Dîplomatekê Zelamê dewletbûna Kurdistan, Dîplomatekî Jêhatî û Mirovekî dewletbûna Kurdistan,Nêcîrvan Barzanî û Emerîka
Seredana Serokwezîrên Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Bo Emerika
Birastî ez dixwazim binim ziman ku çapemeniya Bakûrê Kurdistan û Partiyên siyasî di vî warîde bê helwest mane. Netinê Bakûrê Kurdistan herweha beşen din jî. Diviyabu bi rojan ev seredana Serokwezîrên Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di rojeva cînhanêde dupêçbikiran. Têbêjî bêçavin û nabînin. Dewletekî wekî Emerîka evçend gelê Kurd û rêberiya wê di şexsiyeta Serok Barzanî de weko du welatên mutefîk dibîne, lê Kurdên nivîskar û malperên wan kesek ne libere nivîsekî diplomasiyê jî liser vê têkiliya dîplomasî biweşîne. Ev netinê kêmasiye, belko zihniyeta neteweperestî û qewmî zeîfe û bixwe nahesên yanjî naxwazin bizanin!
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî Dîplomatekî xort, jêhatî û sempatike. Ew di xortaniya xwede bo xwedî barê giran û mesûliyetekî laîqê xwe û gelê Kurdistan hildaye ser bilên xwe. Ew di tikiliyên dualide divê pir agah ji wergerêxwe Felah hebe.
Seredana Rêzdar Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Emerika ez dikarim bêjim seredanekî erênî û dîrokîbubuye. Nêçîrvan Barzanî ligel desthilata herî mezin û bi biryar bi dualî çavpêketin kirin. Ligel wezîra derveya Emerika Xanim Rice, wezîrê bergirî Robert Gates, Cihgerê serok Bûş Dick Cheny û Serok Buş re. Ev xebat û karên dîplomasî û peywendiyê wê dide nîşandin ku, gelê Kurd di Kurdistanêde dîroka raçandina bingehê avakirina dewleta xwe pêk aniye. Bêguman ev mafê xwezayî û tebîî yê gelê Kurde ku li ser axa welatê xwe bi azadî û xwedî desthilat bîjî.
DI DÎROKA GELANDE HERDEM KESEKÊ RÊBERİYA AZADIYA GELÊ XWE KÎRİYE
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî piştî hate hilbijartin bo serokê Kurdistan desthilatiya Emerika ew bi resmî dawetê Emerika kirin. Mesûd Barzanî weko serokê têkoşîna berxwedanê, weko serokê dijê zurdariyê, weko serokê dilpak û serokê Kurdistan hate pêswazî kirin. Wî demî xewna dijminên gelê Kurd û Kurdistan revî û mejiyên wan têk çûn. Serok Barzanî dema ji Emerîka çûyî Elmanya wî demî ev partiyên îro desthilat didestên wandeye, dinava şerên hilbijartina parlametoyêdebun. Serokwezirên Tirk Recep Teyip Erdoğan daxwaza çavpêketinê ji Xanim Angelika Merkel xwest lê wê got min wext bo çavpêketinê nîne jiber demê kampanya şerê hilbijartinê. Di wanrojan de Bi serok Barzanîre çavpêketin hat kirin û bo çapemeniyê jî hate ragihandin. Tirkiye ma ecêp mayî, çima xanin Angelika Merkel Hevdîtin bi R.T.Erdoğanre qebul nekir bi Barzanîre kiriye. Zimanekî ji derveyê prensîpên çapemeniyê bi kar anîn wîdemî. Ka gelo vê carê dê eev dewletên ji medeniyetê bê pisk û bahrin dê çibêjin û binivîsin.
Belê ,birastî gelê Kurd di Kurdistanêde ji destên rejîmên Tirk Ereb û Farisan bi sedan Salin zulmê dikêşin. Ji desthilatekê tucara fikra medenî û aqilane derneket ku bêjin, „ bi rastî ev mafê gelê Kurde û axa wane, pêwîstnake em bivê helwes xwinrijî, tawanbariyê bi domînin û çareseriyê pêkbînin“.
Rolê serekî bêgoman Serok Barzanî dide diyarkirin bo mandê û dahatiya berjewendiyên bingehê hebuna Kurdistan.
Rêzaniya rojhilata navîn de, eger ku rola serekî ya gelê Kurd û rêberiya siyasî nebe, desthilatiya Emerika dê bê xwedî û hevkar bimîne.
Welatên din yên cîranên Kurdistan divê dest ji siyaseta xweya bê bingeh berdin. Kurdistan navê axa welatê Kurdane. Kaniyên petlolê li herêmên Kurdistana dibin zulma Suriyede, boriyên wê diçin laskiye. Kurd bê benzîn û gaz diminin û çavên wan liber destên desthilatên zalimin. Ev bêbextî û zulma heta îro divê dawî lê werekirin û Kurdistan û Kurd jî bizanin ewjî xwedî dewlemendiya ser red û binerdin û xwediyê vê dewlemendiyê jî ne Tirkin, Erebin û nejî Farisin.
Min pêşneyarek bo rêzdar serokwezîrên Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî heye: „Di têkiliyên peywendiyên navnetewîde, di hevdîtinên dualîde daxwaza ala Kurdistan ligel xwede bike“. Ev mafekî xwezayîye.
Gelê Kurd û rêberiya siyasî ango serok Barzanî
Îsmaîl Girikî
24..5 2008
sayin giriki