بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 30 December 2008

[center][b] [size=x-large] [color=#990000]PIRSGIRÊKÊN CIVAKA KURD
Û PÊŞKETINÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ[/color] [/size] [/b][/center]

[center][img]http://img222.imageshack.us/img222/4840/hec1re0.jpg[/img][/center]
[center][b]Şêxê Êzdiyan li Şêxanê û du feqiyên Kurdistanê[/b][/center]

[center] [b][i] [color=#0000CC]Geştnameya Hecî Kardoxî ya taybet[/color] [/i] [/b] [/center]

Ez bawer dikim, ku gelek ji me kurdan, em xwedî daxwaz û heskirina çûna Kurdistana azad in. Vêca çend ji kê be, wê li gor keys û derfetên xwe, bixwaze here Kurdistanê. Ji bo min ji her tiştî girîngtir seredana zaro û xortên kurd e, ku biçin welatê xwe bibînin û hest û daxwaza xwe ya nasnameya xwe bi hêztir bikin. Lewra ji bo min di pileya yekem de ez ê bixwazim ku zarokên xwe jî carekê bibim Kurdistanê, da ew bi xwe bibînin ka beşek ji welatê wan çewa bi rê ve diçe, îdarekirina welat bi her rengî ve, bi taybetî di warê perwerde û leşkerî ve ku dê hest û baweriyeka berdewamî (muqîm) bide wan. Ji ber ku seredana wan ta niha bo bakurê Kurdistanê bûye û ji bilî polîs û jendirmên tirk, tu kesekî din ne dîne. Helbet wê ji bo wan leşker, polîs yan dersbêjekî ku bi kurdî bipeyîve dê cihê balkêşê be.

Di dema seredana xwe ya vê carê de, seredana min bo başûrê Kurdistanê di gel komeka hevalên wergêr (mutercum) bi serpereştiya TÖI ji Enstituya Wergeran ya Zankoya Stocholmê ku me seredaneka resmî pêk hanî. Em di vê seredana xwe de bûn mêvanê zankoyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî, Hewlêr û Dihokê. Hejayê gotinê ye ku mirov bêje, ev grûba wergêrên kurd amadekariya Ferhengokeka Termînolijî ya Swêdî û Kurdî dikin. Seredan ji ber vê yekê bû.

Enstituya wergeran ta niha bi gelek zimanan ferhengokên weha amade kirine û niha jî bi kurdî amadekariya ferhengoka dike.

Di geşta (sefera) xwe de, me seredana gelek dever, dam û dezgeyên fermî kir ku bi kar û barê me ve girêdayî bûn. Bo nimûne; hemû kolejên ziman ku bi zankoyên Kurdistanê ve girêdayî ne, Nexweşxaneya Hewlerê Beşê Niştergeriyê, Korî Zanyarî Kurdî, di gel yasazan, Bizîşkên Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd û hwd..

Di van dan û sandinan de me çend semîner jî pêk hanîn û me gelek sûd ji wan wergirt û Wezareta Xwendinê ya bilind biryar girt ku komîteyek bê danîn û ev komîte berdewam be li ser peywendiyan di navbera Kurdistanê û derva de.

Ez dê li vir zêdetir li ser serdana xwe ya fermî ranewestim, lê tiştên ku ji bo min cihê balkêşiyê bû, ku di van salên dawiyê de, li başûr guhertin û pêşketin çêbûne.
Her çend seredaneka kurt be jî ez dişiyam hindek tiştan bibînim ku ji bo min balkêş bûn.

Heger ez salên xwe yên 1981-87 ne jimêrim ji ber ku wê demê Seddam li ser desthilatê bû. Cara yekê piştê raperînê, ez li sala 1992'yê çûm Kurdistanê. Wê demê baş têt bîra min ku li aşxaneyên Kurdistanê nan tunebû meriv bixwara. Nan û xwarina ku hebûn jî paqij nebûn û meriv newêrî bû ku bi dilekî rehet wan xwurakan bixwe.

Cara duyem ku ez 2004 an de çûm Kurdistanê mirov guhertinek ber bi çav di nav bajar de didit, xwurak bêhtir bûbû, jimara hotêlan bêhtir bûbûn, otomobîlên luks, paqijiya nav bajarî û aloziya trafîkê, kesên parsek ku li ser papûran (cadde) destê xwe vedikirin ji bo alîkariyê, dibistanên nivxirabeyî û bêser û ber, mamosteyên ji xwe nebawer, avakirina hin sendîqe û rêxistinên medenî û mirovî, reveberiya partiyên Kurdistanê di serî de PDK û YNK û yên din û tiştên weha...

[b]Pêşketinên berbiçav[/b]

Tiştê ku bala mirov dikşîne di rêza serî de otêl û aşxaneyên luks in. Navendên kirîn û firotinê jî yên luks vebûne. Mirov dikare van cihan di asta refên navnetewî de bijmêre. Avahî jî li gelek cihan çêbûne lê kalîta wan gelek ne baş in. Hindek şîrketan karê xwe baş çêkirine, bi taybetî yên ku ne hukmî ne. Hindekan jî karê xwe suxre kirine û qelpiya wan diyar dibe dema ku meriv dikeve nav avahiyê.

[b]Silêmanî[/b]

Dema ku em çûn Silêmaniyê ji ber rewşa hewayê, barana dijwar keysa me çênebû ku em hind cihên xweş ku hatibin çêkirin bibînin. Lê di hindek beşên Zankoya Silêmaniyê de cihên xweş vebûne. Astê xwendinê her çend baş ne be jî, li gor salên berê baştir bûye.

Di dema seredana xwe de min ji çend xwendevanan pirsyar kir; aya astê xwendinê çewa ye? Xwendevanan bersiv dan ku di warê ziman de xwendin gelek ne baş e ji ber ku piraniya mamostên me ereb in û em jî bi erebî baş ni zanin, herweha inglîziya me jî hinde ne baş e, ku têra xwendin û dersan bike. Zimanê me yê herî baş kurdî ye û mamostên me jî baş bi kurdî ni zanin.

[b]Azadî[/b]

Azadiyeka pirtir û hemereng li Silêmaniyê hat ber çavên min. Gelek dirûşmên hemereng hatibûn nivîsandin, lê hindek ji wan bo min balkêş bûn. Min dît ku dirûşmên PKK û nîşana Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê bûn.

[center][img]http://img222.imageshack.us/img222/6701/hec4te7.jpg[/img][/center]
[center][b]Rektorê Nexweşxaneya Hewlêrê di gel Dr. Kurd[/b][/center]

[b]Hewlêr[/b]

Bajarê Hewlêrê bi pêşketina xwe diyar dike ku paytext e. Gelek cihên xweş û ciwan çê bûne. Deverên ku nuh çê bûne û bi serê xwe ne gelek ciwan xuya dikin. Lê hindek dever hene, ku nû jî çê bûne lê derdora wan avahiyên kevn in û xemla wan bi hemî ve diguherîne.

Gelek parkên ciwan hatine avakirin, hotêl û resturang jî bêhtir bûne. Gelek ji aşxaneyên luks ji aliyê Kurdên bakur ve hatine avakirin. Bi taybetî Diyarbekirî û Batmanî. Her çend li nig me ew kurdên bakur bin jî, lê dîsan li wan wan 'restûrangên tirka' yan jî 'kurdê tirkan' dibînin.
Di suhbeteka xwe de, di gel kurdekî Diyarbekirê min gelek gazinde guhdarî kir ku ji bo wan gelek zehmetî derdixin ji aliyê dezgehên hukmî ve. Bo nimûne dema dirêjkirina rûniştina wan ya karî. Garsonek bi navê A.A digot eger ji mecbûrî nebe ez rojek jî li vir na mînim. Min got çima bira? Wele ji her alî ve, ew em wekî xerîb dijmêrin û ew jî bi me re wek xerîb, ne wek Kurd didin û distînin. Hem ji aliyê dezgehên hukmî ve û hem jî ji aliyê xelqê ve.

[center][img]http://img70.imageshack.us/img70/3504/hec3jc0.jpg[/img][/center]
[center] [b]Dr.Shefik Qezzaz, serokê Akedemiya Kurdî[/b] [/center]

[b]Dihok[/b]

Li Dihokê jî pêşketinên berbiçav çêbûne. Li vir jî hotêl û resturang di serî de tên. Sûk û bazar ji herdemekê pirtir zindîtir dihat xuyakirin. Aloziya (kirîza) aboriya cîhanê wesa xuya dikir ku hîkariyeke (tesîrekê) li ser kar û jiyana wan ne kiriye. Kel û pelên dikanan ji sedî not û neh berhemên biyaniyan e. Di serî de yên Tirkiye û Îran..

Li Dihokê cihê herî xweş ku kêfa min pê hat Navenda Rewşenbêrî ya Dihokê bû. Reng e cihekî weha luks li Stockholmê jî nebe.

[b]Karkerên biyanî[/b]

Cihê balkêşiyê bû ku di gelek deverên kar û bazaran de biyanî kar dikin. Bi taybetî di otêl û aşxanan de. Li balafirxaneya Hewlêrê jî hejimara kesên biyanî gelek in. Min pirsyar kir bo çi hinde biyanî kar dikin? Bersiv ev e bû ku kesek naxwaze kar bike. Helbet ev e ji aliyek dinve nîşana pêşketina wî welatî jî dide xuyakirin, ku kar heye û pêwîstî bi karkeran jî heye. Lê bi ya min hizr û bîra derebegatiyê ye ku naxwazin di karê kesek din de kar bikin.

[center][img]http://img222.imageshack.us/img222/1581/hec5ol4.jpg[/img][/center]
[center][b]Prof Dr. Nizar Mihemed, cîgire zankoya Silêmanî[/b][/center]

[b]Ava jiyanê[/b]

Berê niha tu biçuya kijan resturangê te yê ava Heyatê bidiya. Lê niha cihkî ji bo ava pakij jî li ser rêya Hewlêr û Dihokê bi navê Jiyan hatiye avakirin. Her çend tahma wê wekî avên dî xweş ne be jî dîsan, mirov hez dike ku ava jiyanê vexwe, ne ku avên din, ji ber ku berhemeka netewî ye.

Di suhbeteka xwe de di gel yaridederê Zankoya Silêmaniyê Nizar Mihemdî wek henek min got, mamoste min bawer dikir, ku bi tenê li vî welatî zarok tên cêkirin, lê va ye xuya dike, ku hûn ava vexwarinê jî çê dikin. Keniya û got belê pêşketin heye.

Reqabeta hotêl û resturangan weha kiriye ku nirxê razan û xwarinê kêmtir bibe. Lê dîsan jî eger mirov pîvanekê bike li gor Swêdê ji vir nirxa tistan girantir e. Bo nimûne otêlek 3 stêr şeva wê 60-65 dolarî ye. Li Swêdê 35-40 dolarî ye. Xwarinek li aşxaneyeka nîv klas 15 hezar dînarî kêmtir nine ku dike 13 dolar, dike 105 kronê swêd.

[center][img]http://img70.imageshack.us/img70/6334/hec2yn2.jpg[/img][/center]
[center][b]Dîmenek ji xurakên Kurdistanê[/b][/center]

[b]Musrîfiya Xwarinê[/b]

Xwarina ku davêjin zibil û gilêşê têra zarokên bircî yên Diyarbekir, Batman û hemû zarokên başûrê Kurdistanê dike.

Dema mirov li kurdên başûr dinêre mirov qelewiya wan, kiloyê wan yê giran li ber çavan dibine. Ji sedî 80 mirovên wan xwedî nexweşiya qelewiyê ne. Ev jî ji xwarina têrgoşt, têrdon û kêm keskatiyê têt. Liv û tevgera laşsaxiyê jî, ji xwe pir kêm e. Xwarina ku ji bo kesekî serwîs dikin bi rihetî têra sê kesan dike. Bi rastî mirov ji sêyan yekê xwarina xwe dixwe û ya mayî jî diçe zibil û gilêşê (sergo, çop) û heyfa min gelek pê hat û ez her wê gavê zarokên birçî yên Amed û êlihê ku li ser sergoyan xwarinê berhev dikin, hat bîra min.

Di vê babetê de rola masmediya kurdî divêt zêde be ku li ser van tiştan binivîsin. Bo nimûne di gel xwedanê resturangê biaxivin ku porsiyonên xwe kemtir bikin û hindek bihayê xwarinê jî kêmtir bikin. Ez bawer dikim ku wê xizmeteka hêja be. Ji ber ku di demek da ku cihan ber bi xela û birçîbûnê ve diçe, pêkhanîna karekî weha pir pêdivî û pîroz e.

[b]Trafîk[/b]

Li Kurdistanê ji tixûbê (heddê) xwe zêdetir otomobîl hene ku ev yek jî dibe egera kaosê li hindek cih û deveran. Her çend çûn û hatina trafikê di nav bajarî de baştir bûbe jî, lê dîsan kêm e. Rêkên dervayê bajaran xirab in, ji ber çûn û hatina otomobîlên bargiran, çalên mazin di riyan de çê bûne. Agehdariyên ku divên li ser lewhên rê hebin hema bêje ji bin ve nîn in. Em ji Hewlêrê çûn Silêmaniyê û Dihokê, lê me di rêda qet lewhekî ne dît ku em zanibin ka çend km rê maye. Me ji şofêrê xwe pirs dikir wî texmina xwe li gora demjimêran digotin. Dihok û Hewlêr li dora 3 demjimêra ye. Lê tu nizanî ka çend km dûr e!!

[b]Rewşa Kurdên Êzdî[/b]

Kurdên Êzîdî azadiyeka wan ya kertî (nisbî) heye li Kurdistanê heger mirov pivanekê di navbera nûke û dema Seddam Huseynî de bike. Ta niha jî kurdên musulman bi çavekî nizim berê xwe didin kurdên Êzdî. Bazirganî di gel wan pir kêm e. Yekê musulman pirr bêgav (mecbûr) ne be naçe li resturangeka kurdekî Êzdî xwarinê naxwe! Bi taybetî piştê rûdana revandina keçika kurda musulman ji layê xortê Êzdî ve, pileya tirsê di nav Êzdiyan de pirtir kiriye. Lê niha desthilata Kurdistanê giringiyekê dide ser mesela îdarekirin û birêvebirina devera Êzdiyan ku kesekî yasazan li deverê xebatê dike.

Teyar Germavî ku pêşmergê şoreşa gulane li deverê xebateka gelek hêja dimeşîne. Teyar Germavî li zankoya Dihokê beşa yasayî xwendina xwe temam kiriye û berê vî karê jî berpirsê Wezareta Rêkxirawa Mafê Mirovan li Dihokê bû. Teyar pêzanînên (tecrûbên) wî ji dema şoreşê tê û niha li deverekî gelek nasik (xessas) kar dike û devera wî ji sê olên cuda, Êzdî, Mesîhî û Musulmanan pêk têt. Li gor bîr û baweriya min Mesîhiyên Kurdistanê maf û azadiya wan û pêçêbûnên wan ku Hukmeta Herêmê pêşkêşê wan kiriye ji ya kurdên Êzdî pirtir e.

[b]Rewşa Cotkaran[/b]

Î sal rewşa cotkarên Kurdistanê ji ber kêmavî û hişkîtiyê xirabtir e li gor salên berê. Dexil, genim û ceh hema bêje qet ne bû. Lê ya ji hemuyan kembaxtir ew e, ku cotkar çi mifayê ji berhemên xwe nagrin. Tu li sûka meywe û sebzeyan (keskatiyê) dinêrî, ku ji sedî 80-90 wan ji derve ne. Sebz û mêwên ji Sûriye, Îran û Tirkiyê di giraniyê de ne.

Em çûn devera Berwariya ji bihna sêv û biyokan mirov mest dibûn. Pirr mixabin, ku berhemê wan li bin daran diriziyan pûç dibûn û ne dikarîn qet faydeyekê jê bikin. Kalîte û tama sêvê Berwarî li ser bextê min ji ya sêvên dî, gelek xweştir e. Heta min çend sêv anîn Swêdê jî û zarokên min jî xwarin her yekser tahma wan ji yên dî cuda dikirin. Min pirsiyar kir bo çi hûn sêvê xwe na firoşin û li bin daran we kom kiriye? Bersiv ma kî dê bikire. Fêkî hemî ji derve têt û gelek giran e jî lê yê me kes çi pate pê na ke. Hukumet jî na stîne û em perîşan bûne. Gotinek heye ku dibêjin “giyayê hewşê tahl e.“

Bi rastî Hukmeta Kurdistanê texsîrîkî gelek mezin dike û heta xedreke mezin li cotkarên Kurdistanê dike. Ez hêvîdar im ku Wezareta çandinê dest bavêjê rewşa cotkaran, ku cotkar karibin ji berhemên xwe sûd werbigirin.

[b]Ziman[/b]

Wek têt zanîn di vê salê de kêşeya diyalekta Kurmanci û Soranî zêde bûye. Bi taybetî jî di warê perwerdeyê de. Li Dihokê min ji cend mamostan pirs kir ka rewş çewa ye. Mamostan bersiv dan ku heta xwendina seretayî û navendî kêşe tune, lê dema ku xwendevan lîseyê hew (xilas) dikin û dikevin ezmûna zankoyê, wê demê zehmetiyeka mezin derdikeve pêşberî xwendevanan, ku nikarin pileyeka baş bi dest bixin bi taybetî li devera Behdînan. Ji ber ku ezmûn û pirsên ezmûnê hemî bi Soranî ne. Xwendevan ji Soranî baş tê na gehîje û mamosteyê ku ezmûna xwendevanî dixwîne, rast dike û pûan didê ew jî bi Kurmancî baş ni zane ka xwendevan çewa bersiva xwe daye. Li vir xedrekî mezin li xwendevanan dibe, lewra pileya ezmûnê ya bidest ve înanê li gor deverên din kêmtir dibe.

Min li devera Hewlêr û Silêmaniyê ji maosteyên Zankoyan pirsî; ka dîtina wan ya ferzrkirina zaravê Soranî li ser devera Behdînan çi ye? Wan got mesele kêşeyeka siyasî ye, heger siyasî ne be çareserkirina wê hêsan e. Heger xwendina seretayî û navendî bi Behdînî be bo çi lîse û xwendina bilind ne bi Kurmancî be.

Li Zankoya Dihokê cîgirê Zankoyê Dawid Etrûşî suhbetek di gel me kir ku li Norweçê du zaravên sereke hene û herdu jî resmî ne di perwerde û hemî cihên fermî de û çi asteng jî dernakevin. Vêja bo çi em ni karin kêşeya xwe wek Norweçiyan çareser bikin.

[b]Çapemenî û masmediya[/b]

Heskirina xwendinê di nav milletî, bi taybetî di nav xwendevan û rewşemnîran de pirtir bûye. Di seredana xwe ya weşanxane û Çapxaneyên Kurdî de me vê yekê dîtin. Bi taybetî li Hewlêrê dezgeha Aras çapxaneyeka gelek modern e ku di astê Ewrûpa de dixebite. Bi dehan karker di weşanxane û çapxaneyê de kar dikin.

Li Dihokê jî weşanxana Sipîrêz di asteka modernda ye. Mixabin li Silêmaniyê delîve bo me çênebû ku em weşanxanên wê derê bibînin.

Min ji rojnamefiroşan pirsyar kir ka gelo kîjan rojname pirtir têne firotin? Hevwelatî û Awênê di serê rêzê da bûn. Li her sê parêzgehên Kurdistanê bi dehan kanalên TV û radyoyê hene ku 24 demjimêr weşanê dikin. Muzîka ku pirtir têt guhdarîkirin ji dengê hunermendê Kurdên bakur in ku stranên Zazakî jî di navde ye.

[b]Bazirganên Kurd[/b]

Bi rastî ji bo min pirr zehmet e ku ez bawer bikim ku bazirganên kurd yên millî henbin. Ez bawer dikim ku bi dehan bazirganên kurd hene ku sermayeka gelek zêde di destê wan de heye. Lê mixabin aqilê wan û mejiyê wan di berîka wan de ye. Xerciyên her qesreka ku li Dihokê hatiye avakirin dikarin fabrîkeyeka picûk pê ava bikin û berhemê wê faydeyê bigehîne hemû gelê Kurdistanê. Lê mixabin ticaret û bazirganiya wan ya berîkê ye. Dixwazin rojane malê xwe bifroşin û zû qezencê bikin. Min ji nasekî pirs kir bo çi we hinde pare heye û hûn palûkeyek (fabrîqeyek) çê na kin û hûn bi tiştên beredayî ketine? Bersiv ev e bû: 'Ji bo çi ez ê Nêçirvan Barzanî bikim şerîkê xwe û nîvê fayda xwe di gel vî par bikim? Hema weha bo min baştir e û ez pirtir faydê dikim.' Ev e gotinê wî ne vêca li ser bextê wî..

[b]Jingeh û xerakirina jîngehê[/b]

Heta niha ez li gelek welat û kişweran geriya me û min sirûştên ciwaniya welatan diye. Bi rastî kêm welat hene ku bi ciwaniya xwe bigehîjin sirûşta Kurdistanê. Lê mixabin mirovên me hinde neyarê sirûştê ne, ku ev çend ne neyarê neyarên xwe ne. Baş têt bira min û çi car jî ji bîra min na çe. Hîna du salên min li Swêdê qediya bû. Komela me ya Kurdî di gel ya Japonî, Yunanî û hindek komelên din, di gel rêxistineka Swêdî em çûbûn daristanê da ku em sirûşt, giya û dar û berên Swêdê nas bikin. Em li çolekê nav daristanê rawestiyan û me firavîn xwar. Di gel me çend hêkên kelandî hebûn û min hêka xwe qeşart û kevlên wê jî havêt erdê. Lê mamosta me gelek xemgîn bû got çênabe em jîngehê gemar bikin, ji kerema xwe bila her kes zibla xwe bike vî kîsî! Paşê min got mamoste ma ev e çol e çi zirara vê digehîje jîngehê? Wê got gelek digehîjê. Jîngeh gemar dibe. Divêt ku em wek nav mala xwe berê xwe bidin jîngehê. Min got mamoste bibûre.

Dema ku ez ji nav bajarê Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê derketim bi rastî dîmeneke gelek kirêt ket pêşçavên min. Min digot qey hima hemî dever, herdu layên papûran zibilxane ne. Ji şûşên plasîk yên avê bigre hima hemî cih wek ser sergo zibil û gilêş e.

Em çûn nehiya Elqûşê hevalekî pêşmergê herdû şoreşan Ebû Leyla bûye berpirsê Jîngehê. Min got Ebû Leyla malxirab ev e çi ye hûn di nav gilêşê de dijîn? Got welleh rast e, lê em dê kampanyeka paqijiyê dest pê bikin.

Di salên 1981'ê de li her nizar û lateka Kurdistanê dengê qubquba kewa dihatin, lê min vê care ev deng ne dît. Min ji gundiyekî Berwarî pirsî bo çi? Got ji ber pezê ereban ku li vir in loma. Pez hêlîna kewan xira dike loma kew nikarin çelekewan bifirînin.

[b]Kompaniyên ji bakurê Kurdistanê[/b]

Jji vir çend sal berê bi sedan şîrketên kurdên bakûr berê xwe dabûn başûr û ji xwe re wek hêvî û serkaniyeka jiyanê didîtin. Heta ku Seddam li ser desthilatê bûn rewşa Kurdên başûr ji ber bazirganiya benzîn û mazotê, cigare, çay û kel û pelên din gelek baş bû. Helbet berê ku hukmeta AKP bê desthilatê mafya tirkan jî di destê Mehmet Agar û tîpa wî da bûn û qaçaxçitî pirr dibûn û beşek ji vê qaçaxçitiyê digehîtin xelqê deverê. Lê di van salên dawiyê de ji deh şîrketan yek maye û ew jî ji jiyana xwe ne memnûn e û ji destê wî bê wê bireve. Ji xwe bi dehan şîrketan sextekarî kirine û polîsê Kurdistanê li wan digere. Helbet sedemên vê gelek in çima dev ji kar ber didin û diçin? Lê egera serekî ev e ku her kesê zirar kir û dev ji karê xwe berdan. Vê gavê çend şîrketên mezin yên ku peywendiyên wan di asteka bilind de bi hukmetê re hebin, ew mane û yên ku karê wan temam jî dibe, pirr zehmet e ku careka din kar werbigire.

[center][img]http://img70.imageshack.us/img70/109/hec6xj7.jpg[/img][/center]
[center][b]Dagera (remz, sîmbol) faşîstên Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê[/b][/center]

[b]Jiyana civakî ya gel[/b]

Heger mirov pîvanekê bike di navbera salên 1991 û heta niha de wek erd û ezman ferq heye. Ya ji hemiyan giringtir zikê milletê têr e. Di seredana xwe ya yekem û duyemîn de min li kolanan mirovên hejar ku destê xwe vedikirin û parsê dikirin gelek dîtin. Lê vê carê min kesek parsek ne dît. Li resturangan gelek kes hene, ku bi malbatî tên aşxanan xwarinê dixwin û pêwîstî na bînin ku li malê xwarinê bo xwe yan jî bo mêvanên xwe çêkin. Ev e jî nîşana dewlemendiya civaka Kurdistanê ye.

Di destpêka sala 1991 de li kolanan, li bazar û çarşiyê takekes jin hebûn ku ew jî bi çarsefa reş li kolana digeriyan. Vê carê hejimara jinên li nav bajarî zêdetir bûn û keçên ciwan servekirî jî bi dehan mirov rastê wan dihatin. Helbet ev ji bo Hewlêr û Dihokê ye. Li Silêmaniyê sala 1991 ê jî mirov hejimareka zêde jinên servekirî didît.

Li kurdistanê kesek feqîr hema bêje nîn e. Bi rasti min li gelek deveran ji şofêrê taksiyan pirsyar kir, ka kêmasiyên civatê çi ne, ka wan çi divêt? Bersiv ev bû ku digot: Elhemdulillah me her tişt heye, azadî heye, tirs nîn e û em ne birsî ne.

[b]Komunîkasyon[/b]

Ta 4 sal berê jî zehmet bû ku tu bi telefona xwe ya destî mirov ji bajarê Dihokê telefonê bo Silêmaniyê bikira. Hejimareka kêm xetên derve yên mobaîl hebûn. Heger tu halxweş yan mesûlek ne ba te ne dikarî xeteka derve bo xwe peyda bikira. Lê niha kêşeya telefonên navxweyî û daxilî çareser bûye. Bi taybetî xeta Korek û ya Asya gelek hêsan kar dikin. Heger tu ji derve jî biçi tu dikari xeta telefona xwe ya derve bi kar bînî. Tele2 Comviq li başûrê Kurdistanê kar dike û tu bi hêsanî dikarî, bi kar bihênî. Herweha abonetiya telefonan jî gelek herzan e.

[b]Ewlekarî[/b]

Ewlekariya Kurdistanê çi qusur têda tune ye. Berê li xalên kontrolê zêdetir mirov radiwestiyan û zehmetî derdiketin. Niha kontrol kêm bûye û îstîxbarat bi hêztir bûye. Kesên ku di nuqtên ewlekariyê de kar dikin, şehrezayiya wan pirtir bûye, ew otomobîlên ku diçin û tên bi hêsanî nas dikin ka ew çi kes in. Bo nimûne em 4 kes di otomobîlê de bûn yekser ji kurdekî bakur re got ka ji kerema xwe nasnama xwe derxe. Lê ji yên din daxwazek weha ne kir. Mirov fêm dike ku di warê ewlekariyê de cihê xwe zexm kirine. Helbet hejimareka zor ji xelqê Kurdistanê bi karê ewlekariyê radibe, mûçê xwe ji karê ewlekariyê digire. Lê ji hemûyan girîngtir jî gelê Kurdistanê alîkariya hêza ewlekariyê dike ku ji hemû tiştî girîngtir e.

[b]Dewlet û bac[/b]

Çewa ku ji bo her partiyekî hatina sereke heqê endametiya abori be, ji bo dewletekî jî bac xala sereke ye. Heger ku desthilatdariya başûr xwe wek dethilat bihesibîne divêt bac hebe. Mixabin min ji kê pirs kir kesê ne got ku em bacê didin hukmetê. Kêmasiya hukmeta Kurdistanê ya sereke eve ye ku heta niha texsîriyeka mezin kiriye. Bi dîtina min divêt hukmet karê bacê ji xwe re bike karekî fer. Ta ku dinarek ji wan bigre divêt ji dêlva wî ve 2 dînaran bide wî kesê ku baca xwe dide. Bo nimûne heqê av û elktrîkê nîn e. Divêt ku dewlet tiştekî sembolîk be jî werbigire. Ta heyvê 5 dînar bejî divêt bigre hukmet bi xwe di cihê 5 dînarî de alîkariyeka din bide milletî. Xwediyê resturanga kurdê bakur gote min ku ew qet kurişek jî bacê nade hukmetê heta heqê av û eletrîkê jî. Lewra li vir ji Tirkiyê gelek baştir e ji bo me.

[b]Hêviyên milletê ji hukmetê[/b]

Min rojhilatê Kurdistanê ne diye, lê li parçeyên din yên Kurdistanê rihê kar û xebatê di nav gel de, ji başûr pirr bi hêztir e. Di dema şoreşa ciya de xelq pirtir berhemkar bûn, di gel ku derfetên wan li gor îro gelek kêm bûn. Helbet ev yek vedigere dema desthilatdariya Seddamî ku bûye kultur li dev milletê Iraqê. Her fêrê xwarinê bûye, afrenêr ne bûye. Niha jî gelê kurd li başûr heviya wî hukmeta Kurdistanê ye. Li bendê ne ku hemû tişt Hukmeta Kurdistanê bo wan bike. Ev dewlemendiya ku niha li başûr li nav gel heye, reng e li Swêdê jî ne be. Lê mixabin kêrê tişkî nayên pirr xwelî ser in. Gazindên milletê pirtir ji Hukmeta Kurdistanê jî ji vê yekê têt. Ji ber ku heta niha her tişt hukmetê ji wan re dikir. Heger 10 dewlemendên Kurdistanê xwe bidin hev wê karibin mezintirîn palûkeyek li Kurdistanê ava bikin û dê di demeka kurt de deverê bi xwe ve girê bide û xwedan bike û dê kurd pê xenî bibin.

Kêmasî û texsîriya Hukmeta Kurdistanê ev e ku milletê fîtê (teşwîk) kar na ke, ev yek jî dibe egera tiraliyê di nav civakê de.

[b]Gendelî[/b]

Li ser gendeliyê jî min ji çend kesan pirsî ka rastiya wê çi ye. Hema bêje her kesê digot 'heye', lê dema ku yên dikin memnûn bin û yên dixwin memnûn bin, wê demê zehmet e mirov pêşiyê lê bigre, ji ber ku ev ketiye nav xwîna me.

[b]Gelê Kurd ji Partiyên xwe pirtir nêzîkê hev in[/b]

Dî dîroka kurdan de jî wek gelek welatên dunyayê rûpelên reş hene ku ketine dîroka wan. Ya kurda jî rûpelên reş yên birakujiyê dem dem birînên xedar vekirine û ez bawer na kim ku çi kes şanaziyê bi vê bike, ji bilî şermezariyê. Tiştê ku min dît di nav milletî de heskirina gel ji ya partiyan pirtir nêzîkê hev in. Bi taybetî çûn û hatina kesên ku diçin dikevin nav axa Kurdistanê di warê kontrolkirina paseportan de zehmetî derdixin, dan û standineka nebaş dikin. Ji vir çend sal berê muameleya karmendên Tirkan li hevber welatiyên kurd di kontrola deriyê Xabûrê de gelek nebaş bû û ya kurdan gelek bi rêk û pêk û qedirgirtî bû ji bo kesên ku diçûn û dihatin. Lê niha tirkan helwêsta xwe nermtir û baştir kiriye û ya kurdan hişktir û xirabtir bûye. Ta car û bar karmendên gumrigê dan û standinên kêfî dikin bi taybetî di gel kurdên bakur û başûrê rojava û asta zanîna wan kêm e, ta ni zanin ka Qmişlû yan Qurtelan ser bi kîja welatî ve girêdayî ye.

[center][img]http://img70.imageshack.us/img70/6137/hec7um8.jpg[/img][/center]

Min suhbetekî di gel kurdekî li devera Şêxanê kir û ji min re got ku hêviya min ya Kurdistana mezin pir bilind e û ez ji hemû kurdan û partiyan hez dikim. Wellehî dema ku Apo hat girtin min sê roj nan nexwar ji kerba, di gel ku PKK du pismamê min jî kuştiye, di ser hindêre jî dîsan dilê min bi wî gelek êşiya. Ev e nimûnekî bû ku min behs kir. Lê di nav milletê de hest û bîra netewî û Kurdistaneka mezin di nav milletê de ji ya partiyên kurd zêdetir e.

[b]TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT:[/b]
Di dawiyê de min divêt bêjim ku di seredaneka kurt de mirov ni kare zanyariyên tam rast bi dest xwe bixe, lê ev dîtina min ya kesane (şexsî) ye ku min ji taxên civakê yên cuda cuda pirsî û ez li nav gund û bajaran tev geriyam ku ev dîtin li nig min peyda bûn.

30.12.2008

[b]HECÎ KARDOXÎ[/b]

[b]Serbestî:[/b]
http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=6108

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.