Kejal Ahmed: Jin jiyan e jiyana civakan bi ya jinan ve girêdayî ye
Hevpeyvîn: Emîr ?uaîwend
Ger em mêzeyî dîroka rojnamevaniya kurdî ji 10 sal berê ve heyanî roja îro bikin, xuya dibe ku jinan di vê pêvajoyê de roleka herî girîng lîstiye. Wan pêtir nivîs û çalakiyên xwe di warê wêje, helbest, dîrok û femînîzmê de derxistine.
Yek ji wan jinên herî çalak û aktîv di warê rojnamevaniyê de Kejal Ahmed e. Ew ji bajarê Silêmaniyê ye. Kejal xincî karê rojnamevaniyê, helbestvaneka navdar e û di warê rexnegiriyê de jî qelemeka wê ya pir tûj heye. Wê heyanî niha 6 pirtûk ji çapê derbas kirine ku 4 ji wan berheman pirtûkên helbestan in. “Benderî Bermoda” (1999), “Wutekanî Wutin” (1999), “Qaweyek le gel ev da” (2001) û “Awênem ?ikand” (2004) û herwiha 2 pirtûkên wê yên din jî hene ku li ser pirsa jinan bi gi?tî û pirsa jinên Kurdistanê bi taybetî ne.
Hêjayê gotinê ye ku heyanî niha gelek helbestên Kejal Ahmedê bo ser zimanên îngilîzî, almanî, norwêjî, erebî, farsî û tirkî hatine wergerandin.
Em çûn rojnameya Kurdistanî Nwê û me xwast hevpeyvînekê bi Kejal Ahmed re pêk bînin, wê pir bi keyfxwa?î pê?waziya me kir û pi?tî axavtinên pê?în em çûn ser hevpeyivîna xwe. Me di pirsa xwe ya yekem de xwast ku dîtina Kejal li ser pêgeh û xebata jinan li ser wêjeya kurdî bizanbin. Wê bersîva pirsa me wiha dest pê kir:
- Bi nêrîna min jina kurd tenê di warê helbestê de wekî yek ji mijarên wejeyê, ?iyaye xwe bide nasîn, lê nekariye di warên din yê wêjeyê de hebûna xwe bi ba?î biselimîne. Mînaka herî berçav hunera nivîsandina romanê ye, em kes navê jineka Kurd ku romannivîseka naskirî be, nizanin, lê bi gelemperî evîndarên romanên jinên romannivîs yên cîhanê wekî: Îzabêl Elendî, Margirêt Doras, Fêrcîniya Wolf, Teslîme Nesrîn û herwiha ji jinên Ereb weka Ehlam Mistefa Xanimî û Xade Semmam û di nav farsan de jî Gulî Tereqî û çendên din in.
Mirov dikare bibêje ku jina kurd di warê çîroknivîsînê de jî kedeka ba? danîye, lê wekî helbestê bi girseyî berdewam nekiriye, sedema pê?ketina jinan di warê helbestê de jî vedigere bo ew bingeh û hîmên dîrokî ku hebûna helbestê bi gelemperî û helbesta jinan bi taybetî di dîroka me de erê dike, ji bilî helbestê piraniya mijarên din yên wêjeyê pi?tî birîna hin qonaxan tevlî çanda kurdî bûne, ango ev ne ji çanda kurdî serî hildane. Em dizanin ku roman berhema civaka ?arni?îniyê ye û bi pê?deçûna ?ar û ?aristaniyeta Ewropa berhev bûye, ji ber vê çendê ye ku di welatê me de qismê zilaman jî bi kêmî rû ji romannivîsiyê kiriye, lewra jî kes ji wan nebûn bi rojmanivîsên pir ba?, lê jinan ji bo nivîsandinê di wî warî de nekarîn ev kospên ku civakê dixistin ser rêya wan hilînin, wek ku em dibînin serbestiya jina kurd heyanî niha jî di kirîzeka mezin de ye.
Min got ku helbesta jinan hîmên xwe yên dîrokî hene, ez bi xwe çavkaniya helbesta jinan, helbestên jina pê?eng ya kurd, xatûna Mestûre Kurdistanî dizanim û ev helbestên agirîn yê wê jinê ku ji bo mirina zilamê xwe nivîsandine, bi destpêka helbesta jinan di Kurdistanê de dinirxînim.
Hin kes dibêjin ku berhemên xatûna Mestûre ji ber ku farsî hatine nivîsandin, nakevin mala helbesta kurdî, lê ez dixwazim di bersîva wan de bibêjim ku romannivîsê mezin yê Kurd, Selîm Berekat bi Erebî dinivîse û zimanê wî pir ji zimanê ereban paravtir û xwe?iktir e, lê heya ku dinya bimîne Selîm her nivîskarekî kurd e ku ev seha welatperweriya wî wisan kiriye ku ev li hember biryara qedexekirina zimanê kurdî ji aliyê dagîrkerên welatê wî aram nesekine, ji xwe mamosta Selîm her bi zimanê erebî mezintirîn xizmet bi çand û wêjeya kurdî kirîye. Bi raya min xatûna Mestûrê jî xizmeta xwe wisa ?opandiye, ji ber vê çendê hêjaye ku bi hurmeteka zor ve qala ezmûna Mestûrê bê kirin.
- Bi raya we çima jin li çav zilaman kêmtir tevlî pirosêsa nivîsandina wêjeya kurdî dibin?
- Sedema dûrî perêziya jinan ji prosêsa nivîsînê, reheka kûr heye ku ji sîstema xwedîtiya cîhanê ji aliyê zilaman ve serçave digire. Di civakên serdestiya mêran de mafê axavtin û raderbirînê jî di destê zilaman de ye. Di civakên han de ger keçek bixwaze binivîse, divêt ku bav, bira, zilam û e?îreta wê rê bidin wê, dema ku vê çendê jî erê dikin, divê ku bizanbin keça wan dixwaze çi bibêje û çi binivîse, eva jî ji ber vê çendê ye ku erxayîn bin ku bi nivîsên vê keçê, ?erefa malbat û e?îreya wan lekedar nebe.
Mixabin di gi?t welatên han de jin bi ?erefa zilaman tên hesibandin, lê zilam bi tenê ?erefa xwe ye! Her ?a?iyek ku ji aliyê zilamekê bihê kirin, tu car nabe sedema ?eref ?ikana wî û jinên derdorê (jinên e?îreta wî), lê di hember biçûktirîn ?a?iya jinekê de zilamên wê e?îretê xwe bi ?erefçûyî dizanin û gelek caran bi ku?tina wê jinê ku ev biryara xwe ?erefparêzê bi nav dikin, ?erefa xwe ya çûyî vedigerînin.
- Hûn qonaxa îroyîn a helbesta nû li Kurdistanê bi gi?tî û li rojhilatê Kurdistanê bi taybetî çawa dinirxînin?
Helbesta nû ya kurdî li hember guhartinên mezin e, ji ber ku guhartinên mezin di cîhana kurdan de hatine rojevê û ev pêvajoye roj bi roj pê? de diçe. Ez dikarim bibêjim ku bizava helbesta nû li rojhilatê Kurdistanê ketiye germahiyê û pê? de diçe, di wan 2-3’ê salên dawî de pir berhem û navên xwe?ik bala min ki?andin. Ez hêvî dikim ku berhemên pir hêja di warê helbestê ji aliyê wan derkevin rojevê, bi taybetî di nava jinan û xortên ronakbîr de.
- Hûn bi gi?tî di helbestên xwe de giringî didin çi aliyî?
- Ez giraniyeka zaf didim evînê û her evîn e ku destê min digire û min rênivînî dike ber bi form û naverokeka diyarîkirî û ber bi cîhaneka ku ez jiyanê tê de dijîm, difirim, diaxivim, dikenim û digirîm.
- Kejal wek xwediya qelemeka rexnegir di civaka serdestîya mêran de çima pêtir li ser pirsa jinan dixebite?
- Ji ber ku jin jiyan e û jiyan û asta(sewiya) civakan bi ast û jiyana jinan girêdayî ye, ji ber vê çendê ez nikarim jiyaneka ba?tir nexwazim ji bo jinan, herwiha nikarim bisekinim û bi zimanê wan neaxivim û rastiya bindestiya jinan di civaka serdestiya mêran de neînim ziman.
Sedema herî sereke ye xebata min a di vî warî de jî eva ye ku berbiçavtirîn xirabkarî û ?a?iya sîstema serdestîya mêran sîtem û zêrandina li hember jinan e.
- Wekî ku hûn dizanin wergerandin hewceheyeke ha?ahilnegira(nayê înkarkirin a) wêjeyê ye, bi raya we wergêrên kurd heya çi qasekê ?iyane wêjeya kurdî bi cîhanê binasînin?
- Herçiqas ev çende hêj di radeya daxwazên me de nîne, lê nasandina helbesta kurdî bi cîhana derve qonaxeka ba? derbas kirîye. Her bi rêya vê wergêranê, helbestên ?êrko Bêkes xelateka cîhanî bi dest ve aniye û dengê hindek ji helbestvanên me di cîhanê de hatine nas kirin. Her di vê çarçoveyê de jî îsal komek ji helbestên min ji aliyê yek ji dezgehên bi nav û deng yê norwêjî bi navê “Cappelen” bi navnî?ana “Errobrînger” dê bêne we?andin ku Kekê Hevdem û Xatûna Înger wergerandine ser zimanê norwêjî.
Ev xebatên han hêjayî destxwe?iyê ne, lê hindek ji nivîskarên me li cihê ku wêjeya kurdî bi cîhanê bidin nasandin, mijûlî nasandina wêjeya biyaniyan bi kurdan in. Ev yek karekî ne di cihê xwe de ye.
- Bi raya we xwedî qelemên berbiçav di warê wêjeya jinan li rojhilatê Kurdistanê kî ne?
- Ez dikarim ji wan qelemên xuya di warê wêjeya jinan de navên Nahîd Huseynî, Kulsum Osmanpûr, Sîmîn Çayçî, Beyan Ezîzî, Zeyneb Yosifî, Seher Resayî, ?îlan Geylanî, Nesrîn Xanzadî û hwd… bidim.
- Peyama we ji bo gêncên me ku taze dest bi karê nivîsînê kirine çiye?
- Xwandina berdewam û bênfirehî, du aliyên sereke û pêwîst in ji bo nivîskarên tazekar û ji bilî wan ji xwe neguherîn û xakîbûn serkevtineka misoger radixe pê?berî wan gencên hêja ku ber bi asoyeka rohnî rê girtine ber xwe.
Ji Kowara Agirî hatíye wergirtin (We?ana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê)