بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 23 Gul 2008

[img]http://www.saradistribution.com/foto2/shergele.jpg[/img]

[size=large]
[color=#990000][b][i]Kitêba nû ya Arjen Arî ’Şêrgele'
’Siwarê hespa kimêt'[/i][/b][/color][/size]

Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya şi'rê bi navê ’Şêrgele' . Kitêb bi navê ’Şêrgele' û ’sûretên hisretê û keservedan' ji du beşan pêk tê.

Ji kitêbê

di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî...
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!

kîjan mîrek e li devê riya te?
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b' wî dengê saba
şiyar ke j' xewê çiyakên Serxetê

ARJEN ARÎ

Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi şi’rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser şi’rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê şi’rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de şi’rên wî weşiyan tê zanîn, ya rast, şi’ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew şi’r ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê şi’rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:

Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko

An,

Roja pala erzan e
Kufletê mal giran e
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!

Bi dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, şi’rên wî di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.

Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi’r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi’r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi’r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2008
Şêrgele, Şi’r, Avesta, 2008

[b]Şêrgele
Arjen Arî[/b]

Şi'r
ISBN: 9789944382489
19.5x12, 64 rûpel

REVIEW / RECENSIONER / BERHEM NASANDIN / KITAP TANITIMI

http://www.kurdishbookbank.org/arjenAri_synopsis.htm

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.