بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 10 July 2009

Serok Talebanî got:
“ Nuha em hemû hilbijartina birayê me yên xweşdivî cenabê Mesûd Barzanî bi serokê herêmê biisrar in û yekdeng in. Kek Mesûd ji zarokiyê ve pêşmerge bûye û ez wî ji zarokiyê ve dinasim û dizanim ku hatibû ba pêşmerge, gencêk bû nû tifeng girtibû, ji wî çaxî ve hertim pêşmerge û berxwedêr bû û di rêza têkoşînê de bû û di rojên dijwar û nexweş de, di hewraz û nişîvên şoreşa rizgarîxwaz ya gelê me de li rex birayên din û hêzên in beşdarî têkoşînê bûye, lewra bi rastî hêjayê wê çendê ye ku em hemû wî wek serokê herêma Kurdistanê hilbijêrin.

Ji bilî xebata wî, Kek Mesûd serweriyên din jî hene, zarokê fermander û qeramenekî mezin î neteweyê me ye ku şoreşa îlonê piyade kiriye û bavê wî jî her ji zarokiyê ve di xebat û têkoşînê de bûye, kek Mesûd zarokê malbata Barzanî ye ku malbata Barzanî di çend salên borî de xwediyê serweriyeke mezin e di mêjûyê gelê me de, di hemû şoreş û xebatan de roleke mezin lîstine.

Lê tenê ji ber van sedeman em deng nadin kek Mesûd Barzanî belkî hêz û karîn, hêjayî û jêhatiye wî jî dike ku em hemû dengê xwe bidin wî daku bibe serokê herêmê, Her weha pêwîst e em dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanê ku lîsteya bidestxistina hêvî û amancên gelê Kurdistanê ye.“

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.