Di  dîroka me de   gellek  rojên  giring  û zêrîn  hene.
Gellek    rojên tal û xwînavî   jî  hene.
Dîroka  Kurdan   hêj  nehatiye  nivîsnadin.  Em di destpêka  wê de ne.
Ev yeka hanê tal e,   lê   rast e.
Em  rojên tal a  netewa xwe   ji bîr tînin.  Temena  wan 200 salan  derbas nabin.
Lê  Newroz  wisa  nîne..
Dîroka  Newrozê  kes jî nizan e.
Hezaran  salin  Kurd  vê  cejnê  pîrozdikin..
Hezaran salin   di Newrozê de  agirê  Newroz bilind dibe.
Hezaran  salin li roja Newrozê li ezmanan  çiqas  stêrk  hebin  li ser  Kurdistan axa  Kurdistanê  ewqas agir  hene.
Ev  agirê  Newrozê     agirekî  pîroz e..
Ev  agir Zerdeştîyê  tê..
Ronahîya  xwe dide  li ser Kurdan..
Kurd   çiqas  di tarîyê de  bijîn,  agirê  Newrozê  wan bernade..
Ronahîya  agir  Newroza  di Kurdistanê de bû  çavkanîya   helbestên hezaran  helbestvanan...
Hezaran  dengbêjan   li  ser  Newrozê stran gotin..
Ev yeka  hanê  taybetmendîya  Kurdan e..
Dîsa   em hêdî  hêdî  berbi  Newrozê  û ronahîyê  diçin.
"Fîlosofê Ronahîyê"   Sohrewerdîyê  Kurd  bi sedema Ronahîyê  canê xwe da.
Sibê  Êvarê  şeva  Newrozê ye..
Agirê  Newrozê bilind bikin,  heta  hûn bigîjin ezmanan, heta  Kurd azad bibin.
Newroza we pîroz, her rojê we Newroz be!!
Aso Zagrosî
        
    
      
Re: Newroza We Pîroz be!!!