بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 17 October 2008

Pkk kimya Tirka tucaran xirab nekiriye, M.Ali Birand û Malperên Kurdan
Hem Generalên tirk û Hemjî duvikên wan partiya Imrali Karayilan belgeyên Rojnama TEREF re nerihetiya xwe diyarkirin bi zimanekî bê ehlak. Jiberku kiryarên Murat Karayilanê nobeciyê generalên Tirka bi direktifên wan kiryaran liser gelê Kurd pêktînin zêde diltengiyek li wan dorpêçbuye. Kes hêdî nikare bêje, ka belge hene ku pkk Dewletê avakiriye. Jivê îsbattir belge û îsbat pêwîst nakin.
Ey Gelê Kurd û Kurdên Imralî Bese ji xewê rabin û hêdî qebulbikin ku xiyaneta pkk-Öcalan liser gelê Kurd berdewame û piştgirên wan jî genelkurmaya DewletaTirkên talankerin.
Malperên Kurdan Nivîsa M.Ali Birand bi dilxweşî weşandin dilxwede wî qenciyeki mezin ji Kurdan re kiriye! Lê di wê nivîsa wîde argumantekî balkêş hebu; Birand ji bona ahengiya artêşa tirkê talanker û wê şebeka Imralî biveşêre xwest xizmeteka dawiyê ji Leşkerên Tirkre bike, ev heqê wiye bêguman, lêbelê „ ev bun cara diduyê bi belgeyên resmî bi direktîfên artêşa Tirk- pkk Kurdan didin kuştin. Bi edayekî zîrek Birand propaganda pkk û zixtikdana Kurdên Imrali weşand! Wi birastî têkiliyên artêşê û pkk xwast biveşêre. Jiberku Birand nexwest bêje, yaho birastî em jî dizanin ev pkk liser destên dewletê her ji despêke ve hatiya avakirin û ev operasyona Bêzelê jî liser daxwaza leşkerên Tirkiye hate encamdan wekî kiryara Oremarê (Dağlıca). Lê nikarin bêjin!
Zor caran babetan di çarçuva hişarkirina netewîde, bo kesên serên wan dinava erdêre çikayîn başe bête dubarekirin. Kiryara Bêzelê(aktütün) û ya pêşiya vê Oremar(dağlıca) bi işkere derket meydanê ku pkk şebekeya çêkiriya dewleta dijminê Kurde, bi dîrektîfên Leşkerên Tirk bi zanabun ev kiryaran bi wan dane kirin ku hêceta hewildana dagirkirina Başûrê Kurdistan bingehekî diyarkirî danîn ber destên artêşa talanker. Herçende wekî belgeyên wan bi xwe biştras dikin, siyaseta avakirina pkk ne jibona avakirina mafê komele vekirinêyejî, belko dijê her destketîn û avakirina dewleteka Kurdistane jî, li ber singê gelê Kurd bone dijminên ji dijmin xiraptir. Herî nimona balkêş rewşa Kuştina Kurdan (hem dinav leşkeride û hemjî dinav pkkde)çawa berçav dike ev şebeka pkk–dewlet, kurdan ji meydanê paqijdikin bi salaye liber çavên gelê kurd. Bo nimone ev buyera Li Colemêrgê ji wan çend Kurdin yên ku hatin kuştin? Dîsa çapemenî:

Hakkari'nin Çukurca ilçesinde terör örgütü PKK'ya yönelik operasyonda şehit olan askerlerin isimleri belli oldu.Şehit askerlerin Ferhat Erbin (Amasya), Ferdi Sefa Kılıç (Erzurum), Umut Çitçi (Diyarbakır), Hasan İrkuş (Muş) ve Orhan Marhan (Tatvan) olduğu açıklandı. (16.Ekim 2008 Persembe,13:43internethaber,sabah)

Belê ev rêxistina ku terorê liser gelê Kurde dibarîne bi salaye gelik Malbetên Kurd zarokên xwe pêşkêşdikin û resa tunekirinêdejî nikarin vî hesabî jî ji wan bixwazin. Çima ? jiberku her kesekê hesabî bixwaze ewjî dê bête kuştin yanjî serhindakirin(ev jî şêweyekî kuştinêye).

Yeni Şafak Emekli Istixbaret Binbaşi Kemal Şahin ji vê rojnamêre dibêjit: Ev êrîşa Bêzelê tertîpkirina Ergenekon-Pkk ye“. Jixwe serokê istixbareta emniyetê yê berê Bulent Orakoğlu jî gotibu Öcalan endamê Ergenekonêye.
20 .10.2008 de dageha Ergenekonêye û ev kiryarên vê dawiyê jî,jiber perdekirina dengvedana wê dadgehê ku dibeku hatîbe pêkanîn liser daxwaza generalên Tirka. Ji xwe General Başbuğ li girtîgehê şandeyekî bi navê genelkurmay seredanaGeneralên girtiyên Ergenekonê kirîibun. Ya herî giring ev kiryarên Partiya Imralî xweşkirina rêya hewildana artêsê bo ser Başûrê Kurdistane.

Serokê daîreya emniyeta istixbaretê yê berê Bulent Orakoğlu: bu eylemin PKK'nın tek başına yapacağı iş olmadığıni söyledi.

Radikal : MITê 3 caran Genelkurmay agahdarkir pêşî vê kiryarê.

Zaman: Pêşî ev serdegirtine bibe Hem MITê û Hemjî Istixbareta Emniyetê pêşiya 10 rojan Genelkurmay agahdarkirîbû bi nivîsekî gelik veşartî.

Mensubê MIT ê yê Kevin Mahir Kaynak: (Terör örgütü artık kendi amacına hizmet etmiyor. Bir devletin istihbarat örgütünün taşeronu haline geldi.)Rêxistina terorê hêdî bo armancên xwe xizmetê nakin,Bone taşeronên istîxbareta dewletekê. Ev kiryar û ya Oramarê weko hevin. Ev karên Istîxbaretane“got. Herhalde ew dewlet jî dewleta Tirkiye û istîxbareta genelkurmay bixweye.

Rojnama Taraf kiryara Bêzelê(Aktütün) generalên Tirk dizanîn lê wan dixwestin hindekî xortên din jî bêne kuştin jiber hindê xwe xemsarkirin.Ev bi belgeyên rapora Jenderman û Emniyetê xiste berçavên Genelkurmaya Tirka û generalên wan jî bo vê acizbun ku vê rojnamê têkiliyên Generalan û Pkk çima işkerekiriye. Taraf dinivîse pêşiya serdeavêtinê 16 rojan Istixbaret bo hemi biryargehan(karargah) hatiye kirin. Taraf dibêjit Emniyet Istixbaret dairê 17 Eylül 2008 de rapor daye Jenderma, MIT û MKG (Milli güvenlik Kurulu) ji terefên 200 kesan ve dê bête girtin. Lê wan çavên xwe lê neqandin!

Pkk çi got: Ev kiryar meşru mudafaye. Belgeyên Rojnama TEREFê jî bêesil dan zanîn bi zimanekî bê ehlaqî liser (rojtv) Liser daxwiyaniyên general Başbuğ tu ^htîrazên wan jî nebun, lê wekî wan ewjî ji Terefê acizbibun.Bi generalanre bi şêweyê ahengîde kiryaran dikin û Kurdan didin kuştin, jivêrejî dibêjin meşrû mudafaa? AKP jî astenga herî mezin didin pêş. Liser vê kiryarê û belgeyên ku Agahdrayi generalan jê hebuye qet pkk besnakit.Halbukî ev ne meşru mudafaye, belku ev darikê destê generalên artêşa Tirkiye bo kuştina Kurdan.

Bêguman ev kuştin diberjeweniya dewleta tirkideye. Jiberku kesên dinav leşerîde têne kuştin %95 Kurdin û dinav şebeka ımralîdejî bê sebeb didin Kuştin herdisa Kurdin. Kurdên Pkk yanî yên Imraliya artêşa tirkan hisiyet û wijdan di wande nemaye ku vê xiyanetê re bêjin bese hêdî hem Pkkya kemalist û genelkurmay Kurdan didin Kuştin?
Gelo Kurdên îmralî jivêre çi dibêjin û fikirdikin? Solgana li diyarbekir û bajarên din têne avêtin ji terefên Kurdên Imralî jî eve: „Em bêyî Öcalan çi Kurdistana naxwazin“ didin diyarkirin. Armanca siyasetaPkk- Öcalan: „Ez ji Kurdiniyê hiznakim, Kurdînî belayê çêdike, eger dewleta Kurdistan avabibe û ji minre jî bêjin were bibe serokê Kurdistan dîsa ez qebûlnakim. Çimko evan dijê felsefa minin“. Ango dijê felsefa pkk ye. Jiberku ew dijê vê baweriyê hatiye avakirin. Başe çima hon Kurdan jibo yana artêşa Tirk didin kuştinê? Yanjî bi gotinekî din hon dibêjin belê sebebê heyî, ewjî îdeolojiya kemalizma faşîste liser gelê Kurd bête ferzkirin? Ev argumentê hon pê radibin sedê sed raste. Duyem gelo çima gelik ji Malbatên Kurd keç û xortên xwe ji bo berjewendiya artêsa talanker û resmi ideolojiya dewletê didkin xwarina teyr û tuwaran liser destên hewe?
Min pêşiya çend salan nivîsand, pkk jibona dijminatiya Otonomiya Rêberê gelê Kurdistan Mistefa Barzanî 1970 hate amadekirin liser dest û biryara dewleta Tirkiye, divê kesên jixwere dibêjin lêkolîner û nivîskar bila bêzehmet vê babetê analizbin. Rêxistinek bêje em esasê Ataturk nasdikin û bo wê xebatê dikin, bike felsefa siyseta xwe, kî dikare û biçi ehlaqî dê bêjin em bo Kurdan xebatê dikin gelo? Felsefa kemalîzma faşîst ligel xebata têkoşîna rizgariya Kurdisrtan naguncê. Jiberku ew dijminê gelê Kurde û bi sedhezaran Kurd bi emrê wî hatine şehîdkirin. Lêbelê seyrançiyê Imralî û kubleta pkk siyaseta dijminkariya gelê Kurd ji xwere kirine bername û roj bi roj vê liser civakê didin ferzkirin.
Pkk û Öcalan : “ Esasê Atatürk divê bête naskirin bingehiya Atatürk komarxwaziye. Ger em komarxwaziyê biparêzin, divê em bingehiya komarê biparêzin, rastiya dema avakirina komara Tirkiye em divê biparêzin. Esasê Atatürk divê bête naskirin. Dema ez ji derve jî bum, bo naskirin û têgeheştina atatürk min xebat dikir. Divê em bi rengekî rastî wî têbigehên. Atatürk di dema cengê duyem de jî ne dogmatîk bu. Atatürk xwidan pêşbîn bu, avakirina komarê û parastina wê bi rengekî serketî bi cihîna.“ Tevgera Atatürk divê em welê şilove nekin ku dijminatiya Kurda kiriye“.“Sextekariya Kurdên Kurdiniyê dikin belayê peyada dikin, ma Kurdiniya wan gelik bi rumete, ewan bixwe ji derve serbestin, 40 salin dixebitin çima ev ev Kurdayetî nexistin jiyanê?“ Min Kurdîniya erzan nekiriye. Ez di jiyana xwede lipêşiya daxwazên xwe jî nabezim. Lê belê tiştên rast yên ez dizanim ezê herdem biparêzim. Min 20 salin zehmetî bo vê daye, ez divê hurmeta vê bigirim“(9 Çiriya pêşîn 2001 ÖP, Tv)
Bi sale ez û bi hezaran kesên neteweperwer vê dinivîsin û dikin kêr ku ev pkk têkiliya wê bi têkoşîna Kurd re qet tunîne. Û ew tinê bo stratejiya dewletê hatiye avakirin û Kurdan jî bo jiyana xwe bidomînin didin kuştin. Dijê dewleta Kurdistanin.
Lê Kurdên Imralî xwe bêçavkirîne, neguhdarkirîne û xiyanetêre dibêjin belê! Zelamê MIT ê yê 2.min Cevat Öneş dibêjit: „ dema Öcalan hatî girtin Emerika,liser daxwaza avakirina dewletekî serbixwey Kurdîbu. Öcalan û helwest û weziyeta wan, weko pergelekî bi karanînê dijê vê dewletêbuye. Jiberku Emerika liherêmê jinûve dewletekî Kurd avabikin Öcalan teslimê Tirkiye kirin“ dibêjit liser NTV.
(Can Dündar'ın Milli İstihbarat Teşkilatı'nın (MİT) üst düzey yöneticilerinden biri olan Eski Milli İstihbarat Teşkilatı Müsteşar Yardımcısı Cevat Öneş, “Öcalan yakalandığında ABD, bağımsız bir devlet kurma isteğindeydi. Öcalan, konumu itibariyle, araç olma işlevi bakımından buna engel bir isimdi. ABD bölgede yeni bir Kürt devleti kurabilmek için Öcalan'ı Türkiye'ye teslim etti. “(14.10.08 NTV neden programinda) Başe ev ne îddiane . jiberku kesê vê dibêjit cihgerê musteşarê MITê ango kesê 2yemine.)
Pkk-Öcalan: „Mirov dikare Ataturk zîndî bike belê miriv dikare zîndî bike. M.Kemal bi taybetî têkoşer bû“. Emerîka dixwaze Kurdan di bin kuntrola xwe de bigire û ev jî dê bibe sebebê parçebûna Dewleta Tirkiye û ev gaziya min ya dawi ye. (3.8.07 Hevdîtina Avukatên Ocalan).
Belê dewletekî Kurd dijê felsefa Kurdên Imraliye û xwediyên kravatan bo şexsiyeta xweya nizim û berjewendiyekî rojane vê xiyanetê qebuldikin û bi herdo destan mecburên parastina kemalîzmê mayine. Wey nexlet li we bibarit û wê roj bêt hon dê divê xiyanetêdejî bi heriqin dîrok nêzîkbuye. Amîn.
Serlêdana demogojiyên bi direw bi salaye boye jiyana felsefa xebata partiya kemalistênImrali, ango pkk. Madem ew dijê dewletbuna Kurd hatine avakirin, mecburin wezîfa xweya xaîntiyêjî bi çi alet û direw û xile û xapandinabe bimeşînin! Murat Karayilan dizanit serokê wî Imrali dijê dewleteka Kurdiye û ew dizanit ne jiber azadiya Bakûrê Kurdistan, belko dijê Başûrê Kurdistan cihê ew lê mayine û navê wêderê jî kirin „qada medya“?
Murat Karayilan nikare dijê vê siyasetê rabe. Öcalan: „O dönem Talabani, Barzani defalarca benimle görüştüler, gelip kendilerine katılmamı istediler. Tabi ben reddettim, çünkü ben bunun çözüm olmayacağını biliyordum. Özgürlük çizgimizden taviz veremezdik. Kabul etseydim onların basit bir adamı olmuş olacaktım. Böyle, Türkiye'de bir çok kişiyi kullanmaktalar. Fakat bu tür şeyler PKK'yi etkilemez. O dönem İsrail'in de koruma yönünde önerileri olmuştu. Ama ben bunların hiç birini kabul etmedim, “bu adam iflah olmaz“ dediler. Sonuç olarak, tasfiye edilmeme kararverildi... M. Kemal o dönemde kurtarılacak ne kaldıysa ancak o kadar kurtarabilmiştir, bu da Misak-ı Milli'dir, cumhuriyettir. Şimdi de biz demokrasiyle bir şeyler kurtarabiliriz. Cumhuriyetin demokratikleştirilmesi gerekir“(29.6.07 pkk-kck hevdîtina Ocalan û Parêzerên dewletê)
Siyaseta ku pkk û Öcalan dibêjit“özgürlük çizgisi“ rast dibêjit. Çiye ew çizgi gelo? Cizgiya parastina felsefa dewleta Tirkiye dijê gelê Kurd her astenga hebe bi karbînin.

Yalçin Küçük kesekî parastvanê xeta kemalîzmêye, çi rêyên hebin divê bi karbîne, ew bibu dostê Pkk-Öcalan. Prof.Yalçin Küçük ji rojnama Vatan ya Tirkire dibêjit: Mesûd Barzanî cudaxwaze,eger li wêderê dewletekî Kurd avabibe dê bibe nimone bo Kurdên Tirkiye. Lê Öcalan ne cudaxwaze û heyranê Kemal Paşaye û Kurdan jî bi erdêve dike yek“.
Vê pirsê dubaredike Rojname, Öcalan değil, Barzani bölücüdür mü diyorsunuz?

Yalçin Küçük: Tabii tabii. Kara Kuvvetleri Komutanı da söyledi.Orada kurulacak bir Kürt devletini Türkiye Kürtleri açısından bir cazibe merkezi olacaktır. İlker Paşa Hazretleri'nin söyledikleri doğrudur. Yalçın Küçük'ün söyledikleri doğrudur Musul'u almazsanız Diyarbakır'ı verirsiniz. Ben bunları televizyonlarda da söyledim. 30 bin şehidimiz var evet ama 31 bin şehit daha kötüdür. Her gün artıyor. Barzani'yi okşuyorsunuz. Yazık bu millete, yazık bu devlete. Ben ne yapmak istiyorum, ben genişletmek istiyorum. Ben Musul'u almayı öneriyorum, onlar Diyarbakır'ı vermek istiyorlar.Abdullah Öcalan Kemal Paşa'ya büyük hayranlık duyar. Kürtleri yerden yere vurar“. Vatan15.10.2008)
Ev dîtinên Kesekî tundrewê Tirke. Gelo Pkk ji Başûrê Kurdistan re çi fikirdike û çawa dibînit. Wekî li jor hatî diyarkirin Pkk weziyet û rewş û pêşdecûnên Başûrê Kurdistan weko planên dewletên mezin bi navdike; Dê li Başûr dewleta Kurd avabikin. Başe piştre wê cawa bibe? Ev çareserî dê jibona Tirkiye bibe tehlokeyekî gelik mezin.tirkiye jî yên vê dixwazin, vê tehlokê nabînin. Halbukî di netîca vê projêde çawadibe ji terefên hêzên mezin ve hesapdikin.Dema ev holê hat li rexekî Tirkiye Ermenîstan, li rexeke dî Kurdistan û Yonanîstan wê bibe. Dewlet vê nabînin. Bi tirkî lijêre bixwînin.
Pkk-Öcalan: „Güney'de Kürt devleti kurulacak. Peki, daha sonra ne olacak? Bu çözüm Türkiye için çok tehlikeli olur. Türkiye'de bunu isteyenler, tehlikeyi göremiyorlar. Oysa bu planın sonucunda neler olabileceği büyük güçler tarafından hesaplanıyor. Böyle olursa Türkiye'nin bir tarafında Ermenistan, bir tarafında Kürdistan bir tarafında Yunanistan olacak. Bunu göremiyorlar“28.9.07(26.9.07çarşembAv.Gör).
Yalçin Küçük rast dibêjit ku Pkk û Öcalan heyranên Ataturkin. Wan tinê raman û xebat bo rêlêgirtina têkoşîna azadiya Kurdistan daye û berdewamin liser vê zihniyeta dewleta kemalîst.
Hêvîdikim ku Xwidê çavên Kurdên Imrali veke û nivîsên xaînê generalên Faşîst Öcalan û daxwiyaniyên Xwe baş bixwînin û serên xwe bo doza miliya gelê Kurd û avakirina dewletekî serbixwe ya Kurdistan biêşînin.
Li pêşiya me rojên giran wên mayîn, weko Serok Mesûd Barzanî gotî şoreşa Kurdistan hêjî bi dawî nebuye û divê her Kurdekê dilsozê milli vê helwestê baş liser xwe erk bizane. Jiberku dijminên gelê Kurd her çar dewlet û şebeka xaîna Imralî liser karin ku vê ezmuna dîrokî nehêlin. Bovê çendê jî, herweha dijê vê helwestê, weko wezîfe bi ahengiya gavên xebata serxwebuna Kurdistanê re divê em bimeşin, daku aqilên wan yê reş û faşîstiya dijmin bi hilweşîn û daxwazên wan di gwewriya wande bihêlin.
Îsmaîl Girikî
17.10.2008

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.