Eger em bi wan xetan razî bibana, Sedam Hisên memnûn bû ku digel me rê bikeve"
[b]PUKmedia[/b]
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weha got:“ Pir ecêb e, ku niha behsa xeta kesk û şîn tê kirin.Eger em bi wan xetan razî bibana, Sedam Hisên memnûn bûbû ku digel me rê bikeve.“
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê di civîna digel Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û Lîsteya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê civiya.
Di civînê de, Barzanî dilxweşiya xwe li hember yekhelwestiya her du lîsteyan bo berjiwendiya gelê Kurdistanê, nîşan da û got:“Rast e, kêmasî hene.Lê di warê pêwendî û guncanê de mînakeke baş e, ku dive em hemû şanazî bi wê bikin.“
Di derbarê xûla dahatû ya Parlamentoya Iraqê û rola her du lîsteyan Barzanî diyar kir, ku wek yasaya hilbijartina civatên parêzgehan, pirsgirêka Xaneqînê, yasaya petrolê, bûdceya sala 2009-an û rêketina ewlekarî ya navbera Iraq û Amerîkayê, çend meseleyên girîng di pêş nûnerên kurd de hene.
Di derbarê yasaya hilbijartinan, Barzanî balkişand li ser helwesta berê ya Herêma Kurdistanê ku pêştir hatibû diyar kirin û got:“Helwesta me aşkere ye.Em amade ne, ku her niha li Kerkûkê hilbijartin bikin.Eger bê taloqkirin jî an jî her rêketinek li ser bê kirin, nabe ew rêketin alternatîfa madeya 140-ê be.Em digel wê de ne, bi birayên ereb, tirkmen, kildan û aşûr li hev bikin û amade ne bi niştîmanperwerên tirkmen û ereb re bê sînor gotûbêj bikin.Li vir ya girîng prensîb e.Gelo em hevdu qebûl dikin an na.Ewên ku me qebûl nakin eger xwe neguhurin, bawer nakim, ku bigihîne encam.Lê ji ewên ku li hemberî xwe qebûl dikin re, em jî amadene, ku destê dosteyatî û biratiyê dirêjê wan bikin.“
Di derbarê pirsgirêka Xaneqînê Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku li Xaneqînê tu pirsgirêkek nebûye û bi zorê xwestina pirsgirêkan çê bikin.
Barzanî da zanîn, ku di danûstandina sala 1991-an de digel rejîma Beasê tu gotûbêj li ser Xaneqînê nehatiye kirin û wek beşeke Herêma Kurdistanê hatiye danîn.
Barzanî aşkere kir, jî ew hêza ku çûbû Celewlayê li ser daxwaza Bexdayê bûye û ew hêz kariye navçeyê ji terorîstan pak bike, nêzikê 20 şehîd û zêdetir jî 40 birîndar jî daye.
Barzanî got:“Pir ecêb e, ku niha behsa xeta kesk û şîn tê kirin.Eger em bi wan xetan razî bibin, Sedam Hisên memnûn bûbû ku digel me rê bikeve.Tenê li ser Kerkûkê pirsgirêk hebû.Qebûl kiribû ku Şengal û Xaneqîn bixin ser Herêma Kurdistanê.“
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku arteşa Iraqê di bingeh de ji du lîwayên pêşmerge pêk hatibû û got:“Wate arteş arteşa me ye û şanazî bi wê dikin.Lê ew hêza iraqî ku çûbû Qeretepe û Celewlayê wek serdema Beasê çûbû û êş dabû kurdên navçeyê.Hatina nav Xaneqînê ji bo mebesteke siyasî ye, ne bi mebesta terorê.Lewre em ji Bexdayê dipirsin ku gelo baweriya we bi Destûra şirikî heye an na?Em dixwazin ku di navbera her du aliyan de pêbendbûn hebe û di gel pêşketina Iraqê de ne.Lê ew pêşketin li ser hesaba Herêma Kurdistanê nebe, bi vegerîna Mam Celal bo lêkolîna meseleya Xaneqîn û ew meseleyên ku heta niha hilawistî mane, serkirdeyatiya PDK, YNK û partiyên kurdistanî yên din dê civinekê saz bikin.“
Di derbarê rêketina ewlekariyê ya navbera Iraq û Emerîkayê de, Barzanî heta wê qonaxê mayîna arteşa Amerîkayê li Iraqê pêwîst e û got:“Em digel rêketinekê ne, ku serweriya Iraqê bê parastin û di berjiwendiya xelkê Iraqê de be.“
Li ser yasaya petrolê jî , Barzanî aşkere kir, ku di meha reşemiyê ya sala 2007-an de hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê gihiştîbûn rêketinekê, lê civata Şûra destkarî li rêketinê kiriye.Em daxwaza zêdetir ji wê nakin ku di Destûrê de hatiye.
Di derbarê budceya sala 2009-an û ew daxuyaniyên ku daxwaza kêmkirina %17-ê Herêma Kurdistanê dike, Barzanî weha got:“Ew %17 li gor rêketineke siyasî bû.Lê ew nayê wê wateyê ku em ji wê rêjeyê razî bin, rêjeya kurd ji wê zêdetir e.Ew kesên ku dibêjin rêjeya Herêma Kurdistanê %14 ye, em ji wan re dibêjin ku Herêma Kurdistanê ji %17 jî zêdetir e.Wate dive rêketin berdewam bibe, heta ku serjimêriyek bê kirin, ku em ji encama wê razî û pêbend in.“
Başkan: 'Irak'ın dile getirdiği yeşil ve mavi hatları tanımıyoru