بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 22 Gul 2008

Fikra ko çareseriyê di “komara demokratîk“ de dibîne û konsepta Ewropayê ya ji bo mafên takekesan û referansên kemalîzmê yên bi her awayî ji çareseriyê bi dûr in û bûyine sedemê têkilhevî û aloziyê, qet nabin rêya çareserî û dê qet nebin jî. Çareserî damezirandina dewleteka kurd li ser xaka Kurdistanê ye.
Di sala 1880-yê de li ser zemînê cîhanê 25 dewlet hebûn. Ji 125 salan û virde 181 dewletên din hatin ava kirin. Niha li cîhane 206 dewlet hene. Hemî dewletên di van demê dawî de hatine ava kirin, ji statuya metîngerî (bindestî) rizgar bûne. An jî, ji statuya federasyonê rizgar bûne û bûne dewlet. Dewletên ne metînger yên bi îradên xwe bi hev re weke federatîf û xudanên desthilatî yên wek hev jî, ji hev veqetîyane, an jî di prosesa veqetandinê de ne. Ji Yekitiya Sovyetê zêdetirî 20 dewletan û ji komara Yûgoslavyayê ya federe jî 7 dewlet derketin.
Li Spanyayê herêma federe ya Katalonyayê jî, ji bo serxwebûnê xebata xwe berdewam dike. Ji alîyê din, federeya herî feqîr Bask jî di prosesa cidabûnê de ye. Li Belçîkaya federe valon û flaman jî di heman prosesê de ne. Li Kanadayê herêma kebekan ya otonom jî, her çend beriya demekê li gora makezagona wî welatî mafê serxwebûnê di nava Kanadayê de wergitibe jî, daxwaziya dewleta serbixwe dike. Karadaxa ji Yugoslavyayê nû veqetayî, Qibrisa aliyê rûman, Luksembûrg, Malta û gellek dewletên din yên hijmarên wan jî gellek bajar û bajarokên ko kurdan kêmtir in; ji alîyê din de emaretên eraban yên yekgirtî, dewletên giravên Karayîbê, an jî dewleta tirk, ya başûrê qibrisê ya ko qîma xwe bi federasyonê neanî û xwe serbixwe îlankirî jî, bi hijmarên xwe ji gelek bajar û bajarokên kurd kêmtir in.
Hejmara kurdan li bakûra ko di bindestê tirkan de 30 mîlyon, li başûr 6 milyon, li başûrê biçûk-Sûriyeyê 3 mîlyon, li Îranê nêzîkî 15 mîlyon heye. Kurdistan bi nifûsa xwe ya 54 milyon e, niha herî girseye ko di cîhanê de bê dewlet e. Li himberî vê 22 dewletên ereban û ji nîjada tirkan jî 7 dewlet hene.
Kurdistan nêzî hezar salî ye ko di bin destan de ye. Di rewşa bindestiyê de hatiye talan û red kirin, perçe kirin û li hev belav kirine. Mafê wê yê xwe îdarekirinê ji destan hatiye sitandin û çanda wê hatîye red kirin û asîmîle kirin. Kurdistan bûye bazara dewletên dagirker. Axa wê ya ko bi ser erdî û bin erdî ya xwe ve ji alî petrol, av kiştekalî ve dewlemend e ji destn hatiye standin û bûye ava aşê dagirkeran û dewlemendiya wan dewlemendtir dike. Ji xeynî vê jî metropolên tirkan, bûyîne meydana metîngeriya keda kurdan.
Li bakûr dewleta dagirker ya kemalîst, li başûrê biçûk erebên beesî, li rojhilat dewleta Îranê ya fundamantalîst û heta demekê nêzik ya Seddamê beesî hikûm dikin û dikira. Ew rejîmên totalîter û nîjadperest, bûne sedemên kewneperestiyên ko li welatê me û li wan welatên dagirker peyda bûyine. Rizgariya Kurdistanê ji bin destê van rejîman ddê rê li kultira biratiyê, wekheviyê veke û di warê sîyasî, aborî, civakî, demokrasiyê û kulturî de ji dê reng bide.
Pirsa kurd û Kurdistanê weke pirsa hemî neteweyan ya biax, netewebûn û desthilatdariya wê ya siyasî ya ko qedera xwe bi destê xwe îdarekirinê ve girêdayî ye û divêt dewleta xwe li ser van her sê xusûsîyetan ava bike.
Weke ko ji van îstatîstîkên me li jor jî dayîn têt fehm kirin ko, bêferq û cida dewletên ko bi pirsa neteweya xwe ve rûbirû bûyîne, çareseriya pirs û pirsgirêkên xwe, bi avakirina dewleta xwe, ji binî çareser kirine.
Miletê kurd jî, ji miletên dinê ne cida ye û dê ew jî pirsgirêkên xwe bi damezirandina dewleta, xwe ji binî çareser bike.

Miletê kurd ne kêmtir î ti miletan e. Bi kultur û dîroka xwe li ser axa xwe, miletekî herî kevnar e û xûdan dîrokeka dewlemend e. Mafên ji bo miletan, rewa hatiye dîtin mafê miletê kurd e jî. Miletê kurd dema ko xwe ji bin nîrê dagirkeran rizgar bike û saziyên xwe yên neteweyî ava bike û li ser qedera xwe biryar bide, dê karibe di tezgehên nêvneteweyî de bi serbilindî cihê xwe bigire û bibe arîkarê pêşveçûna mirovatiyê. Di dîroka gelê Kurdistanê de gelek prosesên şahidbûnê ji vê çendê re bike hene. Berxwedana Bedirxan Beg, ya Şêx Ubeydûllahê Nehrî, ya Şêx Mehmûd Berzencî û berxwedana 1925 a ya ko navê Komala wê ’Komala Îstîqlala Kurdistanê' bû û li rojhilatê Kurdistanê di 1946-ê de, di bin serokatiya Qazî Mihemmedê nemir de damezirandina Komara Mehabadê, li başûrê Kurdistanê piştî roxandina Sedam, di 2003-yê de damezirandina herêma federe û bi mebesta serxwebûnê berhevkirina 2 milyon îmze û teslîmkirina van îmzeya ya bo neteweyên yekbûyî. Ew tevger û berxwedan tev de ji bona serxwebûna Kurdistanê bûn. Nivîskar û îdeologên tirk yên fermî jî vê rastiyê teyîd dikin.
Ji 1975-ê û virde li bakûrê Kurdistanê rêxistin hatin damezirandin, bi bernameyên rizgarî û yekitiya Kurdistanê hatine damezirandin û bi hezaran şehîd û bedel dane. Di hemî prosesên berxwedana kurdan de, di yên ko ji bo rizgariya Kurdîstanê hatine dayin de, berxwedan ji alî yê sîyasî, civakî, kulturî, îdeolojîk, polîtik û aborî ve xurt bûne. Lê çi dema ji van armancan bi dûrketine, lewazî, dudûlî, rizîbûn, bêrengî û bêhêvîtî bûye hakimê sîyaseta kurdan û rêxistinên wan.
Ev, pir aşkere dide xûyanî kirin ko divêt berxwedanên bizava rizgarîxwaziya miletê kurd, bi fikr û raman û pîvanên kurd û Kurdistanî bên dayin û aramanca wan damezirandina dewleta kurdistanî be.
Her çend ko di daxwazî û talebên kurdan de, ti şêlobûnî tine ye û zelal in jî; duh û îro jî hin kes û saziyên ko ji xwe û heqîqeta dinyayê bêxeber, dûdil, li gorî daxwaz, pîvan û referansên dagirkeran tev digerin hebûn û hene.
Ew sazî û kesayetî doza kurd û Kurdistanê ne bi rêbaziya zanistî, dîrokî, civakî û neteweyî ve, lêbelê weke mesela-arîşeya kurdan tînin ziman û pêşkeş dikin.
Berxwedan û daxwazên miletê kurd, divêt li ser esasê kurdistanîtiyê bêne dayin. Dema mesela neteweya kurd baş neyêt tespît kirin, daxwazên wê, li gorî wê neyên kirin, çareserî nabe çareseriyeka resteqîne. Pirsa neteweya Kurdistanê, bi xak îktidara serbixwe ya sîyasî û bi milletbûna wê ve girêdayî ye û hedefa wê ya dawiyê serxwebûn û damezirandina dewleta xwe bi xwe ye. Ew stratejî ya berxwedana Kurdistanê ye. Dema ev stratejî neyê ji bîr kirin, hingê hindek daxwazîyên demdemî ko bi konjonkturan ve girêdayî ne û dikevin xizmeta hedefên dawiyê de; yên mîna telebên kulturî û federsyonê dikarin bikevin ajendayê û bên ber biçav kirin.
Doza mafê Kurdistanê ne bi tenê pirsa Rojhilata-nêvê ya esasî û girînge, her wiha ketiye ajendeya cîhanê û pirseka nêvneteweyî ye jî.
Doza mafê Kurdistanê vekirî ye ji her hêz, dewlet û saziyan re ko hakimîtiyê bike û pêwîst e bike jî, ew erkek ya mirovahî û demokrasiyê ye jî. Lê divêt ew hêz, sazî û kesayetî ji bîr nekin ko doza mafê miletê Kurdistanê, bi dayîna mefên kesayetî ve çareser nabe. Ew bi doza axê, erka siyasî û bi milletbûn û avakirina dewletê ve girêdayî ye.
Gelek aşkere ye ko konsepta dagirkerên Tirkiyeyê û ya Yekitîya Ewropayê ko li ser mafên takekesî hatiye ava kirin û çareseriyê hakimîtiya Ewropayê ve girêdide, dê rê li ber çareseriyeka rasteqine veneke û firsetên ji bo kurd û Kurdistanê yên di qada nêvxweyî, herêmî û nêvneteweyî derketin holê, weke ko tê xwestin, jê neyêt îstîfade kirin û dê jî mecra wê ya tabiî bêt derxistin.
Di şerê cîhanê yê yekê de, digel ko şert û mercên nêvxweyî û nêvneteweyî hebûn jî, destwerdana dagirkeran ya dîrekt û ya îndîrekt, tesîr li ser rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd kirin ko nekarîn ji wan firsetan sûd verbigirin.
Îro roj jî şertên nêvxweyî û nêvneteweyî hene ko kurd dikarin jê îstîfade bikin. Divêt ew firsetên zêrîn jî destan neyên revandin û divêt em jî wan firsetan îstîfade bikin.
Piştî împaratoriya osmanîyan Balkanya wenda kir, komara Îttîhat Terakkî dev ji osmanlîtiyê berda û benê îslamîyetîyê girt. Wan piştî ko Erebîstan jî wenda kirin, dew ji îslamîyetîyê berdan û tirkîtî girtin. Kemalîzm, Îttîhat Terakkî bi xwe ye û berdewama wê ya û heta îro roj tirkcîtiyê dide berdewam kirin. Lê îro roj bingehê berdewamkirina wê nemaye. Ji ber vê çendê ji tirkîcîtî li ser esasê Tirkiyecîtiyê tê berdewam kirin. Dixwazin statuya xwe li ser wê bingehê bidin berdewam kirin. Bi vê mebestê mesela kurd û Kurdistanê weke “pirsa kurd“ dixin ajendayê û dixwazin wê bi navê mafê demokratîk û takekesî çareser bikin. Vê jî bi destê hinek kes û saziyên ko çareseriyê di siyaseta kurd û Kurdistaniyê de nabînin, didin kirin. Di şûna siyaseta kurd û kurdistaniyê de, pêşniyara li ser esasê fikra Tirkiyetiyê, destjêberdana armanca milletbûna kurdan û welatê wî Kurdistan, mafê wî yê xwebixweîdarekirinê ye.
Tê xuya kirin ko dewleta tirk ya dagirker, dixwaze statuya xwe bi vî rengî biparêze û hinek kurd û saziyan jî di vê mebetsê de bi kar bîne.
Karên ko dewleta tirk ji tengasiyê derxînin û arîkariya pêkanîna peymanên nû yên weke Lozanê û Sadebatê, ne karê kurdan e.
Xûyaye ko banga “çareserîya pirsa kurd li Tirkiyeyê“ ji bal hinek hêzên ewropî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê,DTP û hevalbendên wan yên di nêvdewleta tirkan de hatiye pêk anîn. Mixabin hin rêxistinên mîna Hak-Par, Kadep û bi taybetî Tevkurd a ko dibi ez xwedî bernameka kurd û kurdistanî me û hinek kesayetîyên welatperwer jî ketine nava vê xefkê û bang qebûl kirine.
Ew bang, mixabin ji mafê hîndîstanîyan yê di esrê 19. de ko dema di bin destê brîtaniyan de jî kêmtir in. Bi vê bang û daxwazîyên xapînok, daxwazîyên neteweya kurd yên esasî tên winda kirin, bi hedefên wê tên lîstin û bi dûr xistin.
Ew tendes, sazî û kesayetiyên ko ev bang qebûl kirine ji konsepta Tirkiyeyîtiyê re bûne parêzger an jî şemitîne an jî hevaltîya xwe ya bi dizî ko konsepta “cumhuriyeta demokratîk“ re aşkere kirine.
Kesê ko konsepta Tirkiyetiyê ji xwe re dikin esas ji îxtidara tirk tiştikê bixwazin an jî nexwazin wekê hev in û di nêv wan de ti ferq tine ye. Ew tişt bi vê bangê derketî ye holê. Ji ber vê çendê jî daxwaziyên sinorên dagirkeran nedane ber pirsan û minaqeşe nekirine, taleba îdarekirina xwe bi xwe nakin, çareseriya pirsa mafê neteweya kurd û Kurdîstanê weke mafên takekesî dibînin, “bêferq û cida afûya giştî, perwerda ziman û çand, avakirina gundan, televîzyona kurdî û nasnameya hemwelatbûna Tirkîyêtî yê“, li ser nasnameya xwe ya neteweyî re girtine. Dev ji mafê miletê kurd yê neteweyî berdane û dixwazin rê û rêbazan li ber hêz mirov û tezgehên neteweyî, bigrin û bi fetisînin. Ew kesên wesa nikarin ti çareseriyan pêşkeş bikin. Daxwaziyên ko ji dewleta tirk tên kirin, ew daxwaziyên ko dewletê bi “demokratîk cumhurîyetçiyan“ daye qabûl kirin. Û hiştine hêviya wan kes û saziyan ko Ewropa serkeşiya wê dikê. Ew çareseriyeka lihevkirî ye ko derfetê têxê destê dewleta tirk de da ko statuya xwe bi domîne.
Ew “çareseriya“ paşvero ne çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ye, em vê red dikin.
Me di vê belavokê de çareserîya pirsa kurd û Kurdîstanê danîye ber çavan. Em bang û gazî li kes, sazî, rêxistin, rewşenbîr, tezgeh û tendensên sîyasî, demokrat û humanîst dikin ko piştgirîya banga me bikin.
Em vê pêşkeşê Kurdîstan û rê ya giştî dikin
Bi silav û rêzgirtin.20 05 2008

NAV U PAŞNAV KARE DİKİ ÇİYE LÊ JÎ DİDÎ
1- M. Emin Kardaş Siyasetmedar Diyarbakır
2- Doç. Dr. Ali Kılıç Zana Paris
3- Tahsin Sever Mamoste-Siyasetmedar Diyarbakır
4-Zahit Bozarslan Siyasetmedar Diyarbakır
5- Medeni Ayhan Parêzger /Niviskar Ankara
6-Dağıstan Toprak Siyasetmedar Ankara
7- Zeynel Abidin Özalp Siyasetmedar Cizre
(Sex Zeynî)
8-Dr.Jewad Mella Seroke kongraya niştimani Kurdistan Londra
9-Behlul Yavuz Siyaset medar Ankara
10-Hişyar Özalp Parêzger Cizre
11- Ahmet Geçer Emlaqfiroş Derik
12-Aydoğan Özcan Bazirgan Tatvan
13-Alaadin Damar Karker Kızıltepe
14-Ahmed Kurdi Siyasetmedar Nusaybin
15-Yüksel Han Reklamker Ankara
16-Hasan Besek Siyasetmedar Diyarbakır
17-Menderes Ayhan Endezyarê Elektirîkê Nusaybin
18-Servet Yıldırım Bazirgan Diyarbakır
19-Zülküf Özel Mamoste Diyarbakır
20-Sedat Oğur Mamoste-Siyasetmedar Diyarbakır
21-M. Ali Ekmen Nivîskar Diyarbakır
22-M. Kemal Ok Mamoste Diyarbakır
23-Ozan Kardaş Serbest Diyarbakır
24-Latif Kaya Dîrokzan Diyarbakır
25-M. Sabri Akgönül Xwendekar Diyarbakır
26-Süleyman Atsız Xwendekar Diyarbakır
27-Emin Dicle Serbest Batman
28-Ferit Söker Mamoste Diyarbakır
29-Dara Cibran Editore Malpera peyamaazadi-Nivîskar Berlin

30-Simko Sever Nivîskar/Siyasetmedar Berlin
31-Nuri Altun Batman
32-Diyadin Toprak Batman
33-Kazım Demir Batman
34-İzzet Tunç Gerçüş
35-Zeynel Abidin Turan Gerçüş
36-Yahya Ekmen Gerçüş
37-Ahmet Bulut Mardin
38-Metin Kaya Welatperwer Diyarbakır
39-Melle Arif Siyasetmedar Diyarbakır
40-Kadri Aksoy Siyasetmedar Diyarbakır
41-A. Cabbar Bilir Siyasetmedar Şırnak
42-Şerefhan Ciziri Editorê Malpera Lotikxane- Nivîskar Nusaybin
43-Ali Usta Editore Malpera Malame- Nivîskar Avrupa
44-Jan Beth Sawace Lime perwerde Stocholm
45-Mesut Akgül Siyasetmedar Ankara
46-Hayrullah Uğur Siyasetmedar Tatvan
47-İhsan Özcan Serbest Almanya
48-Ergül Kıyak Şagirte aşxane Avusturulya
49-Hüseyin Kaplan Siyasetmedar Ankara
50-Halit Alparslan Karker Mersin
51-Kadri Çelik Saetker Diyarbakır
52-Bedri Aslaner Çandiyar Tatvan
53-Ethem Özyurt Mutehît Tatvan
54-Eşref Engin Esnafî Van
55-Sıracettin Sevim Rojnamevan Tatvan
56-Kemal Kılıçarslan Sanatkar Tatvan
57-Berivan Özalp Kîmyager Cizre
58-Şahin Daş Welatperwer Diyarbakır
59-Qale Kurdisi Ozan Nusaybin
60-Ali Cahit Kırca Editöre Malpera pdk-xoybun/Nıviskar Berlin
61-Ahmet Aygül Serbest Cizre
62-Mehmet Sarma Teqaud Mersin
63-Halit Akaslan Karker Mersin
64-Mehmet Konuk Teqawîd Diyarbakır
65-Metin Esen Niviîskar/Wênekêş Fransa
66-A.Kadir Çağer Teqawîd Diyarbakır
67-Abdullah Ekinci Parêzger Cizre
68-Renas Özalp Mîmar Cizre
69-Rıdvan Dalmış Parêzger Cizre
70-Mehmet Ali Dinler Parêzger Cizre
71-Kutbettin Özer Niviskar/Siyasetmedar
73- hasan Kır - . Muhasebeci- Bulanık
74-Mehmet Alaca - Avukat- Ankara
75- kasım Alaca- öğretmen Ankara
76-kazım Balacı.- tornacı. Malazgirt
77 - Dursun Balcı. Garson. Muş
78 - nuray Falcı - terzi-Karlsruhe
79 - Ayşe Nur - ev kadını-Karlsrhe
80 - Masun Al - tornacı-Erzurum
81 - lale Acar- Ev kadını-Erzurum
82 - Musa Kahraman İşçi-Elazığ
83 - Naıl Bağcı mütait-Elazığ
84 - kasım Ala, Serbest meslek-Bingöl
85 - jale.Nuri, ev kadını-Bingöl
86 - Burhanettin. Nur, teknisiyen-Karlsrhe
87 - CAHİT kARA, TEKTİL İÇÇİSİ-Karlsruhe
88 - Murtaza Halıcı, serbes meslek-Elazığ
89 - Nari karcı, Marangoz- Sıvas
90 - Vedat Alıcı, Avukat-Sıvas
91 - Hatice Bilgin, işçi-Muş
92 - Cevahir Bala, Tüccar- Çalbıhır
93 - Doğan Ökeç, işçi-Hınıs
94 - kadir Sönmez- Hınıs
95 - Lale Karcı, Öğretmen-hasankale
96 - Fatih Balcı, Torna tesviye-Erzurum
97 - Salih Atlı, mühendis.- Karlsruhe
98 - Baran Han, serbest meslek-Marxwel
99 - Vural Karacı, hotlci-Landau
100 - Selahattin mumcu, Öğretmen-Landau
101 - Kazım Paşa, mannavcı-Karlsruhe
102 - Şzcan Özel, teknisiyen- Suruç
103 - Nahide Mutlu, işçi- Germersheim
104 - Güner Kalaycı, Demir dökme- Hasankeyf
105 - Akın Balıkçı, Serbest meslek-Bulanık
106 - Halil Kırat, Belediye işçisi- Varto
107 - Salih Göç, Elektrikçi- Muş
108 - Hasn Kuşçu, Demirci- Mardin
109 - fahri Lule, tarımcı- Karlsruhe
110 - jale küskün, Halıcı-Rastatt
111- kemal Keskin, marangoz-Gaggenau
112 - Salih Sarı, kaportacı-Baden Herrenalp
113 - Ayhan Ayna,kaynakçı-Rastatt
114 - Xalıt Kani, elektrikçi-Pforyheim
115 - Mustafa hancı, Berber-Bruchsal
116 - Gülbahar mat, ev kadını-Kirlach
117 - Menekşe Atlı, Muhasebeci-Pfinstahl
118 - Mustafa mat Doçent Doktor-Karlsruhe
119 - Memo kılıç, Mühendis-Hagennau
120 - orhan Otlu, tekstilci- Malsch
121 - Berfin İnce, MatbaacıMosbach
122 - Nalan Al, Avukar- Bühl
123 - Nasır karcı, Bşlgi sayar uzmanı-Gaggenau
124 - Reşat Bul, Elektrikçi-Rasstatt
125 - Zayde Batun, Ev kadını-Karlsruhe
126 - hayri Gül, İşçi-Karlsruhe
127 - Hasan Gül, Marangoz- Kırşehir
128 - Dara Gök, Makina Mühendisi- Malazgirt
129 - Şaban Gök, öğretmen- MALATYA
130 - katip Nur, Belediye muhasebecisi- Muş
131 - Nurten Ok, Sekreter-berlin
132 - Vasviye Okçu, Avuka- Malatya
133 - Mısto Han, Politikacı- Breten
134- Mustafa Balcı, politikacı-Nevşehir
135- nurten Ok, Öğretmen- İzmir
136- Güneş Gök, Ev kadını- Bitlis
137- Memet Muşlu, Mütait-Malatya
138- Nazım Kara, politika- Sıvas
139- Kamil nasırü Ziratçı-Sıvas
140- Hesen balcı,mamoste-Bruchsal
141- Nuray Ala, Satıcı-karlsruhe
142- Nurcan Halıcı, SEkrete, Karlsruhe
143- Zaza Nur, Esnaf- Worm

Sipas jibona pi$tgirìyaweya jibo cihèbunè ù divè cudadìtìyè nekin nava `rèxistìn ù kesèn kù jibona cihèbunè dixevitin. Xevata $ìrìk (mù$terek) jixwera timì bikin armanç.Ango kesèn kù jibona cihèbunè dixvitin kì dive bira bive em wan birumet divìnìn. Silavèn cihèbunè. Mavìn Herrwìg

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.