بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 11 November 2008

[center][b] [size=x-large] [color=#990000]Encama Konferansa li ser Şêx Fexrê Adiyan[/color] [/size] [/b] [/center]

[center][img]http://img508.imageshack.us/img508/8683/encamkonferensog1.jpg[/img][/ce…]

Ji 31`ê Cotmehê heya 2 ê Mijdarê, sê rojan, li Mala Êzdiyan ya bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) Konferansekî çandî û zanestî bi tevbûna gelek zaniyar, nivîskar, lêkolînvan û rewŞenbîrên Kurd yên bi nav û deng hate derbaskirin.

Mijara Konferansê Şêx Fexirê Adiyan, hîmdarê felsefe û edeba Kurdî bû. Vê mijare û pisporên amadebûn ahenga 15-saliya demezrandina vê Malê xemilandin. Hêne ji serê salê ve komîta birêvabira giŞtî ya Mala Êzîdiyan Oldenburg biryar stand, ku roja 15 saliyê pêwist e bi konferansekî zanistî û lêkolînî li ser Qewl, Di`a û Beytên me yên pîroz û xasê me yê navpîroz Şêx Fexrê Adiyan derbas bibe. Ev edebyeta dewlemend, ya ku sertaca wê berhemên Şêx Fexrê Adiyan in, ji sedemin nediyar edebyetzaneyên Kurd balkêŞ nekiriye û ciyê xwe yê layîq di dîroka çanda gelê Kurd de negirtiye. Armancên vî Konferansî agehdariya zanyarên Kurd li ser vê xiznê xurtir bikin, van durr û cewahirên giranbuha ji gelê me re derbixînin û ronahiyê bavêjne ser wê çanda bi ziman û ruhê kurdewarî, ya ku her Êzîdiyekî bi serê xwe, bi xûna xwe bi sedsalan xwedî kirine.

Rast e di 30-40 salên dewî de hindek zaniyarên Kurdên Êzdî xebatên hêja di wî werî de kirine (ji ber devên a lim û qewlvanan nivîsandine, berevkirine û weŞendine) lê belê ew ji goveke Êzdiyatiyê teng derneketiye, ji lêkolînên kûr re nebuye bingeh û ji guhdana edebyetzanîna kurdî û cihanî re ji derve maye.

Berî 9 mehan komîta amadekar ya vî Konferansî bi Şêweyekî vekirî zanyar û pisporên Kurd vexwendî wî kir û pêŞniyaz kir, ku ew bi lêkolînên xwe ve beŞdarî Konderans bibin. Gelekan ev pêŞniyaz rind û baŞ dîtin û 17 gotarên hêja ji bo Konferans Şandin

Bi kêlîkeke bêdeng ji bo cangoriyên 72 fermanan, ji bo cangoriyên vê dema niha û ji bo cangoriyên Kurdistanê û bi Qewlekî yê Şêx Fexrê Adiyan ji hêla qewlbêj Merwan Bapîr Konferans hate vekirin û beŞdaran dest bi xebata xwe kirin.

Serokê Malê Têlîm Tolan kar û barên Malê nirxand, derbaskirina Konferansekî wisa bilindî û qîmet dayê û bixêrhatina semînarvan, mêvan û tevbuyên Konferans kir û got: „Heke em îro bi kûrayî dîroka Kurdan lêkolîn bikin em dê bighîjin wê rastiyê ku fer e navê Şêx Fexrê Adiyan di eynî rêza Edebzanên mezin yên Kurdan Feqiyê Teyran, Melê Cizîrî û Axmedê Xanê bê hildan. Û jiber ku Şêx Fexrê Adiyan bêri wan zaneyan hatiyê Cihanê, ew e hîmdarê felsefe û edeba kurdî. U careke din eşkere dibe ku Êzîdiyatî koka Kurditiyê ye!"

Di Konferans de 17 gotarên giranbuha ji alyê piŞporên zanyar yên vê bawariyê hatine pêŞkêŞkirin. Roja yekemîn bi gotarên nivîskar Dr. Eskerê Boyîk û prof. Dr. Celîlê Celîl (Austriya) hate vekirin.

Roja duyamîn û sêyamîn bi navê birêvabirya Malê bixêrhatina mêvanan hate kirin. Cîgirê serokê Malê Şihap Dag û endemê Komîta birêvabir û rewŞenbîrî Kazim Oba bi axiftinên xwe giringbûna vê mijarê careke din bi Şêweyekî teybet anîne ser zimên. Nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Dihok), Dr. Xanna Omerxalî (Russiya), lêkolînvan Bavê Azad, Dr. Zûrabê Bûdî Aloyan, nivîskar û lêkolînvan, Resen Hesen Cindî ( Dihok), lêkolînvan Hecî Elo, nivîskar û lêkolînvan Bedel Feqîr Hecî, nivîskar û lêkolînvan Şewqî Şemo Îssa, nivîskar û lêkolînvan Îdo BabaŞêx (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Kerîm Silêman (Dihok) gotarên xwe pêŞkêŞî beŞdaran kirin û pirr danûstandin û guftego li ser wan çê bûn.

[b]Em ê nêzîk van gotaran di pirtûkeke teybet de biweŞînin.[/b]

Ji hindek sedeman nivîskar Dr. Tosinê ReŞîd (Australiya) û sazbendzan Dr. Nûra Cewarî (Australiya), nivîskar û lêkolînvan Xêrî Bozanî (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Seidê Silo (Dihok) û nivîskar û lêkolînvan Kovan Xankî (Dihok) nikarîbûn amade bibin. Wan gotarên xwe ji me re Şandin û me jî gotarên wan xwendin. Konferans bi guftegoyeke aktîv derbas bû.

Ji me hemuyan re rûmeteke pirr mezin e, ku Wezîrê Herêma Kurdistanê yê berê, Hakim Nemir, rojnemevan û nivîskar Heso Hormî, helbestvan Edîp Çêlkî, nivîskar û lêkolînvan Kemal Tolan û gelekên din mîna Hadî Babê Şêx, yê ku helbestek xwend, li vî konferansî amade bûn. Dîrokzan û folklorîstê Kurdî yê bi nav û deng Prof. Dr. Celîlê Celîl got, ku bi vî Konferansî deriyekî nû li ser Êzdînasiyê û her wiha jî li ser edebyetzaniya Kurdî vedibe û ew rûpelên dîroka me ya ji ber çavan winda bûbû ji nû ve têne vekirin.

Daxwaziya beŞdaran ew bû, ku hersal li ser vî babetî Konferansek pêk were.
Mêvanên Konferans ev bûn: nivîskar û siyasetmedar Yîlmaz Camlîbêl, Fetah Tîmar, Hakim Nemir, helbestvan Edîp Çêlkî û gelekên din.

Birêvabirina Konferans: Sadikê Basî, Şewqî Îssa, Alî Toku, Dr. Xanna Omerxalî, Bedelê Feqîr Hecî û Dr. Eskerê Boyîk.

Xebatên Konferans ji aliyê Kurdistan TV, ÊZÎDA TV, Oldenburg TV, Malperên întêrnêtê: Dengê Êzîdiyan : www.yeziden.de, www.hekar.net, www.lalishduhok.net, www.Kaniya-sipi.de, www.doxata.com, www.lalishcenter.net û ji aliyê hineke din ve jî mîna Fehmî Ezîz hatine nirxandin.

Du weneyên xeyalî yên Şêx Fexrê Adiyan, ku ji aliyê hunermendên hêja Mîroyê Okê û Kemal Heraqî ve hatibûn çêkirin û di Konferans de hatin nîŞandan.

Konferans ev biryarên jêrî girtin:
1. Di demeke kurt de dê gotar û mijarên Konferans wek pirtûkekê werine weŞandin.
2. Di Mala Êzîdiyan (Oldenburg) de dê pêkanîna konferansên zanestî, yên salane berdewam bibin.
3. Bang li wêjevan û edîbên Kurdan hate kirin, ku ew li vê edebyeta dewlemend û fîlîsof û qewlvanê mezin Şêx Fexrê Adiyan xwedî derbikevin.
4. Daxwaz ji zanîngehên Kurdistanê hate kirin, ku ew vê edeba dewlemend di beŞên Edebyat û Tiyolojiya Kurdî de bi cî bikin û bixne programên lêkolînan.
[b]
Ji Konferans re ev pîrozbayî hatin Şandin:[/b]

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihok, PEN a Kurd, KOMKAR Elmaniya, KOMKAR Danimark, Komela HEVALTÎ (Botrop), Bingeha LaliŞh (Dihok), Bingeha LaliŞh (Xetar), Bingeha LaliŞ Elmanya, Mala Êzdiyan Holanda, Merkeze Doskerdiya zanîstî e Koçgîrî û Dersîm / Dr. Alî Kilîc/ Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmaniya: Komela Leer, MÊO, Komela Kalkar, PÊC, Nûjin û Bingeha Lalish Bielefeld. Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Ebdilezîz Tayib.

Îsmaîl BêŞîkçî, RoŞan Lezgîn, Hesen Şerîf, Dr. Hiznî Haco, Evîn Çîçek, Xêro Akayî,, Dr.Tosinê ReŞîd, Dr. Nûra Cewarî, Kemîran ReŞîd Berwerî ( Birêvabirê Radiyoya Dengê Kurdistan li Dihok), Têmûrê Xelîl, Dr. Gundî Dilberz, Xêrî Bozanî, Xebat Şakir, Seîdê Silo, Kovan Xankî, Silêmanê Elîxan, Selîm Temo, Newaf Mîro

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.