بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 5 December 2008

Wekheviya jin û mêran

Platforma Jinên Kurd li dijî qanûna pirjiniyê bo mêrê kurd kampanyayeka îmzayê vekiriye. Platform dixwaze ko her kes beşdarî wê kampanyayê bibe û dengê xwe bilind bike da qanûna pirjiniyê ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve bêt red kirin.

Teksta bangewaziya Platforma Jinên Kurd li jêrê ye.

***

Ji bo dem û dezgehên têkildar

Jinên kurd di dema têkoşina azadîyê de wek hacetên şer tên bi kar anîn û dûçarê her cure erişên tund yên dagirkeran dibin. Ew îro jî di welatê xwe yê azad de bi navê “namûsa“ zilamên kurd, edetên civakê, berjewendîya netewî tên kuştin û dûçarê tundî dibin.. Ji xeynî vê jî niha hewl tê dayin ko ew kiryarên hovane bi yasayan werin meşru kirin.

Parlementoya Kurdistane di 27-ê cotmehê 2008-ê de bi pirdengî yasaya pirjiniyê ji bo mêrê kurd pejirand.. Em wê biryara ko bi navê me, lê bêyî îradeya me hatîye girtin qebûl nakin. Çimkî ew yasa li dijî prensîpên mafê mirovan yên sereke ye, dijî heysîyet û şerefa jinên kurd e.

Em gazî serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, sekreterê giştî yê YNK-ê, cihgirê serokatiya Sosyalist Enternasyonalê û serokkomarê Îraqa Federal birêz Celal Talebanî, serokê Parlamentoya Kurdistanê birêz Ednan Miftî, serokê hukûmeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û hemû partiyên siyasî dikin.

Ew yasa li dijî maf û azadîyên jinan erîşeyek e. Em dixwazin di her warê jîyanê de, di derheqa jîyana xwe de bi xwe biryar bigirin. Gava welatekê me yê azad heye, em dixwazin di wî welatî de wek kesayetiyên azad bijîn. Ew yasaya ko Parlementoya Kurdistanê derdixe û mafê “pirjiniyê“ dide mêrê kurd, em vê yasayê protesto dikin. Çimkî ew yasa dîskrîmînatîv e û jinan kêm dibîne. Em ji serokê herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî daxwaz dikin ko wê yasaya cînsîyetperwer îmza neke.

Platforma Jinên Kurd

Ji kerema xwe îmzayên xwe ji vê e-maîlê re bişînin:
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.