بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 1 August 2008

Nivîsgeha Karûbarên Êzdiyê bi tundî daxuyaniya Emîn Ferhan red kir

Cavkanî:Pukmedia

Piştî ku Parlamenterê Iraqê Emîn Ferhan Çîço di daxuyaniyekê de bi navê êzdiyan piştgiriya xwe bo bicihanîna yasaya hilbijartina Civata Parêzgehan nîşan da û hevdem li gel hinek aliyên din ên ereb dijeyatiya xwe li bikaranîna mafê vetoyê ji aliyê Serkomar Talebanî ve ragihand, Nivîsgeha Karûbarên Êzdiyê bi tundî daxuyaniya navborî red kir û diyar kir, ku Emîn Ferhan Çîço tenê nûnertiya xwe dike.

Di daxuyaniya Nivîsgeha Karûbarên Êzdiyê de weha hat gotin:“Civata Rûhanî ya Êzdî piştgirî li hewlên bicihanîna bendên Destûrê û madeya 140-ê yên Hevpeymana Kurdistanê dike, ew alî jî ku xwe bi nûnerên êzdiyan dizanin, xwe firotine û digel ew aliyan hevpeymanî girêdane ku berpirsên zarokên me yên Şengal û Beşîqeyê ne.“

Di vê derbarê de merciyên olî, kesên siyasî û rewşenbîr ên êzdî bi daxuyaniyên cuda helwest û daxuyaniya Emîn Ferhan şermezar kirin.

Di vê derbarê de Endamê Civata Rûhaniyê ya Êzdî Baba Şêx Xatû Îsmaîl diyar kir, ku çarenûsa êzdiyan digel Herêma Kurdistanê ye û tenê civata rûhanî dikare bi navê êzdiyan daxuyaniyan bide.

Baba Şêx got:“Me pêştir ji balyozxaneya Emerîkayê re diyar kir, ku em êzdî kurd in û dixwazin bi ser Herêma Kurdistanê bin.Ew aliyên ku dijî daxwazên me radiwestîne, red dikin.“

Hevdem Berdevkê Fermî yê Civata Rûhanî ya Êzdî Ekrem Silêman diyar kir, ku daxuyaniyên Emîn Ferhan li dijî daxwazên kurd û êzdî ne.

Hêjayî gotinê ye, Parlamenterê Iraqê Emîn Ferhan digel hejmarek aliyên iraqî daxwaznameyekê bi navê êzdiyan îmza kir, ku tê de daxwaza bicihanîna projeyasaya hilbijartina civatên parêzgehan hatibû kirin û herweha dijeyatiya xwe jî bo bikaranîna mafê vetoyê ji aliyê Serokomar Talebanî ve, ragihandibû.

EMÎN FERHAN ÇÎÇO Ne rêberê Êzdîya ye ew xwe firoşeke û ew xwulam û xizmetkarê Êrebe Tirkan û Ecema ye: Emîn Ferhan Çîço di xwezê Êzdîye bifiroş ê bi diravan. Emîn ferhan Çîço QATILê qatlîama şingalê ye. Ew sersebeb ê Buyara Şêxanê ye!!! Emîn çiço, ew qatilê Êzdatîyê û gelê Kurdistanê ye! Emîn Çiço xwe firoşikî bê xîretê. Bimrê îxanet.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.