بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 29 July 2008

Kurd milleti ablukaya alinmis, somurge ve bahdsiz bir millet. Bu abluka bir cok koldan sarmalanmis bedenini vatanin. Somurgecilige karsi panzehir ise, daha cok birlik. Daha cok milliyetci durusta ifadesini bulur.
-Kurdculuk- belki kelime itibariyla buna en cok yakinlasmadir.Bu kelime bile yetersiz kalir.
Milliyetcilik; hak ve hukukun toplaminda kendini disa vurur;
Dil,tarih,vatan,ruhi sekillenme,bayrak v.s gibi degerlerin bilince cikarilmasidir.
Bu abluka ideolojik formata da uymaz cozumde.
Ideoloji ile millet tanimlanmaz.
Millet kavrami da bir cok durusa temel teskil eder.
Ben umedciyim kavrami milleti distalar,ben sosyalistim de bir nevi milli devlete aciklikta yetersiz kalir.
KURD TOPLUMUNDA HERKES MALESEF BIR KAVRAMLA KENDINI HEP IFADE EDER:
Alevi, kurdlugunu bir yana iterek cogu zaman kendini tanimlar.
Islami kesimde de kurdun ifade tarzi hep bu kavramla izah edilir.
Turkluk kavraminda misak i millicilik te ayni sekilde hep kurdun ruhsal sekillenmesinde kendini kaybeden kurdlerle dolu.
ABDULLAHIN ANTI KURDCU TEZLERI VE TARIHE BU KADAR SALDIRISI TC NIN POLITIK ablukasidir.
BIZ kurdlerin amentusu YASASIN KURD MILLETI oldugu zaman diger ideolojik kavramlar da gercek manasini bulur.
Milli kurd koku ozerinde dal ve budak salmak tanima en uygunudur.
BAZI dostlarimiz belki kizacaklardir bu satirlari okurken.ZIRA ideolojik yaklasim bu kizginliga yol aciyor.Ama olsun her kurd kendi rengiyle guzeldir,millt kavrami icinde guzeldir.
Kurdistanin her parcasinda bu abluka kurd milli davasinin cozumunde yasasin bratiya kurda ile en dogru ifade edilir.

Dema te xweş, birayê Berwarto. Ji xwe pirs û pirgirêk di wir de ye. Bindestîya maddî bi xwe re bindestîya ruh û hestan jî tîne. Û îro di vê serdemê de ya ku me li bin destan dihêle, têkçûnan li me dide ferzkirin, di eslê xwe de bindestîya mejî ye, birayê min. Mejî rizgar nabe ku his û heş rizgar bibin, da ku rê li ber xwe veke ku xwe bigihîne rizgarîyê, serbilindîyê, rûmetê. Îro gava yekemîn a rizgarbûna mejî jî di şiûra aîdîyet û mensûbîyetê re derbas dibe. Piranîya pirsigirêkan tenê di wê rê de dikanin bên çareserkirin, an jî têkevin rêya çareserîyê. Aîdîyet û mensûbîyeta çi? Ma çi û ne çi? A alemê hemû çi be, ya me jî ew: aîdbûn û mensûbbûna miletekî, netewekê. Ew tiştên ku tu dibêjî, ji ber nebûn an kêmbûna vê pir derdikevin pêş. Ma ku ev hebe, rûniştî be, cudatîya ol û mezheb, zarav û tiştên din ewqas derdikeve pêş. Nuha elfabe bi xwe jî pirsgirêkek e. Dîsa pirsgirêkên pev re jîyan û xebatê, piştguhkirina zimên, guhnedana çandê, nebûn an kêmbûna şiûra dîrokê, pir bi vê ve girêdayî ne. Me pir got, em dibêjin, lê ka qey em nikanin xwe baş bidin fahmkirin. Ma ku ne weha bûya, jahro ji bavê wî zêde bû ku devdirêjîya Şêx Seîdê me yî kal, lehengê mezin ê dîroka me bikira. Gel ê ew di tûka xwe de bifetisanda, bixeniqanda. Lê wa ye dike û jê re dimîne, ez û tu û çend hebên wek me jî kezebreşî dibin. Lê bê guman, bê hêvî nabin û heta bi heta dibêjin û rast li ser xeta vê aîdîyet û mensûbbûna miletê Kurd, netewa Kurd dimînin Rêz û silav Mancel

Me hes û bîrkirina Kurdistanî gerek e. Kurdayetî mixabin ku î roj pirr hatiye daxistin bi destê Mishkê Îmraliyê û murîdën wî yên li derve, ku Xwedë Giravî serfermandariyê ji artêsha gerîlla re dikin. Qurbana shopa lingê van xort û qîzên me yên cheleng û leheng bin ev tirsonekana! Tu ji gerîlla bipirsî, ew haya wan jë nîn e ku Evdo teslîm bûye. Van qomûtanën derewîn înformasyonën chewt û nerast didine ji gerîlla re. Ji ber ku ji q..na wan xebat na yê! Tev rola kovboyên westayî dilîzîn ji xwe re. Dixwazin li ser xwarina amade û hazir rûnên. Loma teslîmiyeta Oce ji wan re pirr kêrhatî têt. Bextê milletê me pirr xirab e. Her tisht ji destê wî hatiye standin ji bilî Kurdistanê. Bash guh bidin: Kurdistan ya kurdan e. Loma mirov dibêje Kurd û Kurdistan. Ji lewre jî gereke em em li shûna kurdayetiyê î roj KURDISTANÎBÛNÊ derxin ber bi pêsh. Slav û rêz Suwar

Bi rastî we herduya jî ez dam fedîkirin. Hima bejim ku iro ez li mêvanîyê bum. Li ba dostek ketim internetê û bi xemgînî min dest bi tirkî kir û xwest xemginîya xwe carek din bi chend gotina bi cîh bînim. Êvarê min wek bersiv nivîsên we dît ku we herduye bi zimanê delal dîtin û ramanên xwe daye xîya kirin. DEMA KU ZIMEN BI KURDÎ BE GELO MA DIBE KU BÊ BERSIV BIMÎNE. MIN JÎ XWEST HIMA TENÊ BEJIM HUN HER BIJÎN DI ZIMANÊ DAYIKA XWEDE: Kurdperîya delal,peyvên xwesh dilan dixemline u dihelîn e. Mala we herdu brayan avabe. Herbîjît zimanê kurdî û her bijît bratîya kurdan...

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.