[center][size=x-large][color=#CC0000][b]PÊŞEROJÊN KOMPUTER Û ÎNTERNÊTê[/b][/color][/size][/center]
[center][img]http://img443.imageshack.us/img443/6431/komputersse5.jpg[/img][/center]
Serokê bernama zanistî ya Kompanya Mîkrosoftê Steven Îmot dibêje: di bîst salên bê de, wê guhertinin pirr mezin di vî warî de çê bibin, wê komputer û biyolojî pev re hevjîn û alîkar bibin!
Gelek rewşên komputer û şanikên jîndar û sax wek hevin, yanî mirov wê bikaribin sîstemên biyolojî bi alîkariya pêkanîna şêweyên komputerê ders bikin, her wekî mirov wê bikaribin dermanên nû li ser şanikên sîlîkonî tecrûbe bikin, bêyî ku wan dermanan di jîndaran de bi cih bikin.
Îmot dibêje: di karên komputera anha de, va ye em dikin bigihên lez û bezên dawî ji berhevkirinê re, lê dîsan komputera biyolojî ew çare ye.
Di demên bê de em ê karibin şanikên sîlîkonî biguherînin bi yên biyolojî ango yên sax û jîndar û ez bawer im ev yeka ya ne sawêrek zanistî ye, ango ku em bi rengekî din bibêjin, wê kîmya têkeve dewsa softwarê (bermece) û sîstemên biyolojî têkevin dewsa alet û dezgeyên komputerê(hardware).
Navenda PEW INTERNET li ser vê yekê rapirsiyek li darxist û ji 742 karzan, siyasî, komputerzan û kargêran pirsî: ka gelo hûn pêşveçûna Înternêtê di sala 2020´an de çawa dibînin?
Bêhtirê nîvê yên ku bersiv dan dîtin, ku Înternet wê rewşa xwe winda neke, lê tişta ku nerîna wan li ser ne wek hev bû, digotin ka gelo wê kî di van salên bê de berpirsyarî, kargêrî û serrastkirina vê tora Înternetê bike? Nexasim piştî bikarhanîna komputerên bê têl, hinan ji wan digotin bela kargêrî ji yasa û rêdara sûkê re bimîne.
Li gor zimanê Înternetê re, hinan dîtin ku zimanê ingilîzî jê re bi rêk û pêk e, hinan jî digotin bela di Înternetê de, pirr ziman pêk werin.
Ji bo parastina zanyariyan, gelek ji van xwedîkaran gotin ku aleta komputerê tenê ni kare tenahiyê peyda bike, lewra divê mirov jî pişikdariyê di vî karî de bikin.
Karker û xwendevanên ku di riya Înternetê re ho dibin û kar dikin, wê berhemên karê wan, bi qasî du caran li berhemên karên bê Înternet bêhtir bibe.
[b]Zana XANÊ[/b]
TEQEZ BÛ KU AV LI SER MARSÊ (MERÎXÊ) HEYE