[img]http://www.serbesti.net/AlaKurdistane.gif[/img]Sefîrê Amerîkayê Ryan Crocker û serokê Kurdistanê di civîneke xatirxastinê de !
[img]http://www.krg.org/grafik/uploaded/2008/president_crocker__2008_07_21_h… serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selehadînê pêşwazî li sefîrê Amerîkayê yê li Iraqê Ryan Crocker û şandeya digel wî kir, bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî ya li Iraqê û bi mebesta xatirxwestinê serdana serok Barzanî kiribû.
Di civînê de Crocker ji bo hemû hevkariyan ku di dema karên wî yên li Iraqê de kirine, spasiya serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir, herweha amaje bi wê yekê jî kir, ji destpêka karê wî li Îraqê heta vê demê li Iraqê guhartineke erenî çêbûye, bi taybet jî herêma Kurdistanê di pir waran de pêş ketiye.
Crocker qala wê yekê jî kir ku, gelê Kurdistanê heta ku gihiştiye wê azadiyê ku bi çav tên dîtin pir qurbanî dane, destûr û pêwendiyên herêma Kurdistanê û Amerîkayê ku pewendiyeke bihêz e, ji bo dubarenebûna wan nehametane yên ku di demên bihurî de bi ser gelê Kurdistanê de hatine, misogeriya mayîna wê azadiyê dide.
Crocker got: “Em diltengiya xelkê Kurdistanê fêm dikin, çimkî di bihurî de êşeke pir giran kişandiye, pir qurbanî dane. Lewre heqê wê ye ji her reftarekê bitirse. Ew tirs jî ji wan karesatan tê.“
Li hemberî axaftinên Crocker, serok Barzanî jî, ji bo rola wî ya li Iraqê pesna Crocker da û dilxweşiya xwe ji bo wan pêwendiyên navbera gelên Kurdistanê û Amerîkayê nîşan da. Herweha Crocker wek dostekî pir nêzik ê xwe û gelê kurd binav kir û hêvî jî xwest, piştî vegera wî bo welatê xwe, ew dostanî û pêwendî berdewam bibin.
Serok Barzanî got: “Qurbaniyên ku gelê Kurdistanê dane pirin ji van destketan, lê tevî vê yekê gelê Kurdistanê ji vê rewşê kêfxweşe û ji bo avakirina Iraqeke federal, demokrat, parastina tecrûbeya demokrasiyê, dê berdewam hewl bide. Bi tu şêweyek jî nayê qebûlkirina ku ev tecrûbe ber bi dîktatoriyê ve biçe.“
Serok Barzanî diyar kir jî ku xelkê Kurdistanê berdewam pêbendî destûrê ye û berevaniyê jê dike.
Çavkani: www.krg.org
Re: US Ambassador Crocker meets Kurdistan Region's leadership in