بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 12 September 2008

Duhî meclisa serokayetiya Komara Îraqê biryarek pejirand ku têde derdeserî...

Duhî meclisa serokayetiya Komara Îraqê biryarek pejirand ku têde derdeserî, zulm û zoriya ku di dema rejîma Beesiya jinabçûyî de ber bi rûyê gelê Kurd li Kurdistana Iraqê hat bû, bi jenosîdayê qebûl kir.

Di daxûyaniya serokatiya Komara Îraqa federe de hatiye ku pêşniyara vê biryarê roja 14.4.2008-ê ji aliyê palemantoya Îraqê ve hatbû pejirandin û piştre ji bo konseya serokatiya Îraqê hatbû şandin, û meclisa serokatiya Îraqê jî duhî ew weke jînosîda li dijî gelê kurd qebûl kir û dibêje: “ Ew tevkujiya ku li Kurdistana Iraqê hatiye serê gelê kurd, wek tevkujî û jenosîd hate naskirin“

Di wê rûniştina civata nûnera de kû Çinar Seîd Ebdulla Wezîra Karûbarên Şehîd û Enfalkiriya ya Herêma Kurdistanê jî amadebû, têde bal kişande li ser zulm û zora kû li hember gelê Kurdistanê hatiye bikaranîn bi taybet girtin û kûştin û komkujî û bikaranîna çekên kîmyawî û daxwaz jî kir kû tawana enfalê bi cîhanê bête nasandin û bi alîkariya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de zirar û ziyanên welatiyan bêne qerebûkirin . krg

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.