بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 7 August 2009

Barzanî:"Ji bilî tiştên di destûrê de hatine, min daxwaza tu tiştekî din bo neteweyê xwe nekiriye"

PUKmedia/

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya digel Kovara Newsweek'ê de ku rojnamenivîs Larî Kaplov pê re kiriye qala prosesa hilbijartin, civîna xwe ya digel Malikî û têkiliyên herêma Kurdistan ên digel welatên cîran dike.

Serok Barzanî derbarê hilbijartinan dibêje:“ Ev jib o xelkê Kurdistanê serkeftinek bû, di borî de xelkê me hatiye çewsandin, îro em em gihane qonaxekê ku mîllet dikare bi azadî dengê xwe bide kesê ku bi dilê wê ye.“ Ji bo derketina mixalefetê jî got:“ Ez pêşwazî lê dikim û hebûna mixalefetê wek diyardeyeke erênî dizanim.“

Derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê û civîna xwe ya digel Malikî de jî got:“Malikî telefonî min kir û pîrozbahî li min kir, ev gaveke girîng bû, bi ya me ev dê bibe sedema pêşveçûnên erênî. “

Li ser pirsa “demeke berê berrêzê te derbarê xirabiya têkiliyên we ên digel Bexdayê de, hindek daxuyaniyên tund da?“ got:“ Daxuyaniyên min bi awakî çewt hatin şîrovekirin, di rastiyê de helwesta min her wek roja yekê bû, min jib o neteweyê xwe ji bilî tiştên ku di destûrê de hene, daxwaza tiştekî din nekiriye, min timûdaîm gotiye ku ez bergirî li mafên gelê xwe dikim, take çekê ku di destê min de ye destûr e.“

Serok Barzanî li ser pirsa“ eger encamê vekêşîna hêzên Amerîkayê xirab be, dikare hûn bibin hevpeymanê Tirkiyeyê“ got:“ Tirkiye dikare di hemû Iraqê de roleke pozîtîf bilîze, eger ew hazir bin wî rolî bilîzîn, em hazir in, lê me destêwerdan li karûbarê xwe yê navxwe qebûl nîne.“

Li ser pirsa pirsa“ UN'ê prosesa danûstandinê divê jib o diyarkirina rewşa Kerkûkê, gelo

hûnê piştgirî li wê prosesê bikin“ got:“ Bersiva min pir kurt e, Kerkûk û navçeyên nakokbar ên din ji aliyê madeyeke destûrî ve hatiye diyarkirin ku tê de nexşeya çareserkirina wan heye, her alternatîfeke din dê meseleyê aloz bike.“

“Lê eger hûn di vî tiştî de tenê bin û yên din vê qebûl nekin?“

Serok Barzanî:“ Dê bê wê maneyê ku mafên gelê Kurdistanê hatine xwarin û binpêkirin, wê demê li gor ew tiştên ku li bin destê me ne, emê mafê xweparastinê bi kar bînin.“

Lê eger tu qala şer bike, ew dê ji we zêdetir bin?
Serok Barzanî:“ Hejmar nayê wê maneyê ku hertim dê ew biserkevin,tenê di sinduqên dengdanê de piranî qezenc dike.“

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.