بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 4 June 2009

QETLÎMA TAMÎLÎYAN
Û
BERJEWENDÎYÊ DEWLETAN

Lokman Polat

Li cîhanê di sîyaseta dewletan de dostanî tune, berjewendî heye.

Li ber çavên hemû dewletên cîhanê qetlîama tamîlîyan pêk hat û deng ji tu dewletekî derneket. Dewleta dagirker a Srîlankê ku dewleteke netewperest e, paşverû ye û li wir dîktatorî heye, weke nazîstên Almanyayê kampên mirinê pêk anîye û gelê tamîlî kiriye kampan û her roj wan qetil dike. Dewletên cîhanê li gor mafên mirovî na, li gor berjewendîyên xwe tev digerin û li gor berjewendîyên xwe helwest werdigrin.

Ez bi têkçûna têkoşîna tamîlîyan êşiyam, li ber ketim, xemgîn bum. Gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, şer dike, dibe qurbana berjewendîyên dewletan. Têkçûna têkoşîna gelê bindest însanên demokrat, pêşverû, şoreşger û sosyalîst xemgîn dike.

Dewleta Srîlankê weke dewleta tirk nîjadperest e, dagirker e, mafên rewa yên tamîlîyan nedaye wan, ji bo wan heqê netewî û demokratîk nedaye û li wan zilm û zordarî kiriye. Gelê tamîlê di bin zilm û zordariya vê dewletê de hatiye peliçiqandin. Gelê tamîlî ji bo heqê xwe yê çarenûsîyê, ji bo desthilatdariya xwe pêk bîne, ji bo azadîya gel û rizgarîya welat têkoşîyaye, şer kiriye. Ev 24 salin ku li hemberê dagirkeriya dewleta Srîlankayê şerê çekdarî dimeşîne. Dewleta Srîlankayê – ku ji netewa bi navê Sînkha'yan pêk tê – aşîtî nexwest û bi xwînxwarî êrişê gelê tamîlî kir.

Di encama şerê bîst û çar salan de ji sed hezar zêdetir însan hatin kuştin. Di êrişa qetlîama herî dawî ya li hemberê tamîlîyan de hêzên dewletê bîst hezar însanên sivîl, jin, zarok, kalepîr û çekdarên rêxistina pilîngên tamîlî kuştin. Piştê qetlîamê jî qampên êsîran amade kirin û gelê tamîlî kirin wan qampên mirinê.

Dewleta Srîlankayê bi alîkariya dewleta Hîndîstanê û Çînê zora rêxistina pilingên tamîlî û gelê tamîlê bir û bi ser ket. Dewleta Hîndîstanê û bi taybetî jî dewleta Çînê, Xwedêgiravî pêşverû ne, antî-emperyalîstin û navê partiya desthilatdar ya li ser hukum a Çînê “Partiya Komunîst“ e. Lêbelê di helwestên dewleta Çînê de - ji dema Mao heta niha – diyar dibe ku tu eleqede siyaseta wan bi Marksîzmê ve tune. Helwesta wan ya ji bo gelê bindest helwesteke antî-Marksîst e, şaş e. Di dema şerê rizgariya netewî ya Bengladeşê de dewleta Çînê piştgiriya dewleta paşverû a Pakîstanê kir. Li Afrîkayê bû piştgirê hêzên paşverû û dagirker. Niha jî piştgiriya dewleta Srîlankayê dike.

Li cîhanê di sîyaseta dewletan de dostanî tune, berjewendî heye. Berjewendîyên dewletan nahêle ku dewlet bibine dostên gelên bindest. Têkoşîna gelê tamîlê têk çû. Li cîhanê tu dewleteke dostê tamîlîyan tunebû ku piştgiriya wan bike û pirsgirêka wan bibe têxe rojeva neteweyên yekbûyê û li cîhanê raya giştî bixe tevgerê.

Têkçûn ji bo gelê tamîlê felaketeke. Ji bo gelên bindest rewşa piştî têkçûnê gelek xirabe. Gelê kurd bi felaketên piştî têkçûnê dizane. Bav û kalên kurdan ji wan re behsa felaketa piştî têkçûna serîhildana Şêx Saîdê nemir, Dersîm û Agirîyê kirine û kurd dizanin bê ev rewş çiqas bi êş e, zor e, zahmet e. Bi qewlê bawermendan, “Xwedê carek din gelê kurd têk nebe.“

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.