بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 16 June 2008

[center][size=x-large][color=#990000][b]MELE SALÎHE[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://graphics8.nytimes.com/images/2006/06/18/us/18imam.xlarge1.jpg[/i…]

Meleyê gundekî diviya ku bi çendî mehekê biçûya riyek dûr. Rûspiyên gund li dora melê dicivin û jê dipirsîn: 'Hêja meleyê me! Bi kêmanî dirêjahiya mehekê Tu ji seferê na vegerî. Gelo Tu dibêjî kî dikare li şûna Te ji me re meletiyê bike, li pêşiya me nivêjê bike? Wek Tu dizanî ji mizgeftê re meleyek divêt. Mizgeft ni kare bê mele bimîne.'

Mele piştî hinek kire hizir gote rûspiyan:

- Ew kesê ku li pêşiya we dikare nivêj bike, divê kesekî kamil, arif û salih be. Paşê mele çû riya xwe.

Piştî mele çû, rûspiyên gund tevaya peyayên gund dan pêşiya xwe û ketin nav gund, mal bi mal geriyan ku Kamil, Arif û Salih'î bibînin. Li nav hemû malên gund digerin, kesekî bi van navan peyda na kin. Paşê dikevin nav bîr û hizrek kûr, ku çawa vê gelşê ji xwe re çareser bikin.

Xortekî gundî pêşniyarekê dike û dibêje rûspiyan:

- Me li gund kesekî bi navê Kamil yan Arif yan jî Salih peyda ne kir. lê belê li gundê me jinek bi navê Salîhe heye. Ma em çima wê ji xwe re na kin mele? Wê gavê em ji peyva hêja meleyî ne derdikevin der. Ma ne welê ye?

Ev Salîhe jî jinek bêderpê ya gund bûye. Yeka bê ser û ber.. Ji ber vê yekê rûspî li hevberî pêşniyarê dikin dengê xwe bilind bikin, lê belê çareyek din li pêş wan xuya na ke. Li şûna bê mele bimînin û bikevin bin barê gunehên mazin, ji vê bêgaviyê meletiya Salîhe'yî dipejirînin.

Rûspî berê xwe didin mala Salîhe'yî. Je re çêl û bahsa rewşê dikin û jê dixwazin ku ew ji bo çenddemekê bibe meleyê gund. Ji ber ku Salîhe tevaya peyayên gund li pey xwe bazdandiye, ji ber zexta jinên gund, pirr kes li ser Salîhe'yî gilîkar û jê ne xweş bûne. Kes ne wêrî bûye wisan aşkere pirsa Salîhe'yî bikin û herin serdana wê. Salîhe jî yeka şît û şiyar bûye. Ji lew re hizra ew qezenc û destkeftên ji meletiyê jê re were, pêşniyara wan di cih de dipejirîne. Ji rûspiyan re dibêje 'êdî hûn herin, ez ê li nivêja nîvroyê li mizgeftê bim.'

Gava dibe nêzî nîvro, Salîhe fîstanek pirr teng li xwe dike ku gloveriyên laşê wê tê de xuya bike û berê xwe dide mizgeftê. Şarekê jî li ser serê xwe digerîne û bi xeml û şoxiya xwe dide ser riya mizgeftê. Xwe ji her demê bêhtir dihejîne di vê rêveçûna xwe ya li ser riya mizgeftê. Gava dikeve nav mizgeftê, ku çi bibîne, berî ku mele çûbe, ew mizgefta ku tê de neh-deh kalemêr hebûn, ev roj dagirtî ye ji tevaya şêniyê, tev jî peyayê gund in. Ta ku ji ber nebûna cihî, kesên ji derve li ser çakêtan xwe amadeyê nivêjkirinê jî hebûn.

Salîhe bêyî ku wan bêhtir bide rawestan dest bi nivêjê dike. Çavê her kesî li şûna sucdeyê, li ser qûna Salîhê bûye. Salîhe yeka xweşbêj bûye. Loma zanibûye bi dengê dilsoj niyazan jî bike. Ji ber vê cemaet dest bi axîn û nalînan dike, hinek ji wan bi dengê bilind dest bi fîxanê dikin û dibêjin 'şefaat ya resûlellah!', 'Xwedê ez şewitîm ji bo Te! û hwd. Ev rewş mehekê her welê berdewam kiriye.

Piştî mehekê mele ji riya xwe divegere û têt nav gund. Piştî xêrhatina melê, jê re dibêjin ku 'me Salîhe ji xwe re kir mele.' Paşê jî ji melê dipirsin 'gelo li gor olî (dîn) destûra (îcazeta) Salîhe hebûye ku meletiyê bike?', 'Gelo nivêja wan qebûl bûye yan na?!'

Mele jî yekê doxînsist ê berê bûye. Ew hem jî dostê dizî yê Salîhê bûye. Salîhe yeka wisan şellaq û heşerî bûye, ku lingek Salîhê jî li nav qereqola jendirman bûye. Heger mele bibêje 'na qebûl na be!' ew baş dizane ku ew ê rast li xezeba Salîhê were, giliya wî li nik jendirman bibe. Heger bibêje 'belê dibe', lê vê jî ni kare bibêje ji lew re di îslamiyetê de aşkere xuya ye, ku jin ni karin meletiyê bikin.

Peyvê di devê xwe de dibe tîne, lê çi bersivek diyar ni kare bide.

Ew roj serxoşê gund ku di temenê xwe de ne diçû mizgeftê, ew jî li wir bûye. Berê xwe dide civata melê û ji wan re vê dibêje: Mi zonenib în nimaj qebul nî ben! Ango 'min dizanî ku ev nivêj na yêt qebûlkirin!'

[b]Kenan Fani Doğan[/b]

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=207

[center][b]Hejmara 89 ya Agirî derket![/b] [img]http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/pic/agiri.gif[/img][/center] [email protected] [email protected] Silav û rezên germ û gurr ji Kurdistanê! Hejmara 89 ya Agirî derket û roja 15.06.2008'an çap û belav bû. Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin. Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin. http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/this/index.php Rêz û hurmet... [b]Desteya Weşana Agirî[/b] 15.06.2008 http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=316

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.