بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 19 January 2010

Êzdîyatî berbi ku? (Beşa çara)

Dr. Eskerê Boyik

Êzdî bûne civakeke cihanî:

Heta salên heftêyî sedsala borî, yanê weke çil sal berê, ji civaka Kurdên êzdî tek êzdiyên Rûsyayê ji welêt der dijîtin, ew jî bi kom li ser hev bûn, usa ku wan jî xerîbya xwe texmîn nedikirin, teyê bigota êzdîxanek berpala çiyayê Elegezê ji xwera çê kiribûn. Eger ji wan hinek demeke dirêj ji bo xebatê an menîke din diçûna cîkî din, li kî quncê wî welatê gewre jî bûna, dîsa çavê ean li Elegezê bû, merkeza wan li wur bû. Ku usa bima dewran jî derbaz bûna tu qezya undabûnê tunebû...

Vebûna dergê Ewropayê, bûyarên van dewya li Kurdistanê , hilweşîna weletê sovêtê bûn sebebê li nav cihanê belabûna Êzdiyan...

Belabûnê jîyana vê civakê liser sêrî welgerand, her tişt tev li hev kir.

Êzdi bûn civakeke cihanî.

Civaka, ku bi hezara salan gundî, koçer û nîvkaoçer bûn, halê fêodalyê, eşîretyê de dijîtin, bi xweyîkirina heywên va miûl dibûn, bi carekê va rengê jîyana wê hate guhestin, bûn bajarvan, ew jî bajarvanê welatên cihanêye here pêşvaçûyî. Êzdî wê guhestinê re amade nîbûn. Usa ne hazir ketine di nav meşa miletên bi kûltûr, tiradîsiya, xeyset û aborya xwe pirr cuda.

Eva bûyara, hejeke normal nîbû û bû sebebê gelek nexweşyên civakî.

Qewlên jîyana nû bi xwera “nûbûn“ kirne nava jîyana vê civakê. Gelek ji wan “nûbûna“ pirînsip û dogmayên êzdîtyê ra nameşin, hinek dijî qewl-edetên êzdiyatyêne û dibin sebebê nexweşyan. Carna ji bo malbetan digîhîn dereca tiragêdyayê.

Êzdîtî ol û ometeke civakî ye, xweyê rê-rism, erf-edet, eyd-erefat, rabûn- rûnişrandinên xisûsîye qedîm, xweye bawarîke hezarsalaye dewlemend. Berê –berê da Êzdî bi eşîrî, qebîlî jîyane. Xisûsiyên vê civakêye usa hene, ku eger karibin bîr û bawaryên xwe, heyîtya xwe xweyîkin, mecbûr gerekê, tev, bi kom, di nav civaka xwe da bijîn.

-Pirsên zewacê di cem Êzdiyan berkin. Zewaca Êzdiyan tek bi Êzdiyaran ra dibe. Pirsgirêkên zewaca oldaran hê dijwertire.

-Evdên Êzdî rê-rizm, eyd-erefat, mêrasîmên xweye olî û civakî bi hevra, civaka xwera çêtir dikin.

-Nabe mirîkî Êzdî goristana bawarmendên oleke din da bê veşartin. Oldar, birê axretê gerekê hazirbin. Qewl gerekê bêne gotin, şêx-pîr cinyaz bişon, kefenkin.

- Bisk hildan, mar birîn, û gelek tiştên din bal Êzdiyan hene, êdî navêjim derheqa xweparastinê, alî hev kirinê, zimên, perwerdê û gelek tiştên din...

Berê, dema fermanan yanê dijweriyan, Êzdî cî hil yan koçber dibûn, bi eşîrî yanê gund-gundîtî direviyan. Bi civakî koç dikirin, xwe li cîyê Êzdiyan digirtin. Cîyê nû, çiqas jî mecalê jîyanê cuda bûn, tengasî û dijwerî hebûn, civak li ser hev bû, bi hevra bûn, tev qewm, pismam, cînar û oldarê xwe bûn, jîyana xweye aborî, civakî û olî dimeşandîn. Cîyê nû ji xwera gund şên dikirin, koçer bûna dîsa bi hevra bûn. Pirobilêmên xweparastinê bi civakêra rehet bûn.Cîyê ku direviyanê bi pêşketina xweye kûltûrî, aborî, perwerdeyî pirr ji cîyê berê cuda nedibûn. Astengiyê zimên jî ewqas mezin nî bûn. Ji bo ji cîyê berê ewqas dûr nedçun, ji heremeke Kurdistanê diçûne heremeke din, hêvî û gumanên vegera warê berê timê hebû...

Koçberya vê carê cuda bû. Vê carê ne bi linga yanê bi hespa direviyan lê bi teyara, ne bi kom lê tenê, şexsî, bi malbetî, qaçaxî, kê çawa karibû, kê çawa çara serê xwe didît, kê xwe gîhande kîderê.

Û usa hatye standin bi hezara kîlomêtra ji wallet dûr, her malek ketye gundekî, bajarekî, tenê ji civakê birî.

Xisûsîke êzdîtiyêyê sereke jî ewe ku ev ola oleke kurdewarî-kurdistanî ye. Zimanê civakê û bawariyê kurmancî ye.. Ji pêra jî oleke serbixwe ye.. Êzdiyatî tu welatî, di nav tu miletî da tune, ku Êzdî xwe bi wan bigrin, herne nav wan û pêvajoya jîyana xwe ya civakî û olî tev wan berdewankin. Xirîstyan di nav miletekî xirîstyanî din da, anegorî ayîna ola xwe, bawarya xwe karin bijîn, usa jî musulman.

Lê Êzdî diçe li nav kîjan miletî jî, eger ser hev nine, bêyî xwestina xwe dikeve halê helandinê, devê bûyarên nemanê, undabûnê.

Êzdî, niha, demeke ji bo xwe pirr nerehet û dijwer dîjîn. Seranserê cihanê, wek moriyê têl lê qetiyayî bela bûne.

Her dera gumana wan a paşîrojê û bawariya wan e hebandinê lewaz bûye, erd di bin lingê wanda diheje, mecbûr, heta niha jî ji xwera bingehekê, cîyê starê digerin. Cihanê da yekî xêrxwez ku destê xêrê dirêjî wanke nîne. Di nav wanda hêzek, rêvabirîke xurt, jêhatî jî nîne ku wanra bi rastî rêke çareseryê bivîne. Guman ser van welatên têda penaberin jî kême. Deshilatdaryên van welatan jî wanra qewlên usa çê dikin ku hîvyên wane pêşîrojê dişkên...Timê tirsa şûnda şandinê, wan ji welatê xwe dexistinê heye.

Tev dixwezin Êzdiyan zû,-ecele di nav xweda bihelînin.

Çawa dibêjin cîk ji yê din çêtit nîne...

Halê çawabe?

Berdewane

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.