بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 27 March 2008

Gelo Emerika Dizanit Pkk Ji Destên Dewleta Tirk ve Hatiye Avakirin?

Pkk partiyekî netewî nîne. Ew nebuye tevgerekî netewî jî. Di sistem û bawerî û armanca wande netewayetî hîç tuneye. Kiryar û raman û dîtin û buçûnên vê şebaka ku ji terefên dewleta talankerve hatî avakirin dijminkariya netewê Kurd pêve tu xismet û berhemên wan tuneye. Gotinên nava wan vale û stur dikin, jiberku bikarin baştir civaka Kurd bixapînin.

Ez welê bawerdikim Emerîka dizanit ku ev şebeka ku “pkk bo dewleta Tirk ne tehlokeye“ dewlet bixwe naxwaze dawî lêwere. Îro ev holê dixweyêt. Subehî çidibe ne diyare. Lê ev bo me Kurdan diyare dema dijminên Gelê Kurd karên xweyên pîs û gemartî bi dîvelankên xwe û xizmetkarên xwe xilasdikin wan ji deftera xweya pîsatiyê tavêjin. Vêca hingê dê Kurdên Imralî wekî çawa didema şerê sarde dinava çep-rastande çepîtî jixwere kirîbun çeper û dijê neteweperestiya Kurdbun , piştî çepîtî hilweşaha; “me nezanî ev çend bê bingehbu çepîtî-sosyazimz“digotin.

Di dîroka Osmaliyan heta 80 Salên dewleta talanker ya Tirkiye, ticaran wan rejîman nekarîne Kurdistanê bê Mirov bikin û evçend bi hêsanî civaka Kurd bi milyonan ji Kurdistanê bidin derbixtin û talankirin. Wan herdem xwestine Kurdistan b^emirov bilêlin, lê îrada bilind ya netewetiya Kurd ew buçûnên wan birîne û liberxwe dane. Belê bi destên Partiya Imrali yanî pkk ji sebebê ku dewletê îmkan dayin wan 3 milyonan zêdetir Xelkê Kurd ji Kurdistanê hate koçbarkirin. Dewletê gundek xira dikir wan jî yek û niv xiradikirin. pkk berhemên dijminkarî, dijatiyê û astengdanîna doza gelê Kurd pêve tiştekî din nekiriye. Îro ev Kurdên dirijên kolanan, di mejiyên wande ji Ocalan pêvetir tiştekî din tuneye. Jixwe jivê jî zêdetir jî fêr nebune. Ez welê bawerdikim heta ku dewleta Talanker ya Tirkiye biştevaniya Pkk bike ev Kurdên bê fikra netewî dê li duv Imralî bimeşin. Kengê dewletê destên xwe ji parastin û piştevaniya pkk berda, wîdemî Kurdên Imralî hingê dê bêjin; “me nezanî pkk û öcalan girêdayên dewletêbun“, bêjin jî hêdî qimetê wan pênc pera nake!

Nûçe gihanên Washington Post: ABD 5 bin üyesi bulunan PKK'nın artık “Türkiye için çok da fazla bir tehdit oluşturmadığını söylüyor“ (çapemeniya Tirki) .Hürriyetê dijê WP kampanya fîzîkê da despêkirin. Di rastiyêde Gotina WP ez rast dibînim ku “Pkk ji dewleta talanker ne tehlokeye“. Vêca ev çapemeniya Tirk dema dît ev şebeka ku dewletê avakirî berbi jêrde çû zûka li hawara Imralî û Kurdên duvikên wan têt û dest bi propaganda dike , da Kurdên serên xwe xistîn erdê pitir bi Imralîve bêne girêdan.

Parawan rêxistina Imralî jî wekî Imralî Tiştekê ji gelê Kurdistan re naxwazin. Leyla Z. dibêjit me di “demokratik toplom kongresin“ de(li amedê pêşî çend heyînvan liser daxwaza Öcalan çêkiribûn) “demokratik özerklik xwestiye û ev jî daxwa meye“ bo Newroza Amedê dubare dikir kêr. Dijê vê Xapandina van Imralî-Dtp dê kengê Kurdên serên xwe xistîn binê erdê rakin û rastiya Kurd û Kurdistan bizanin?

Gelo çiye “demokratik özerklik“? îro li welatên Ewropa bi çendan komelên Kurdan hene û dikarin bi zimanê xwe jî bi xwînin û miaşê mamostayeyan jî wezareta perwerdeya herêman ve tête fînansekirin. Ev jî “Özerklik“ a ku xwefiroşên Kurdên Imralî bo kesperestiya navên xwe pêl krakterên xwe dikin û vê azadiya ku bo komelên çandî û honerî li welatên ewropa dixwazin weko xapandin bo Kurdan, “ev daxwaza meye“ pê siyaseta genî û gematî bikin didin bilavkirin bi rengekî bêşermî. Dijê Başûrê Kurdistanê A.Tuğluk tam dirêya Imralîde berbi Başûr siyaseta Dtp diyardike û wê hebûna Kurdistan jî weko “helwestekî netewepersetîye“(negatîf dibîne) û weko gunehekî emperyalizmê dide nîşandin. L.zana û A.Türk jî dirêya Imralîde berdewam siyaseta bê bingeh û xapandinî didin ajotin pêşçavên gelê Kurd.

Dostê Pkk û Öcalan Doğu Perinçek jî ji Artêşa Tirkiyere didot;“İlerici bir ordudur“. Pkk û serokê wê Öcalan di hevdîtinekî parêzgerên (?) xwere: Artêşa Tir pêşveroye“ digot. Ev herdu kesan dijê Kurdan bisalan xebat kirin û xizmet bo talankeriya zalim kirin. Bo Ergenekon cî .Lê B.Orakoğlu pirtuka xwede dinivîse Öcalan endamê Ergenekonêye...

Serokê daîreya Istixbareta asayîşa Giştiya Dewleta Tirk Bulent Orakoğlu nivîsandî; Öcalan endamê Ergenekonêye“ pkk ji terefên dewletêve dijê dinamîkên nava dewletê kiryaran bike hatiye avakirin. (fekin Ihanet çemberi-Pkk yi Yöneten Türkler kitabi)

Pkk bo tereftarên xwe ji Imralî liser destê dewletê radihand R.T Erdoğana:“Sen kimsin ki dil hakkinda karar veriyorsun? Kürtlere bir kanal verecekmiş! Kurdkerin zaten kanalı var. Burda kimse çocuk değil, kimseyi bu şekilde kandıramazsin“ emir giheşte Leyla.Z û wêjî Li Diyarbekir di newrozê de ev emrê serokê xwe Öcalan dubarekir. Ji bilîvê L.Zana direwan dike. Dibêjit: “Me ne diwêra em bêjin em Kurdin“ îro jiber Öcalan em dibêjin em kurdin“. L. Zana liber çavên bi dehan hezar Diyarbekiriyan direw û bêbetiyê dike. Dibe ku wê tenezûl nekirîbe Kurdî baxive , lê gelê Kurd bi sed hazaran canfidayî jibona Kurdayetiya xwe kirine gori. Eger ji Imralî; “cilên Kurdî bikin ber xwe welê herin Newrozê negotiba“ Ne Ehmet Türk Nejî Selîm sadak û Nejî Baydemîr nedikirin berxwe dikin. Ev jî vê liber çavên me zelaldike ku Öcalan ji wanre çi emirbike wî gumlekî liber xwe dikin. Ev jî di lîteratûra siyaside sûcdekirina kiraliye, bêîradeya şexsiye û bê hizr û bîrin.

Seredana Cihgerê serok Buş Dik çeynî bo Kurdistan

Beşekî mezin ji abc xwendên hêjî tênegeheştîn siyaset çîye û çawa Serok Barzanî diplomasiyê diajotin bibînin, nikarin dahatî û kunjuktura siyaseta rojhilata navîn jî bi çavekî saxlem analîz û şilovejî bikin. Çapemeniya Dewleta talanker û destbixwîn îstîqameta Kurdên Imralî çawa dixwze bigorî dilê xwe diguhure û duvêkên şaş mayîn jî liber dawetê dikin û di wê çawçûvêde dahatiya Kurdan dibînin. Ev ne helwestekî ehlaqiye, Ew kesên siyaseta Imrali ya xiyanetê diparêzin we diyare ji Kurdayetiyê durketine û soza kemalîsperestiyê û “demokratik özerklik“ çiye jî dênegiheştine.

Seredana Cihgerê Serokê Emereîka Curş Buş Dik Çeyni, seredanekî dîrokî bu û Kurd divê bigurî hêza xwe vê bihagiraniyê jibîrneke. Serok Barzanî weko serokê meşrû û dîrokî ew barê liser milên xwe baş dizanit û bona vî barî jî ew destketiyên dîrokî û bi bedel jî liser xwe erkên Kurdayetiyê dizane.
Îsmaîl Girikî
27.3.2008

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.