye u ew nexweş ketiye.
Her roj dest pékiriye méjiyen xorteki u keçeki bıxwe ku
şifa bıbıne ! ( Xwedé qet şifa nede )
Rojeki Hesinkareki rabuye u navé wi kewa buye ( Kawa ne kewa )
Hemi zarokén Kewa birine u tené maye laweki wi.
Kewa gotiye ez te xweş dıkım.
Bıla herkes derkeve der u ezé padişa tené bıminin.
Dıbé je ka sere xwe dayne vıra u çavén xwe bıgıre
U dura balyoza xwe bın péştemalé derdixine u heta jı té
lı seri wi dıxıne.
Seré wi dıpelixine u wi dıkıje.
Hemi mirov şa dıbın u dest bı şahiyé dıkın.

Dem çu em mezın bun çun dıbıstanan.
Rojeki em hin bun Newroz heye u ew cejne , lé qedexeye !
Gava dıbıstan tatil bu ez hatım mal u mın jı Apé xwe pırsi
Apo ew cejna Newroz é we çıma jı mera negot ?
Law" mın xwera karé xwe méze bıkın.
Karé weji xwendekariye ....

Dura cıxaré xwe véxıst u dur u dur méze kır.
Gelo çıma ?

Gava Newroz hat me dit ku ew gellek qedexeye !!!

Ew qedexeye lé çawa kur Tırk dıbé jın ki dinne Yalove qaymakamiyé ?

Me jı got ki dinne hukumata Tırkan ?

Me agır véxıst wan xweva kır.

Me cardi véxıst wan cardi xweva kır.

Ez nızanım çend sal çu ?

Lé rojeki hat édi ew agıra nayé xweva kırın !!!

Bıji Newroz !!!

Newroz gelé Kurd piroz be !!!

Ji rojhilate hata roj awawye, ji bakur hata basur. Li her nawceye,li her dera, bi hemi zerawayen kurda u li seren sere kurdistane u cihane. Weren, em newroze bi hevre piroz bikin. Sitran u govenden me weki gulen gulistanekene, Reng u dengen wan cur bi curin. Ev dewlemandiya a meye. Bextiyari bu me ku em xedane we dewlemendiyene. Le hayfi muxabil, em qedr u qiymeta ve dewlemendiye nizanin. Ve dewlemendiye bi cosheke netewi bi kar nayenin, we naparêzin. Ew dewlemendiyame iro di bin talana dijminemdaye. Weren em newroza 2010 ji bo xwe weke miladeke qebulkin u reka kurd u kurdayatiye bidne ber xwe. bi kurdi biaxifin bi kurdi bifikirin bi kurdi biniwisin bi kurdi bixwinin nabe edi em hem dawa kurdistane biken hem ji sere xwe di quna dijmineweken u bi zimane dijminen xwe biniwisin u bixwinin. Nebejin an iro an sube. Dem iroye despek pewiste iro be. Werin em edi bi tiriki neniwisin u niwise bi tiriki ji ne xwinin. Ger niwisek kelame xudebe ji bi tiriki be mahneye. bi dileki kurdawari bi cosheke kurdawari bes bi kurdi u bi kurdawari CEJNA NEROZE PIROZ BE

[size=medium]Destê Te xweş bî,gotinên te di cîhê xwe de ne. Lê belê kêmasîyekî gelek mezin di awayê nivîsandina te de ya bi zimanê Kurdî, heye. Gelo hûn Kurdên Bakur û zanayên me çima baş bi zimanê xwe ê zikmakî nizanin binivîsin. Heke mirov xwe bi zimanê xwe nikaribe baş ifade bike, ev kêmasîyekî helî mezin e.Hûn bi zimanê Turkî dikarin xwe wek"Tirkekî zana" ifade bikin, lê bi zimanê xwe nikarin. Heta çi radê mirov dikari ji kesên kurd ku baş bi Kurdî nikarin binivîsin re, Kurd bibêje.[/size]

Hinek kurden me hene dewlemendiya zimane kurdi nizanin. Eger yek bi zimane gunde wan nenieisibe ew chisteki fahm nakin. Le ew bo min ne giringe. Pewiste her kurdek bi zimane xwe biniwisine. Ferq nine, ka aw bi zimane gunde beko yan ji bi zimane gunde alo niwisibe. Hinek biraderen me dejin. Ma kurd bas bi kurdi naniwisin anji napeyivin. Ewa nezanineke mezine. Bele pewiste beri her chisht ew kesana bi kurdi hinben. Ji ber ku kurdiya gunde wan ji sedan 20 i ya kurdiye, ew kesan, kurdiye ji seden hefte fam nakin. Le mushkulame ye heri mezin ew ku, Alfabaya ku em pe diniwisinin tera kurdiye nake. Alfabaya K.Bedirxan bersiva hemu dengen kurdiye nade, gelek kemasi tede hene. Di teknoloji ya bo niwise bi karteaninde kemasiya tipen Kurdi hene. Kurdino bi kurdi biniwisinin. A heri bas bi zimane gonde xwe dest pekin. Ji ber ku hun heri bash zimane gunde xwe dizanin. roj bash

Alfabet nishanen(Naqeshen) pe ziman tene niwisandine. Bi wi awayi zimane ku ji dengan ava em dikanin bibinin bi chava. Alfabet ji tipan avadibi, ziman ji dengan. Dema ku milet bo zimane xwe Alfabake amadedikin,pewiste bo her degngeki tipek hebe. Hinek netew bixwe alfabata xwe icat dikin hinekji niwisandine ji milette ciran hindibin. Alfabaya wan digirin u we li zimane xwe tinin. Ger tipen alfabaye terayi dengen ziman nekin ew dikarin yan hinek tipen nu lekin, yanji bi hevbendiya yek cend tipan sawte dengeki bi cibikin. Alfabayeke bash, alfabayake bi asani te niwisandin, bi asani te xwendin u bi asani te hinbiyin e. A giring bo her dengeki tipek yanji kombinasyonek e tipa hebe. Niha ez werim e pirsate, hevale heja. Di zimane Kurdi de 37 deng hene. Le.. di alfabaya kek Bedirxan de 31 tip hene. Zimaneki weki zimane Kurdi, i dewlemend u ji pir zarawa u devokan chebuyi, dema te niwisandin peviste ku di niwiseda dengen li hew nez bas bene helichandin u mahna u sawte wan be guman be ziman u be fahmkirin. Alfabaya bedirxaniyan binatiyeke bas u gaveke gelek giringe. Em dikarin bejin ku ev li diroka zimane kurdi de shoresheke. Le pewisti bi fereh kirin a we heye. Dema em alfabaya xwe bi karbinin dibê em teknolojiya demi be hesibandin. Bi kurtayi yek cend minak: Çav(Çaw) u Çar - Tipa *Ç" di herdu beja de yeke le denge xwe ne yeke. Kar(xebat) u Kar(kara xezalan) - "K" di herdu beja de yeke le denge xwe ne yeke. Payiz u Pismam Kur(kurayi) u Kur(law) E wana yek cend minaken. êvar bash

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.