بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Aso Zagrosi, on 6 October 2009

KEÇİKEK Bİ AQİL

Tê gotin ku di demên buhîrî de li Kurdistanê Paşayek hebû. Paşa dixwaze bizane çawa xelkê bajêrî jiyan xwe a rojane birêvedibin.. Êvarekê Padişahê me derdikeve der û dikeve li nav kolan û taxên bajêrî..

Paşa dinêre keçikek bi tenê li ber çirayê rûnîştiye û teştekî didure... Paşa diçe li cem keçikê, wê silav dike û dipirse: tu li vê nîva şevê li vê derê tenê çi dikî? Tu bi çi ve qerîkî?

Keçik dibêje: “Ez sê dikim bi yek“..

Paşa ji keçikê dipirse “ka bavê te li ku ye?“

Keçik bersivê dide û dibêje : “ bavê min çûye dost bike bidûjmin“

Piştî vê bersivê Paşa ji keçikê dipirse: “ Dayîka te li ku ye“

Keçik dibêje: “ Ew jî çûye yek bike bi du“....

Piştî vê kurteaxivtinê li gel keçikê, Paşa yekser kolan û taxên bajêrî dihêle û vedigere ji bo mala xwe.

Herçiqas Paşa li ser bersivên keçikê difikire, gotinên keçikê tênagihîje... Paşa sibê zû radibe û diçe li cem keçikê. Ew ji keçikê dipirse û dibêje “min bersivên te dohî femnekirin û tu dikarî wan j min re bi zelalî şîrovebikî?“..

Keçik dibêje bersiva “Dost bike bidûjmin“ Do êvarê bavê min çûbû ji dostekî hinek perê bike ... Dostê bavê min perê qerz nade.. Ji ber ku bavê min gellek hejare... Bi awayî dosteyatîya wan tekdiçe û dûjminkarî destpêdike...

Bersiva “yek bike bi du“ Cînara me du can e.. Do êvarê dayîka min çûbû ji bo alîkarîya wê.. Bi alîkarîya dayîka min wê dema zarok bê ji bo vê dinyayê “yek dibe du“...

Bersiva “sê bike bi yek“ jî.... Sê kirasên min ên kevn hene... Ez hewl didim ji wan ji bo xwe kirasekî çê bikim....

Pîştî vê gotinê ji bo Paşayî xûya dibe, ku ev keçika gellek biaqil e... Paşa li gel wê dizewici û dewlemendîyek gellek mezin pêşkêşî bav û dayîka keçike dike...

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.