بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 12 November 2009

Bi Temûrê Xelîl re li ser Ermenîstanê û Tirkiyeyê

HEVPEYIVÎN:

- Gelo li alî Ermenistanê ev çawa tên nirxandin?
- Li Ermenîstanê bi tevayî ser wê bawerîyê ne, ku lihevkirina di navbera Tirkîyê û Ermensîtanê da tu caran nikare bi ser keve, eger Tirkîye bi kêmanî ji bo wan bûyeran uzra xwe nexweze. Ez jî wek hemwelatîyekî Ermenîstanê, wek kurdekî êzdî ser vê bawerîyê me.

HEVPEYIVÎN: Dema Qerebax kete destê ermenîyan, kurdên wira hinek ji tirsan, hinek ji fikira, ku ev ne şerê me ye, warên xwe terk kirin. Hukumeta Azirbêcanê jî tu tiştekî nake bona wan mihacirên kurd bi cî bike.

Wek tê zanîn yek ji pirsên aktueltirîn ê Tirkiyeyê pêwendiyên navbera vî welatî û Ermenîstanê ye. Bi taybetî bi minasebeta îmzakirina du protokolan di navbera herdu welatan de siyastmedar û ronakbîrên herdu welatan li ser meselê minaqeşên gurr û germ dikin.
Di vê navberê de pêwendiyên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê jî li gel vê dikevin nav minaqeşeyan. Çimkî serdestên Tirkiyeyê xwe li gel Azerbaycanê miletekî bira dibînin û gava Ermenîstanê bi şer dest danî ser Qerebaxê û erdên derûdora wê yên ku di bin serweriya Azerbaycanê de bûn, Tirkiyeyê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk li gel Ermenîstanê birîbûn û deriyê gumrikê ê navbera herdu welatan ji alî xwe de daxistibû.
NETKURD-ê xwest li ser vê pirsê bi kurdekî Ermenîstanê re; bi nivîskar û rojnamevanê naskirî Temûrê Xelîl re hevpeyivînekê bike da piçekî jî ne ji cebha Tirkiyeyê, ji wî rexê din ê Erezê, bi çavê kurdekî em meselê bibînin.

Kerem bikin hevpeyivîna li gel Temûrê Xelîl:

�

- Du protokol di navbera Tirkiyeyê û Ermenistanê de hatin îmzakirin. Ev protokol çi ne. Ew ê pêwendîyên herdu dewletan têxe çi rengî?
- Ew "Protokola derheqa damezirandina pêwendîyên dîplomak" û "Protokola derheqa pêşdabirina pêwenbdîyên herdu alîyan da" ne. Ew herdu protokol gerekê alî cînartîya qenc, danûsitendinên aborî û sîyasî û çareserkirina gelek pirsên bi jîyana rojane va girêdayî bikin.
- Gelo hukumeta Ermenistanê bi çi çavî li van protoklan dinêre?
- Dijminatîya bi dehan salan di nav van herdu dewletan da nikare deh salên din jî bikişîne. Ji ber wê jî hukumeta Ermenîstanê biryar kir di pêwendîyên herdu dewletan da hinek guhartinan bike, lê ji bo wê hinek şert raber kir. Ji wan ya sereke jî ew e, ku Tirkîyê gerekê nas bike, ku di destpêka sedsalê da, xwesma di sala 1915an da, Tirkîyê di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye, ango kumkujî kirîye. Tirkîye jî vê yekê qebûl nake û ew jî dibe sebeb, ku îhtîmaleke mezin heye, ku parlamêntoya Ermenîstanê ê wê protokolê testîq neke. Ango, du dewlet protokol îmze dikin, lê gelên wan dewletan wan protokolan îmze nakin.
- Tirkiye dibêje ku bi van protokolan Ermenistan hidûdê navbera Tirkiye û Ermensitanê û wan peymanên ku ji bo hidûd u mesela Naxîcewanê bi hukumeta Sovyeta berê re îmzakirine nas dike. Her wiha qebûl dike ku ji bo buyerên 1915-ê� komisyonek lêkolîna tarîxî ji herdu aliyan u ji alimên terefên sisê (mesela Swisre) tê de beşdar bin. Ew ê lêkolîn bikin ka ev buyer jenosid bun yan şarê du terefan.
- Ser mesela Naxçiwanê, ku bi ermenkî jê ra dibêjin "Naxîcêvan" (warê lê hêwirînê), belkî jî li hev bikin, ji ber ku di destpêka sedsalê da li wir piranîya binecîyan - weke 90 selef - ermenî bûn, lê niha li wir bi saya serê sîyaseta dagîrkarîyê û asîmîlyasyonê ya hukumeta Azirbcanê, hema bêje ermenî nemane, û di hêleke din va jî axa Naxîcêvanê bi Ermenîstana niha ra girêdayî nîne. Ermenîstan belkî li ser bûyerên sala 1915an sazkirina komîsyonekê jî qayîl bibe. Lê bal her ermenîyekî û her êzdîyekî, ku ji wê komkujîyê zirareke mezin dîtine, tu şik tune, ku ew gelkujî bûye. Derheqa vê yekê da bi sedan gotar, pirtûk, fîlm, belge hene, gelek dewletên mezin, wek Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî, Fransîya û yên din qebûl kirine, ku ew gelkujî bûye. Eger dewleta tirk warên wek gelîyan dikola, bi sedan, belkî bi hezaran ermenî û êzdî bi benekî dirêj bi hev va girêdida, davîte wî gelîyî û bi saxî xwelîya di ser wan da dikir, îdî gelkujî çawa dibe? Belkî jî xên ji tirkan û azirîyên biramakên wan tenê qebûl nakin, ji ber ku ji wan ra nehatîye gotin, eger ser wan bûyeran hatîye gotinê jî, şaş û feş hatîye gotin.
- Gelo li alî Ermenistanê ev çawa tên nirxandin?
- Li Ermenîstanê bi tevayî ser wê bawerîyê ne, ku lihevkirina di navbera Tirkîyê û Ermensîtanê da tu caran nikare bi ser keve, eger Tirkîye bi kêmanî ji bo wan bûyeran uzra xwe nexweze. Ez jî wek hemwelatîyekî Ermenîstanê, wek kurdekî êzdî ser vê bawerîyê me. Li dora Qersê navçeyeke mezin heye bi navê Dîgor. Piranîya gundên wê navçeyê gundên êzdîyan bûn. Niha li wir tu êzdîyek nemaye: tirkan beşek ji wan qir kir, beşek ji wan jî xwe li çemê Erez xistin, xwe avîtine ber bexşa dewleta Rûsîyayê, hatine Ermenîstana niha, li dor çiyayê Elegezê û deşta Araratê bi cî û war bûn. Êzdîyên warên din – yên Wanê, Mûşê, Erdehanê û yên din jî wisa. Ev têr ne kir, tirkan kurdekî xayîn – Tihar beg şande ser wan êzdîyan, ku ji zulma dewleta tirkan revîbûn û îdî li Ermenîstana niha hêwirîbûn. Wî begî bi lêpokên xwe ra tevayî li vir jî gelek êzdî kuştin. Rast e, paşê, wek dibêjin, bextê bêbxtan lê welgerîya, Ebdilmecîd begê êzdîparêz gazî Tihar beg kir û jê ra got: "Ka wan gulleyan bide min, ku te pê wan êzdî kuştin". Ebdilmecîd begê ew hemû gulleyên Tihar begê helandin, kire devê wî û ew bi wî awahî ceza kir.
Ez bi xwe jî wek ziyankêşekî wê gelkujîyê, dibêjim, ku heta Tirkîye bi kêmanî uzra xwe ji êzdîyan nexweze, lihevkirin bi tirkan ra nikare hebe. Ji ber ku, wek dibêjin, eger kal û bavên me ji gorê rabin, ji me ra bêjin "Lawo, ne eyb bû ji we ra, ku we bê uzirxwestin dostanîya bi tirkan ra îmze kir", emê nikaribin bersîva wan bidin.
- Hukumeta tirk dibêje ku di protokolê de tunebe jî eger Azerbaycan û Ermenistan li ser mesela Qarabaxê û erdên ku Ermenistanê dest danîne ser li hev nekin parlamentoya Tirkiyeyê van protokolan îmze nake.
- Eger peyman di navbera du dewletan da tê girêdan, îdî karê dewleta sisîyan li vê meselê ne ketîye. Eger bal tirkan, azirîyan û hinek kurdan şik heye, ku Qerebax ne erdê Ermenîstanê ye, lê xên ji tirkan û belkî azirîyan jî, li cihanê şika tu kesî tune, ku Qibris erdê tirkan nîne, ji ber ku welatê tirkan Tirkîye ye, û Kosovo jî erdê albanan nîne, ji ber ku welatê albanan Albanîya ye. Eger ne lîstikên sîyasî yên dewletên mezin bin, em hinekî dûr herin, beşeke Tirkîyê û Azirbêcanê welatê kurdan e, ku hatîye dagîrkirin.
- Carekê ji kerema xwe re tu karî biçeki konflikta navbera Ermenistan û Azerbeycanê bi me bidî naskirin?
- Di dema Sovyetê da hemû dewletên, ku niha cuda bûne, xwedî welatekî bûn, navê wî welatî jî Yekîtîya Sovyet bû. Dewleta Yekîtîya Sovyet bi sebebên cuda-cuda di sînorên xwe da hinek guhartin kir, Qrîm ji Rûsîyayê girt da komara Ûkraînayê, Abxazîya û Osêtîya Başûr kire nava teşkîla Gurcistanê wek otonom, ji bo çeçen û îngûşan otonomîyeke yekgirtî saz kir, Qerebaxa ermanîya jî, ku ji Ermenîstanê qetîyayî bû, wek otonomîya ermenîyan kire nava teşkîla Azirbêcanê û h.w.d. û dema piştî hilweşîna Sovyet her komareyek bû dewleteke serbixwe, komarên otonom jî de`w kirin, ku heqê wan heye serbixwe bin. Ji ber ku Çeçenistan û Îngûşêtîya di nava axa Rûsîyayê da bûn, ew li wir ji hev cuda bûn û wek otonom man. Lê Abxazîya, Osêtîya Başûr, Qerebaxa Çiya gotin, ku madem em berî damezirandina Yekîtîya Sovyet ne di nav axa Gurcistanê û Azirbêcanê da bûn, heqê me heye em ji wan derkevin. Û wisa jî kirin. Di vî karî da her tenê kurdên Azirbêcanê yên navçeyên Laçînê, Kelbecarê, Qubetlîyê, ku ji sala 1923 heta sala 1931 xwedî otonomîyeke bi navê Kurdistana Sor bûn, zêde zirarê ketin, ji ber ku jimara wan piştî asîmîlyasyona sipî ya ji alîyê Azirbêcanê da gelekî kêm bû û hêza wan têrê nake şerê rizgarkirinê bikin û serbixwe bin.
- Gelo Ermenî ê berî qebûlbuna protokolan di parlamentoyên herdu aliyan li gel Azeriyan li hev bên?
- Ermenî qebûlbûna protokolan di parlamêntoya xwe da bi lihevkirina bi azirîyan ra girê nadin. Tu pêwendîya protokola Tirkîyê-Ermenîstanê bi lihevkirina azirîyên esil îranî ra, ku xwe esil tirk dibînin, tune.
- Xelkê ermeniyên Ermenistanê bi çi çavî li vê lihevhatina herdu dewleta dinere?
- Piranîya xelkê ermenî dibêje lihevhatina herdu dewletan belkî rewşa me ya aborî xweş bike, lê şerefa me ji rewşa aborîyê gelekî bilindtir e.
- Tê gotin ku ermeniyên diasporyê li Lubnanê, Fransayê û Amerîkayê li dijî vê peymanê ne? Gelo mewqifê ermeniyên diasporayê çi ye?
- Jimara ermenîyên dîyasporê ji jimara ermenîyên Ermenîstanê ne kêmtir e, belkî zêdetir e jî. Û Ermenîstan welatê wan hemûyan e. Eger ermenîyên Ermenîstanê ji ermenîyên dîyasporê kêmtir dijî vê peymanê ne, ew jî her tenê bi rewşa aborîyê va girêdayî ye. Eger em mesela aborîyê jê derxin, ji hemû ermenîyên cihanê piranî dijî peymana bê uzirxwestina Tirkîyeyê ne.
- Ev protokol ji alî kurdên Ermenistan û Azerbaycanê yan yên Kafkasyayê çi tesîrê dike?
- Piranîya kurdên Ermenîstanê û Azirbêcanê, herwiha yên tevaya Pişkavkazê ser wê bawerîyê ne, ku tirkan çiqas ermenî kuştine, ji wê zêdetir jî kurd kuştine û ew kar bi dehan salan berdewam bûye. Eger em kurdan û ermenîyan himberî hev bikin, ev protokol zêde bi dilê kurdan e, ne bi dilê ermenîyan e. Ji ber ku hêvîya kurdan heye, ku dema Tirkîye bikeve Yekîtîya Awropayê, belkî mesele kurdan û Kurdistana Bakur çareser bibe. Lê ermenî tu hêvî ji vê yekê nakin, ji ber ku zanin, ku axa wan, ya ku Tirkîye piştî gelkujîyê dagîr kirîye, zehmet e rojek ji rojan li wan vegere, ji ber ku li ser wê axê ermenî nemane. Lê kurd ser axa xwe mane û jimara wan pir e.
- Gelo lihevhatina Ermenistan û Tirkiyeyê bi dilê Rusyayê ye? Hinek dibêjin ev lihevhatin ê Ermensitanê pirtir nêzî Amerîkayê, Ewropayê bike, loma ne bi dilê Rusyayê ye. Gelo wiha ye?
- Lihevhatina Ermenîstanê û Tirkîyê bi dilê hemû dewletên mezin e, wek Rûsîya, Amêrîka û Ewropa. Ji ber ku li Rohilata Nêzîk konflîktek hel dibe, aramî saz dibe, tirsa xiringêleyê û tevlihevîyan kêmtir dibe. Ev lihevhatin belkî jî Ermenîstanê pirtir nêzîkî Amêrîkayê û Ewropayê bike, lê tirsa Rûsîyayê ji vê yekê tune. Ji ber ku Ermenîstan bi dijminan va dorgirtî ye (Tirkîye, Azirbêcan, Îran) û parastvana xwe berî gişkî Rûsîyayê dibîne.
- Li Azerbaycanê van dawiyan hin pevçûn di navbera desthilatên azeriyan de heye. Tê gotin Ilhan Aliyev u terefên wî merivê Rusyayê ne. Naxwazin Tirkiye u Ermenistan lihev bên. Gelo ev rast e?
- Haya min ji vê meselê tune. Tenê zanim, ku lihevhatina Tirkîyê bi Ermenîstanê ra di rûyê meseleya Qerebaxê da ne bi dilê Azirbêcanê ye.
�
- Tê gotin li Bakuyê şerek navbera kurdan�û azeriyan de heye li ser desthilatê. Ev kurd kî ne, qeweta wan çi ye?
- Belkî jî ew şerê azirîyan û azirîyên bi esil kurd in. Ber dilê min ew herdu jî azirî ne. Bal me – kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê, gotinên "esil kurd", "bavfile" bi kar naynin, ji ber ku bi bawerîya me eger yek kurd e, dêmek ew kurd e. Eger esilê wî kurd e û dibêje ez azirî me - ew azirî ye, ango bê esil e.
- Ermenî û Azerî lihev bên, derîyên hidûd vebin, kurdên Tirkiyeyê pê kêfxweş in. Dibêjin ê ticareta herdu aliyan geş bibe, em ê biçin bên. Gelo kurdên alî Ermanistan û Kafkasyayê çi difikirin?
- Ji bo kurdên, ku ji bo wan tucaret ser şerefê ra ne, baş e.
- Ermenistan û Azerbaycan lihev bên ê rewşa kurdên Laçîn û derên din çi pê bê?
- Laçîn di navbera Ermenîstanê û Qerebaxê da ye. Dema Qerebax kete destê ermenîyan, kurdên wira hinek ji tirsan, hinek ji fikira, ku ev ne şerê me ye, warên xwe terk kirin. Hukumeta Azirbêcanê jî tu tiştekî nake bona wan mihacirên kurd bi cî bike, alîkarîya wan bike û cihanê ra dibêje, ku evana ew kurd in, ku di rûyê dagîrkarîya ermenîyan da ji warê xwe revîne. Tiştê herî xirab jî ew e, ku pir kurd zanin, ku ew ne şerê wan e, lê mecbûr in tevî wî şerî bibin, heta kurdên herdu alîyan gulle berî hev din, çimkî di ordîyên herdu dewletan da jî kurd hene.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.