بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 26 September 2008

[center][b][size=x-large][color=#990000]Essad Bey: Reva nivîskarekî cîhanî[/color][/size]
(1905-1942) [/b]
[/center]

[img]http://kaniya-sipi.de/ku/wejeya-kurdi/cankurd.jpg[/img]
[b]Cankurd[/b]

09.09.2008

Hozanvanê alman Gerhart Hauptmann di helbesta “Positano“ de li ser „Esed Bey“ vê dibêje:
“Her tiştekî ew hêla
Her tiştekî wî jê hezdikir
Ta li dawiyê mirinê ew bir
û ji giregira mirovan ew azad kir...“ (wergerandin: Cankurd)
Aquarelliert von St. Andres

Dibe ku gelek roşenbîr tew nizanin ev mirov kîye, lê rast ev kes yek ji mestirîn nivîsevanêd cîhanê ye. Ev nivîsevanekî ne wek yên dî ye, bi dilgermiyeke bê wekanî jiya, geriya, reviya, hezkir, nivîsand û ji nişka ve wunda bû,wekî bad û bahozê, hat û çû, tew kes nizanî ew mirî ye an mayî ye, û li dawiyê seriyê li mişextiyê danî, û demeke dirêj di ser koçkirina wî re derbas, lê ser ji nû ve bûye mijara gengeşiyê di nav lêkolîner û rexnevanên wêjevaniya cîhanî de...

Di dema deselatdariya Naziyan de, li Almaniya pirtûkên wî ji pirtûkxaneyan winda bûn, hatine qedexekirin, ji ber ku ew Ciho bû, lê siya wî dîsa hatiye ser qada wêjevanî, wekî tava rojê bi ser dareke merxê ve hilê û siya darê dilê gundiyan bi ser xwe bikişîne...

Essad Bey kurê xanedanekî Azerî bû, li Azerbeycanê, ku ji keçek Ciho hezkir, ew keçik jî ji malbateke berê xanedan û navdar bû, lê hatibû girtin, di zindanê de bû. Bavê nivîskar ew azad kiribû û ji ber xûngermiya xwe bi ser wê de, hemi jin û berdestên, tev li zarokên wan derkirin û avêtin çolê, da ji yara dûr bin, û da kesek ji yara wî pê ve, wî bi xwe ve gêro neke. Essad Bey wilo li ser bavê xwe û li ser dema berî Cenga Cîhanî ya Yekê di pirtûka xwe de “Zêt û xûn“ (1930) nivîsandiye.

Essad bi Erebî şêr e û bi wateya pêşnavê wî yê Rûsî “Lêyo“ ye, lê demeke dirêj di jiyana xwe de, dibe ji tirsa Naziyan e, wî li ser xwe, di nav xelkê de belav kiribû, ku dayîk û bavê wî musilmanên arîstokra bûn, hema ya rast ewe, ku bavê wî Abraham Nussîmbaum, di destpêka pêdabûn û navdarbûna petrolê di cîhana sermiyanî de, gelek pere bi bazara wê dabûn ser hev.
Essad Bey ji Bako hilbû, lê her û her dilê wî li wir mabû. Li Bako çandeyên olî yên Cihowan, Filehan û Musilmanan, li gel çandeyên pir neteweyan, di nav hev de dijiyan, û hikariya “bandor“ wê yekê pir li kesayetî û raman û wêjevaniya Essad Bey çêbû ye.

Hîn Essad Bey zaro bû dayîka wî mir.Dibe jî wê xwe bi xwe kuştibû. Têkiliyên dayîkê bi Komonîstan re hebûn, û wilo ziyanek mezin gihandibû navê malbatê, û ne dûre, ku ji ber wê yekê xwe kuştibû.

Essad Bey xwendina xwe “Bakaloriya“ li Bako standibû, berî ku tevliheviya paş şorişa Oktoberê sala 1917ê dest pêbike. Liser wê demênivîsevan gotibû, ku ew xûnrêjiya mezina a pêşîn bû, ku wî bi caved xwe dîtibû, û wilo ew bûbû dîdarê yek ji qirkirinên qerêj ên mirov. Ew bi bavê xwe re, bi harîkariya masîvanan ji Bako reviya bû Semerqendê li Turkistanê, pişt re çûn Buxara, dawî di sînor û serhedên Iranê re û di zêyê “zireyê“ qezwîn re dîsa vegeriyane Bako. Lê pir li wir nemane, dîsa ji ber Komonîstan reviyane, îcar bi rojava ve, di Geyorgiya re, di zireya Reş re, xwe gihandine Istanbolê û di wir re çûne Italiya, bi armanca, ku xwe bigihînin Parîsê. Bo wê koçkirinê piraniya pere, durre û tiştên xwe yên giranbiha rêtine û dane. Li Parîsê, bavê wî, bi harîkariya merivên jina xwe, û bi rêya kirrîn û firotina zevînên petrolê li bazara pereyan, dîsa rewşa xwe ya diravî serrast kiriye.

Parîs tevî hemî nûjenî û xweşikiyên xwe dibe ciyê diltengiyê bo Essad Bey, lew re ew bi harîkariya bavê xwe, sala 1921ê diçe bakurê Almaniya, da zimanê xwe yê Almanî baştir bike.
Sala 1922ê, ew û bavê xwe li Berlînê, wekî kesin “Bê nişt“, mafê rûniştvaniyê û distînin, Essad Bey vedigere xwendinê, û bi zûkî di dibistana Rûsî de, wekî kesekî zimanzan û rojhilatnas tê nasîn. Di havîna wê sale de, bi şêweyekî fermî, ew Islambûna xwe aşkere dike, û di zanîngeha Friedrich-Wilhelm de, wekî xwendekarekî guhdar bo şaxê Rojhilatnasiytê pejirandin.
Essad Bey di nivîsên xwe de Stalîn her wekî nimûneya tev kirêt û pîs bo şer û nebaşiyê dide xuyakirin û wî bi “Rûçeperê genî“ bi nav dike. Bi taybet gava ew di pirtûkên xwe li ser wan dadgehên lezok ên bê dad, yên salên 1936-1938, ku li Moskow çêbû bûn, dinivîsand.

Di sala 1926ê de, ku hîngê Essad Bey 21 salî bû, nivîsên wî wekî kesekî şaxnasê Rojhilatê û pispûrê Rojhilatnasiyê, û kesekî ku bi pir zimanan dizanî, nivîsên wî di kovara hefteyî ya Berlînê de belav dibûn û bala zanyan dikişandin ser xwe. Nivîskar li Berlînê, bi zûkî, tevî ku pir taybet û jînveşartî dijiya û perdeyek stûr a tenahiyê bi ser xwe de berda bû, rêçên wî di rêya “Wêjevaniya cîhanî“ de hatin dîtin û naskirin. Li Berlînê jî Lêyo Ibramowitç Nussimbaum di sala 1922ê de navê “Essad Bey“ li xwe kir.

Essad Bey rast jî di pirtûka xwe de, ya bi navê “Mihemmed“, ku sala 1929ê (Hîngê 27 salî bû) nivîsandiye û weşandiye, wekî musilmanekî rast û dirist jînnameya hezretî pêxember Mihemmed –selewat û silav ên Xwedê lê bin- nivîsandiye, min bi xwe gava ew pirtûk xwendiye, tew guman ne kir, ku nivîskarê wê ji dayîkek Ciho bûye. Min ew pirtûk wekî yek ji hêjatirîn pirtûkên ewrûpî yên li ser pêxemberê Musilmanan dîtiye, û her di dilê min de hîvî heye, ku ez rojekê wê pirtûkê werbigerînim Kurdî an erebî. Li Almaniya, ji sala 1990î de, li pênc weşanxaneyan ev pirtûk derketî ye.

Di sala 1931êde, Essad Bey nivîsand, ku gava diya wî ji bajêrê Zürich ê Swîsrî, yê wekî navenda komonîzma Rûsî berî şorişa Oktoberê 1917 dihate dîtin, bi tirênê vedigeriya Bako li Azerbaycanê, ew “Essad Bey“ di navbera Ewrûpa, Asiya û çolistanên Rûsiya de ji dayîk bûye.
Li Berlînê, Essad Bey di dergahênfireh ên wêjevaniya cîhanî re derbas dibe ber ronahiya nasyarî û pesindariyê. Navdarbûna Essad Bey, wekî musilmanekî, ku kurê dayikek Ciho bû, û pir pêzanîna wî ya zimanan, ku bê wekanî bû, tev li têgihîştina wî di mijarên olî û Rojhilatnasiyê de, hêşt, ku pirtûkên wî bi zûkî belav bibin, û bala pir nivîskar, rexnevan û xwendevanan bi ser wî de çû, ji wan jî gelek keçikên çeleng, ku di dora wî re digeriyan, da wî bêtir binasin, bi wî re bibin dost an jî wî li xwe mêr bikin. Yek ji wan Êrîka Loewndahl bû, ku bavê wê yê Ciho bazarganekî mezin ê solan bû. Êrîka ji berê de kiribû seriyê xwe, ku ew bi xwe bibe nivîsevaneka bi nav û deng an jî bibe jina yekî wilo.

Essad Bey nediviya giraniyaxwe têxîne ser milên bazarganekî an yên dota wî, lew re paş ku ew keçik li xwe mar kir, serxwebûna xwe ya diravî wekî mêrekî serbilind da xuyakirin. Salekê paş ku Êrîka anî, sernûseriya kovara “Cîhana wêjevanî“ yak u Essad Bey tê de kar dikir, ji tirsa çewsandinê ji aliyê Naziyan ve, ji Berlînê koç kir bajêrê Pragê, paytextê Çîkoslovakiya, hema ew hîn di wê gumanê de bû, ku Nazî wê zorê li musilmanekî bê nişt û li nivîsevanekî, ku ji ber Komonîstan reviyaye, nekin. Lê belê gumana wî ne di cîh de bû, paş du salan pirtûkên wî li Almaniya hatin qedexekirin, û ew binzor bû, di dawiya sala 1932ê de bireve bajêrêVîn (Wien), paytextê Austriya (Nimsa).

Di payîza sala 1933ê de, Essad Bey jina xwe Êrîka bi xwe re bir û berê xwe dane New Yorkê, ku xezûrê wî jî berî wan bi demekê giha bû wir. Bi wê şêweyê ew ji kesekî rojhilatî, pişt re wekî nivîsevanekî Ewrûpî, dibe mişextiyekî ku li Rojavayê cîhana xwe, li Amerîka bi cîh dibe...
Di wê salê de, dîsa ew û jina xwe vedigerin, tên Ewrûpa, lê pir dirêj namînin û dîsa ji ber Naziyan direvin, di bajêrê Los Angelos, li California, li rojavayê Amerîka, ku bavê wî Ibramovîç Nussimbaum li wir pereyên xwe yên,ku bi milyonan bûn, xistibûn karxaneyên filmkêşiyê. Lê ji ber ku nivîsevan li Los Angelos di bin navekî dî de “Fülöp-Miller“ dijiya û wekî nivîskarê sînariyo yên filman kar dikir, kêm kesan dizanîn ew kî ye.
Di sala 1935ê de, “New York Times“ li ser hatina wî nûçeyek nivîsandibû, eve jî dixuyîne, ku ew ne tenê li Ewrûpa, lê belê li Emerîka jî wekî nivîskarekî hatibû nasîn. Lêkolînerê Amerîkî Tom Reiss (44 Salî) di jînnigariya “Rojhilatnas“ de, ku li ser jîn û wêjevaniya Essad Bey taze belav kiriye, nivîskar wekî cihowekî Rûsî, welatperwerekî Azerî, musilmanekî aştîxwaz û nivîskarekî Alman dide nasîn, û gava hinekan ew dane nasîn, bo wî lêdaneke navxweyî ya mezin bû. HInek dibêjin, ku ew bi ser wê yekê de şêt û dîn bû, û ew xistine sanatoriumekê “Bîmaristanekê“, û hinek jî dibêjin, ku wî bi xwe xwe kuşt, lê di sala 1936ê de, ew di bin çavdêriya mezin ê Zayûnistan de, Wolfgang von weasel, dîroka gelên Musilman di pirtûkekê de, ku bi sernavê “Xwedê mestire – Allahû Ekber: dinivîse, û tê de mizgîniya vejîna Islamê, careke dî li paşerojê dide, ku bi herifandina dewleta Alî Osman re (1923) bi bin ketibû, û ew dibîne, ku Islam wê ser ji nû ve bibe hêzeke cîhanî ya pir bi hêz.

Essad Bey romana “Alî û Nîno“ dinivîse, berî, ku ji wê re li çapxaneyekê sozê weşandinê bistîne an jî tew ji wê bipirse, û di sala 1937ê de, paş belavbûna nûçeya xwekuştina wî, romana xwe di bin navekî xwe yê dî de belav dike, di bin navê “Qurban Saîd“ de. Roman li ser Musilmanekî ye (Alî) û keçeke Fileh û şahanî, ku bi navê (Nîno) ye. Tiştê seyr di vê romanê de ewe, ku malbat û xudanên herdu evîndaran, bi hezkirina wan ji hev re dilxweşin. Alî (Elî) yê ku napejirîne di bin alaya qyseriya Rûsî de biçe cengê, ji bo serxwebûna welatê xwe Azerbaycanê, dibe têkoşer û xebatkarekî cengawer û hêja.

Romana Alî û Nîno wekî panorameyeke demî ya baş dagirtî ye, bi zimanekî asan û wêjevanî hatiye lêkirin, lê nivîskarê wê “Qurban Saîd“ kesekî nenase, tew li serwî haydarî nînin. Li Almaniya jî di defterên fermî “Kataloga tevayî ya pirtûkan- Bo salên 1935-1939“, ev navê pêjinî yê baroneka Austirî ye, ku bi navê Elfiriede von Ehrenfelds von Bodenershof e bû.

Sala 2000î ev perdeya tarî ya li ser Qurban Saîd hate çirandin, gava di çapeke nû ya romanê de li Almaniya, li ber Copyright (©)a “mafê jêgirtina“ pirtûkê hatibû nivîsandin, ku kesekî bi navê Lêyo Nussimbaum, wekî hev-nivîsevanê romanê ye. Lêyo navê pêşîn û rastîn ê “Essad Bey“ ye, û guman e nîne, ku şêwenivîs, wêjerêjî, ciwaniya hewaldanê û xweşpêzanîna dem û bûyerên romanê, tev yên Essad Bey in, ne ya baroneka Austirî ne.

Tê gotin, ku wê baronê rast harîkariya Essad Bey kiribû di nivîsandin û derxistin û belavkirina wê romanê û romaneke dî jî, ya bi sernavê “Keçika qoçê zêrîn“ bû, mêrê wê, ku bi navê Baron Rolf von Ehrenfels bû, paş xebateke wî ya Rojhilatnasiyê li Türkiyê, ola Filetiyê berda bû, û navê xwe kiribû “Omer“.

Li gor dîtina lêkolîner Tom Reiss, barona hêja wilo navê xwe xistibû ser herdu romanan, wekî nivîskarê serekîn, da roman li Almaniya jî belav bibe, ji ber ku navê Essad Bey li wir hatibû reşkirin û qedexekirin.

Pirs tê kirin, bo çi Essad Bey li Amerîka nema, û koç nekir Filistînê. Bersîv gelek in, lê mirov nikane bêje ev an ev ya rastire.

Dawiya dawî, ew vegeriya Italiya, ji ber ku Faşistên îtalî, ku li pey Mossolînî diçûn, wekî Naziyên alman, ne dij Cihowan bûn. Essad Bey xwast, ku jînnameya Mosolînî binivîse. Italo Balbo, ku hîngê rêhevalê rêberê Faşistan bû, bizava xwe dikir, bo berhevhatina Faşist û Musilman û Cihowan. Mixabin, Mosolînî û Hitler gihane hevdu û bi hev re bûn rêheval û hevpeyman. Xudanê weşanxaneyekê, ku bi xwe Faşist bû, û di sala 1938ê de soz dabû Essad Bey, ku ew ji Dûçê [Mosolînî] destûra nivîsandina jînnameya wî bistîne, dît ku êdî ew rê tê girtin, û lew re dev ji Essad Bey berda û ji xwe re li nivîsevanekî dî bow ê yekê geriya.

Bo Essad Bey lêdana li Italiya ne kêmtir bi êş bû ji ya li Almaniya, nema dizanîku ve biçe, bê nişt û bê pere bû, û teviya welatên Ewrûpî ji Naziyan ditirsîn, û ji ber wê jî deriyên xwe li ser wî girtin. Ew di Italiya fireh de bû girtiyekî binçavkirî, wekî bilbilekî di rikewê ’qefesê' de, bi ser ve jî, di destpêka sala 1939ê de, berî ku Cenga Cîhanî ya duwê, ew nexweş ket, nexweşiyeke pîs govdeyê wî herifand, ku jê re care û derman tune bûn. Romana wî ya sêyê wekî destnivîsekê di nav destên wî de ma, û di roja 27.08.1942ê de, li bajêrê Positano koç kir diyarê dilovaniyê.

[b] Gora Essed Bey li Positano / Italiya[/b]

Mixabin, ta niha çi pirtûk vî nivîsevanî, wekî ez dizanim, bi zimanê Kurdî nînin, û pêwîste wergêrên Kurd xwe bi berhemên nivîsevanekî cîhanî yê wilo gêro bikin.

[b]Ji pirtûkên Essed Bey:[/b]

- Mohamed, jiyanname “Maometto“
- Stalin
- Alî û Nûno
- Xwedê mestire “Allahûekber“.
- Hezkirin û zeta erdê “petrol“
- 12 veşartokên “razên“ Qafqasiya
- Allahû Ekber
- Keça Qoçên zêrîn

[b]Jêderên Gotarê:[/b]

-Prof. Dr. Wilfried Fuhrmann, li ser jiyana Essed-Bey, Potsdam, 01.10.2007
-Biyografiya Essad-Bey, Xanim AliceSchulte, Florenz 09.02.1943
- Urs Jenny, Der Spiegel, Hejmar 21/2008, r. 172-174
-Tom Reiss, Der Orientalist, li pey rêçên Essed Bey, Osburg Verlag, Berlin, Wergerandina ji Ingilîzî: Jutta Bretthauer.
- Wikipedia, jiyana Essed Bey
- Malpera: www.essadbey.de

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=3242

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.