بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 October 2009

Navnîşana vê malperê www.kurdistan-news.net e. Gerînendeyê wê ne diyar e. E-Peyama pêwendiyê [email protected] e.

Di rûpela serî de logoyekê ku ji nexşeya Kurdistanê hatiye çêkirin, bikartînin. Herwiha ji dêvla navên Kurdî yên demjimêrê, yên Îngîlîzî bikartînin.

[b]Vê logoya han kê çêkiriye?[/b]

CIAyê çêkiriye. Di sala 1992'î de bi navê "cihên Kurd lê bi girseyî dijîn" daye belavkirin. CIAyê sûd ji nexşeya Sevrê ya ku di parçebûna Împeratoriya Osmanî de qaşo bi navê Kurdistan û Ermenistan du dewlet pêşniyar dikir, wergirtiye.

Ev nexşe ne rast e. Agahiyên ku CIAyê ji kanên fermî yên dewletên Kurdistan dagirkirine wergirtine dihewîne. Kurdistan Kurdistan e. Ji Qefqasê, Qers, Îdir û Erdêxanê heya Eskenderûn, parçeyeke ji Mêrsîn û Edeneyê axa dîrokî ya Kurdistanê ye. Yek Kurdekê jî li Kurdistanê nemîne, ew der Kurdistan e.

Gorî logoya KNNê, Erzîrom, Riha, Dîlok, Sêwas, Ezîrgan, Gurgum (Mareş), Meledî, Erdêxan hwd gelek bajar ne yên Kurdistanê ne. Lewra ev nexşeya ji xwe re kirine logo van bajaran nahewîne.

[b]Bi demografiya Kurdistanê hatiye lîstin[/b]

Em hemî dizanin bi damezrandina Komara Dewleta Romê (Tirk) ve, xwestine Kurd bên pişavtin, li Kurdistanê hejmara wan kêm bibe û bi navê Kurd û Kurdistan tiştekê nemîne.

Bi fermanên serokkomar Îsmet Înonu (Îsmetê Kerr) û zagonên "Taqrîrî Sukûn" serî de li parêzgehên Meledî, Ezirgan, Dîlok, Semsûr, Erzîrom, Erdêxan ango parêzgehên di tixûbên Bakurê Kurdistanê de, xwestine hejmara Kurdan daxînin û wan li wir assîmîle bikin. Kurdistanê çarnikalî dorpêç bikin, hêdî hêdî berî berdin navendê.

Dewleta Tirk di vê karê xwe de gelek biser ket. Ji ber serhildanên Kurdistanê her carê Kurdistan vala kirine, Kurd sirgûnê nava wargehên Tirkan kirine ku bihelin, assîmîle bibin.

Îcar evana hemî sûcê dijminên Kurdan in, ne yên Kurd û Kurdistanê ye. Heger "29 serhildanên Kurd" bi komkujî û sirgûnan hatibin bersivandin, heger Kurd xizan û nexwendî hatibin hîştin ev ne sûcê Kurdan bi xwe ye. Hema em statîstîkên van 30 salên dawiyê bînin bîra xwe.

5 hezar gundên Kurdan hatibin rûxandin, 5 milyon Kurd ji Kurdistanê hatibin derxistin helbet Kurd dê ji mecbûriyetê koçberê bajarên Tirkan bibin. Helbet dê li hin cihan hejmara niştecihên Kurd kêm bibin.

Ji sala 1923 heya niha Kurdî nebûye zimanê perwerdeyê, Kurd hatine assîmîlekirin. Helbet wê gelek Kurd bi zimanê xwe nezanibin, assîmîle bibin, heya bigire xwe Tirk bihesibînin. Heger li Ezirganê dewlet gelek biserketibe, Kurd kiribe Tirk ev nayê wê wateyê ku Ezirgan ne ji parçeyekê axa Kurdistanê ye.

Hin ronakbîrên me Erdêxanê wekî bajarekî Kudistanê nahesibîbin. Kes nizane ku heya şerê Osmanî û Rûsan ê 1878ê, Erdêxan pirranî Kurd bûye. Kes nizane ku niha jî li wir Kurd dijîn û pirraniya xelkê Erdêxanê jî bingeh-Kurdbûna xwe înkar nakin.

[b]Çima KNN di ya xwe de israr dike[/b]

Nizanim. Min bi xwe jî ji vê malperê re e-peyam nivîsî û hişyariya wê kir. Min ji gelek kesan jî ev bihîstiye ku wan jî rexneya xwe kirine. Lê ev malpera han ji ya xwe nayê xwarê.

Heya niha kesê di nava rayagiştî de ev malper rexne nekiriye. Lewra kes naxwaze rexne bi şaşî were fêhmkirin, ziyanê bide malperên Kurd. Ez jî, ti kes jî xirabiya vê malperê naxwazin. Rexne ji hezkirinê tê.

Lê heger xelkê Melediyê, Erzîromê, Rihayê, Gurgumê, Dîlokê, Sêwasê, Eskenderûnê hwd pê bihesin?

Lê pê bihesin ku vê malperê ew ji Kurdistanê kirine der? Lê pê bihesibin ku vê malperê li Kurdbûna wan heqaretekê kiriye? Gelo dê reaksiyona wan çi be? Gelo dê ev malper çawa berevaniya xwe bike, bersivê bide?

Çi mafên kes an koman hene ku gorî kêfa xwe nexşeyên Kurdistanê çê bikin? Kê ev selahiyet daye? Erê ne tenê ev malpera han wisa bêbaldariyê dike, gelek kes, partî û devedorên me jî guh nadin nirxên Kurdan ku divê her Kurdekê rexneya wan bike. Ev berpirsiyariyeke neteweyî ye.

[b]Stop destdirêjiya nirxên Kurd![/b]

Ev e, dibe ev be bangewaziya me. Kê dibe bila bibe, bi zanabûn an nezanebûn, kê nirxên Kurd û Kurdistanê bide gotûbêjkirin, destdirêjiya wê bike, pêwîst e em li ber pozên wê bisekinin, destûrê nedinê.

Hêvî ye ku rexneya min di Nasnameyê de were weşandin. Hêvî ye ku ev malper îcar di şaşiya xwe de israrê neke, rêza axa Kurdistanê bike.

Bavê Îsmaîl

Ji malpera Nasname

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.