بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 7 November 2008

[center][size=x-large][b][color=#CC0066]H[/color][color=#FF3300]a[/color][color=#FF66FF]t[/color][color=#FF9999]i[/color][color=#3333CC]c[/color][color=#009900]e[/color] [color=#FF9900]Z[/color][color=#66CC33]U[/color][color=#FFCC00]M[/color][color=#6666FF]R[/color][color=#33FFFF]U[/color][color=#990000]T[/color][/b][/size][/center]

[b]Kurtejiyan[/b]

Di 1952an da li Diyarbekirê hatime dinê. Xwendina min a seretayî û navîn li Dîyarbekirê bû. Xwendina min a bilind a li besa Fakulteya Mimarîye ku girêdayî Unîversîteya Teknîk a Yildizê bû, nîvcû ma û min ji sinifa sisêyan sûnda xwendina xwe rawestand. Pistre min cardin dest bi xwendina universiteyê kir û min sahadetnameya xwe ji Fakulteya Îktîsadî ya Unîversîteya Anadolû ya li Eskîsehîrê wergirt. Hêj di dibistana seretayî da min bala xwe dabû ser wêne û ev hezikrin û baldarî di unîversîteyê da jî berdewam kir. Dema min li Fakulteya Mîmarîyê dixwend, pistî demekê pê hisîyam ku ez ji siklên geometrîkî û req hez nakim û ez ê nikaribim ruhê xwe, hestên xwe bi projeyên mejîyê xwe va bikelînim. Lewra di mîmarîye da teknîik, di destê yekem da dertê pes û huner dikeve rêza duyem. Lê di wêne da huner li pês e û zordayîneke teknîkî tune. Di dawîyê da ez giham wê bawerîyê ku ez ê bi wêne karibim tercumanîya hestên xwe û ruhê hunerî bikim.

Dema ku ez li Stenbolê bûm, di her firsendî da diçûm pesangehên wêneyan û min serê xwe li ser pêseroja xwe ya wênesazîyê û rîya wê diwestand. Di 1992an da ji ber karê kulfetê xwe derbasî Enqerê bûm û li wê derê bi cîh bûm. Û herweha serboriya min a wênesazîyê li vê derê dest pê kir.

Min li Enqerê ji Yalkin Uzan dersên hunandin, boyaxa neftî, boyaxa avî, pastel, peykersazîyê stend; Ji Alî Îhsan Gursoy, çar salan dersên Hunandinê girt; ji Sezaî Kara yê wênesaz dersên hunandin, peykersazîyê stend; ji Yunus Ozerdem peykersazi û li Navenda Çandî ya Ataturk jî perwerdeyîya seramîkê stend. Li Fakulteya Hunerên Bedew (Universiteya Gazîyê), li ber destê Doçent Nur Gokbulut, li ser pêsnûmeya bingehîn (dîzayn) û dîsa her li vê Fakulteyê li ber destê Prof. Gonca Yayan li ser ebrû (nexsa ser kaxizan) perwerde bûm. Pistre besdarî qursên boyaxa darînî bûm.

Ji bo werçerxîn û pêsxistina çanda wêne, min li Muzeya Lowre ya Parîsê; li Muzeyên Modern û Klasîk yên Stockholmê; li Muzeyên Klasîk û Arkeolojî yên Stawangerê (Norveç) lekolîn û çavdêrîyê jî kir. Pistî ev serpehatîyên lijorqalkirî min dest bi çêkirina wêneyan kir.

Di sala 2003an da cardin li Dîyarbekirê bi cîh bûm. Xebatên xwe yên wênesazîyê li Dîyarbekirê, li Atolyeya Jîyana Nû (Yenî Yasam Atolyesî) ya Saredarîya Sûrê didomînim.

HATICE ZUMRUT:
Dîyarbekir

[b]Kurdish Book Bank - SARA[/b]
http://www.kurdishbookbank.org/hazum.htm

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.