KÎ ÇI DIBÊJE
Kî çi dibêje gelo?
Dîroka me ya bi xwîn, ber çavan e.Rewş û jîyan a me, zelal e.Rêxistin û sîyasetmedarên me, rewşenbîr û zanayên me, xwendewan û mamosteyên me jî hene.Dîrokvan û dilpakîyên me jî heye.
Nezan û xêrxwazên me, şelav û xêrnexwazê me jî heye.
Ma em ne milletin?
Ala me jî tune?
Her yêk milletekî re çi pêwîst e, me re jî ew pêwîs te.
Ez şerm dikim ku bibêjim me re azadî pêwîste û dîsa şerm dikim ku bibêjim serxwebun eger ku tunebe azadî jî nabe. Dîsa kes yên nezan jî dizane ku, serxwebun ware aborî, sîyaset, Û xwe îdarekirinde ser bi xwe ye.
Kî çi dibêje bila bibêje,heta ku me qedera xwe bindestîde der nexis û nekir destên xwe rizgarbuna me nabe.
Rizgarbuna me dewleta meye.Bê dewlet, rizgarî û azadî nabe.
Ez qal û behsa çi dikim?
Çuma ev rastîya zelal min dubare kir û dibe ku serê we êşand? Ji ber ku îro dîsa “ev gundê kevnde ev adetên nû” dixwazin bikin rojeva me.
Dixwazin rojeva me bikin ser û bin
Ji xwe ser û bin e jî
Para me jî heye ev ser û bin buyî de…kes xwe dûr nîşan mede. Dema ku tişt an buyerên nebaş dibe, bi piranî her kes ew rewşa wisa de, sedem buyin û berpirsîyarîyê de dûr disekne.
Na na....para me jî heye...wek çîrok a pepungê:
-Kî kuşt min kuşt dşgota pepung
-Kî kir me kir dibêjim ez
Sî sal berê welatperezekî ku dewlet ne dixwasta, em pê re dikenîyan.Îro em nakenin. Şaşî kî mezin ketîye kena me jî.
Ma welatperezekî çi federalî, çi otonemî, çi dewlet ku naxwaze, êdî çi dixwaze gelo?
Dema ku ez zarok bum carna digîrîyam. dîya a min a reben min dikira hembêza xwe û dipirsa:
-Ti birçîyî berxê min?
-Belê
-Nan dixwazî?
-Na
-Av? Mewuj? run? Şîr? Şekir? hingiv? Çi dixwazî bidim te berxê min?
-Tiştekî naxwazim
-Ma tu çima digîrî? Ka bide kû tu xewa te tê, nîvînan dayînim?
-Na
-Berxê min bi rastî tu dixwazi xwe re tev min bileyzî an jî tu xwadê de bela xwe dixwazî....
Wê demê ez nizanim min şerm dikir an na, nayê bîra min
Zarok bum
Îro jî wek zarokatîya min û gotina dyîa min, dixwazin ew nezelalî bikin rojeva me.
Kesê ku xwe re dibêje ez welatperezim û serxwebun, dewlet naxwazim, ew alternatîf an çareser nine, bila ji bo sedema wê ji mere bibêjin.
Bi dengekî zelal, gotinekî paqij...ku em jî bizanin...
Lê tenê bi doza netewayîyê meleyzin...
Çîrok jî mebêjin...
Ka min got, her tiştên me hene. Kemîn û astengên me jî hene, çîrokvan û leystikvanên me jî...
Xwadê ewqas din bide me.Tenê ew bêjeye ku devê rewşenbîrên mede wek benuşte, ew tune.
Çi bû navê wî?
Ha belê yêkitîya me bû...ma ev jî dibe bi wî awayî...sal vegerîya pêymana Lozan”ê jî wek her sal tê û derbaz dibe bi wî awayî.Lêystika dewleta tirk û çîrokên çîrokvanên me jî li ser me berdewam e...
Kî çi dibêje gelo?
Xwelî li ser me...
Îlhamî Sertkaya
04-07-2005