[center][b]Hunermendê Kurd yê nav Brader Musikî îro li Tirkiyê bajarê Istanbul ji aliyê polîsan ve hate girtin.[/b][/center]
[center][img]http://www.canduhuner.com/Hevpeyvin/brader.JPG[/img][/center]
27.08.2008
Brader Musikî ku îro ji Hollanda ji bo çêkirina albuma xwe ber bi Istanbulê ve bi rêket, li balafirgeha Istanbulê ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Brader Musikî ji balafirgeha Ata Turk ya Istanbulê bi riya telefonê ji Avesta re ragihand ku ew saat 16.10 li gora dema Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Brader diyar kir ku polîsan ji wî re gotine ku dozgeriya Diyarbekirê doz li dijî wî vekiriye.
Brader Musikî wê li Istanbulê çend stranên nû ji bo albuma xwe ya nû tomar bikirana, album wê ji aliyê Korek Muzik ve were derxistin.
Re: Hunermend� Kurd y� nav Brader Musik� �ro li Tirkiyï¿