بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

WELATÊ SERHEDÊ - “daîm berfe qet ranabe” (1)

Destpêk
Dîroka Serhedê hertim bala min kişandiye. Ev demeke bi navêWelatê Serhedê (Dîrok, folklor û edebîyat) xebatekê amade dikim. Ev nivîsa bi navê Welatê Serhedê wek destpêka vê xebata min dikare bê hesibîn.[1] Heta niha li ser Welatê Serhedê gelek tişt hatine gotin, lê belê li ser vî welatê nîv-folklorîk û nîv-mîtolojîk tu lêkolînek yan jî tu teksteke bi serê xwe pir mixabin nehatiye nivîsîn. Ez hêvî dikim ku ev nivîsa min bala xwendevanan careke din dîsa bikşîne ser dîrok û çanda vî welatê zêde nenas.

Serhed
Li ser xetê yan jî serê xetê

Peyva serhed ji du gotinan pêk hatiye: ser+hed. Gelek caran tê gotin ku ser- peyveke ji koma zimanên îranî ye û -hed jî peyveke erebî ye. Serhed tê wateya herêma li dor sînoran yan jî li ser sînoran. Hin caran bi wateya li ser sînor yan jî serê sînor hatiye bi kar anîn. Angorî lêkoler Mithad Sertoğlu peyva Serhed tê wateya serê sînor: “Serhad, kelime olarak hudut başı mânasına gelir”.[2] Serhed wek nav û paşnavên mirovan, kesan jî tê bi kar anîn, wek mînak Derwêş Serhedî û Medet Serhat. Kesên ji Serhedê re serhedî tê gotin. Peyva Serhed ji der zimanê kurdî, di zimanê tirkî de jî tê bi kar anîn, wek mînak gelek caran ji bajarê Qersê re Serhat Kars (Qersa Serhedî) tê gotin. Lê belê îfadeyên Serhed yan jî Welatê Serhedê çawa em ê li jêr jî bibînin navê herêmekê ye. Hin caran di kurdî de em rastî forma Serhedan jî tên. Lê belê ev forma zêdetir wek forma pirhejmariya (plural) peyva Serhedê tê bi kar anîn.
Mirov dikare bi kurtî bêje ku ew herêma ku li wir sînorên Împaratoriya Osmanî, Îran û Rûsyayê nêzîkî hev dibûn, Welatê Serhedê pêk dianî. Di rojên îroyîn de sînorên Tirkiyê, Îran û Ermenîstanê li vê herêmê dighêjin hev. Bajarên Qers, Agirî û Wan kakilê Welatê Serhedê pêk tînin. Her wisa jî bajarên ku li rojavaya van bajaran cîh girtine wek Erzirim, Bitlîs û Muş jî perçeyekî Serhedê tên hesibîn. Ev beşê Serhedê jî, Serheda li paşmayî yan jî Serheda hundîrîn (Hinterlanda Serhedê) dikare bê navandin. Gola Wanê ku gelek caran bi navê “Behra Wanê” tê nasîn, li Welatê Serhedê dimîne. Ev gola li herêmê gola here mezin tê hesibîn.
Serhed beşeke Qafkasyayê (Caucasus) pêk tîne. Welatê Serhedê mirov dikare bêje ku di dîrokê de mînyatûrekê pirçandiya Qafkasyayê pêk aniye. Pirçandî, pirzimanî û pirdîndarî hertim bûne sê stûnên rengîniya Welatê Serhedê. Vê yekê dewlemendiya çanda herêmê bi dirêjahiya sedsalan xemilandiye û neqişandiye. Welatê Serhedê li yek ji wan heft herêmên Tirkiyê, li Herêma Rohilata Anadoliyê dimîne. Di biryara Kongra Coxrafyayê ku li Tirkiyê di sala 1941an de pêk hatiye, erdê Tirkiyê de di nav xwe de bûye heft herêman. Welatê Serhedê gelek caran di rojên îroyîn de bi navê Kurdistana Bakûr û di dîrokê de bi navê Ermenîstana Rojava hatiye/tê nasîn. Ermenîstana Mezin, berî sedsalan ji çardeh kantonanpêk dihat, yek ji wan jî Ayraratbû. Ev herêma bi navê Ayrarat kakilê Welatê Serhedê dikare bê hesibîn. Welatê Serhedê ji herêma Ayraratê gelek firehtir e. Çawa tê zanîn navê vê herêmê paşê bûye navê wî çîyayê herêmê, navê Çîyayê Agiriyê ku kurdên Serhedê bi navê Girîdax yan jî Gilîdax bi nav dikin.
Li Welatê Serhedê çawa tê zanîn bi piranî zaravayê kurmancî tê peyivîn. Di vê devokê de gelek caran mirov rastî peyvên rûsî, ermenî û farisî tê. Li Welatê Serhedê bi dehan çand, ziman, dîn û bawerî li hev qelibîne, hev dewlemend kirine. Mirov nikare bêje ku ne tenê Serheda Welatê Osmanî hebû, herwisa jî Îran û Rusya jî xwedî Serhedekê bûn. Her yekê ji tanga (alî) xwe de ji xwe re çand, dîrok û edebîyateke Serhedê efirandine. Wek mînak Cimoyê Merûf ku spîker û edîtorê radyoya kurdî ya Têhranê û xelqê Makûyê ye, Serhedê wiha dide nasîn: “...Meqsed û merem zozanên Serhedê, çiyayê Gilîdagê (Ararat), dengbêjî û jiyana resen ya kurdewariyê ye”.[3] Di çavkaniyeke swêdî de ez rastî noteke biçûk hatim ku gelek balkêş e. Dema qala herêma Îranê ya bi navê Faris (Herêma rohilata başûra Îranê) dike, di cîhekî de tê gotin ku li wir du herêm hene: Desjistan (varmt område: herêma germ) û Serhad (kallt område: herêma sar).[4] Li vir jî xuya dibe ku Serhed gelek caran tê wateya zozan, bilindcîh û çîyan.
Divê em li vir dîyar bikin ku Welatê Serhedê xweyê sînorên fermî (resmî) nîne, welatekî li ser sînoran e, welatekî gelerî û folklorîk e. Wek mînak ji aliyê dewletên merkezî de herêmên dûr ên wiha perîferîk gelek caran Serhed dihate hesibîn. Cixîz, têl, kevir, mayîn, kuleyên leşkeran ku gelek caran sînoran nîşan didin ne tenê sînorên herêmê, zêdetir sînorên van dewletan nîşan didin. Sînorên Welatê Serhedê sînorên xwezayî ne, peyman yan jî hududnameyek tune ye ku îro sînorên Welatê Serhedê nîşan dide.
Li ser nexşeyên nûjen em nikarin sînorên Welatê Serhedê bibînin. Lê belê çend lêkoleran di van salên dawîn de angorî xwe sînorên ne-fermî yên Welatê Serhedê kişandine û pêşkêşî xwendevanan kirine. Wek mînak lêkoler Pîr Dîma[5] û Argun Çakir[6] di xebatên xwe yên li ser Serhedê de ji van nexşeyan çend heb me li jêr weşandine. Van kesan xebatên xwe bi Welatê Serhedê ve sînor kirine, giraniya xwe dane vê herêma ne zêde lêkolandî.

Kurd
Sînorparêzên Serhedê
Jîyana Serhedê di sedsalên kevn de xweyê hin rûçik û taybetîmendiyan bûye. Ji ber ku ev herêma di pratîkê de di destê kurdan de bû, gelek caran gotina kurdan derbas dibû. Kurd wek sînorparêz ji aliyê dewletên lê diman, dihatin tayîn kirin, karên fermî dikirin. Lê belê gelek komên kurdan wek kurdên koçber, bazirgan û sîyar bandûra xwe li van deverên Serhedê nîşan didan. Bi taybetî ew sînorê Osmanî û Îranê ku piştî sala 1639an de hatibû pejirandin hema bêje kurdan ev war-sînoran gav bi gav nas dikirin. Cîhên bihurge (boran) gelek baş zanibûn, beledê van nixteyan bûn. Îro jî wisa ye.
Di derbarê sînorparêziya kurdan de serpêhatiyeke navdar hatiye belav kirin û wiha tê gotin.
Padîşahê osmanî, Qanûnî Siltan Silêman, kurd weke parêzgerên sînorên Rohilatê dîtine. Kurd di navbera dewleta osmanî û dewletên mayin de weke dîwarekî jîndar hatiye dîtin ku ji "goşt û xwînê" pêk hatiye. Mele Mehmûdê Bazîdî giringiya vê sîyasetê baş fem kiriye û di vê nivîsa xwe de cî daye van gotinên Qanunî Siltan Silêman. Ez bawer dikim ev gotinên Siltan Silêman, enînivîsa kurdên Serhedê bi vekirî û baş îfade dike û bersîva dîya xwe wiha dide: “Dayê, min ew dîwar ji goşt û xwînê ava kir. Min hukmê wan herêman da destê êlên kurdan, min ew ji Gurcistanê heta Bexdê, Besrê û Şarezûrê, di rêzekê de mîna asêgehek, danîn. Dijmin nikare ji wan derbas bibe û têkeve dewleta Îslamê".[7]Bi kurtî hebûna sînoran û rewşa serhedbûnê di van salan de li ser rewşa kurdan ya civakî, aborî û çandî bandoreke mezin nîşan daye. Babeta sînor, sînorparêzî û kurdan babeteke balkêş e. Vê yekê bala kesên mayin jî kişandiye, bi taybetî jî babeta kurdan û parastina sînoran. Ji aliyê dewletên herêmî de li Serhedê hertim valahiyeke sîyasî hebû, Serhed gelek caran wek welatekî bêxweyî bû. Lê belê warê bandura kurdan li herêmê zêde bû.
Kurdên Welatê Serhedê weke mîrên sînoran ûprensên sînoran dihatinhesibîn.Leşkerên kurd carina li Serhedê ji bo parastin û hin caran jî ji bo firehkirine sînorên osmanî, îranî û rûsî xwe di nav gelek şeran dîtine. Wan wek leşkerên sînoran şer kirine. Ji wan re bi latînî milites limitanei û bi tirkiya osmanî serhad kulu hatiye gotin.
Kurdan bi saya vê pozîsyona xwe di van salan de dikaribûn tenê sînorên mîrekên xwe biparastana. Dema parastin û firehkirina sînoran bi navê Kurdistanê bihata kirin, wê demê hemû hesab diguhirîn. Ne osmaniyan, ne jî îraniyan dixwastin xwastekên here piçûk ên kurdan bên guhên wan. Ev rewş û polîtîkaya dualî ji bo kurdên vê deverê jî derbas dibû. Çawa ku di serpêhatiyekê de em dibînin kurdên vê deverê weke sînorparêz di sedsala 19an de hin caran li bal osmaniyan û gelek caran jî li ba rûsan cî girtine. Eger wan wisa nekirana, ji wan re şert û mercên jîyanê nedima, warê jîyana wan teng dibû. Çawa tê zanîn di van salan de sînoran gelek caran dest diguhartin. Mirovên van deveran nizanibûn sibê wê çi bê serê wan. Kurdên Serhedê weke sînorparêz gelek caran jî bûne hedefê êrîş û şerên mezin. Bîzansî, osmanî, faris û rûs her yekî ji aliyê xwe de xwestiye him bibe "dostê" van kurdên sînorparêz û him jî dem hatiye bûne dijminê wan. Vê yekê bi sedsalan ajotiye.

Li derdorên sînorên Osmanî û Îran hertim şer hebûne. Di sala 1847an de li Erzirmê nûnerên herdu dewletan, ji aliyê osmani û farisan de civîneke navnetewî pêk tê. Divê gelek gerên lêkolînê bihatana kirin. Komîsyonek saz dibe û heyetê ev gera di navbera salên 1848-1852an pêk anîye. Encamên gerê bi navê Gernameya Sînor (Seyahatname-i Hudud) wek pirtûk hatiye weşandin. Ev pirtûk ji alîyê Mehmed Hurşîd Paşa de hatiye nivîsîn.[8] Di van salên dawîn de di derbarê jîyana li ser sînoran lêkolînên balkêş amade dibin.[9] Prof. H. Neşe Özgen bi çend lêkolînên xwe bala lêkoleran kişande kurdên li dor sînoran.[10] Zehra Ayman di teza xwe ya masterê de Serheda Qersê dide nasîn.[11]Nivîskara kurdEslîxanYildirim, li ser sînorên Kurdistanê xebateke ji du cildan pêkhatî amade kiriye.[12]

Erdên pîroz
Ji bo dergûş (hêlekan) vargehê mirovahiyê keşif bikin gelek lêkoleran berên xwe dane Welatê Serhedê. Çawa tê zanîn mirovên li rûbarê dinê bi bêrî û bi hesreke kûr hertim li hêviya bihuştê û baxçê bihuştê mane. Di zimanên Ewrûpî de li şuna bihûştê (cennet) gotina paradîs tê bi kar anîn. Ev peyva gotineke îranî ye û tê wateya bax, baxçe û park. Ev peyva di dewra Pêxemeber Zerduş de ji peyva pairidaeza (Baxê Dorgirtî) hatiye. Di farsiya iroyin de pardis tê bi kar anin.Çawa tê zanîn baxekî wiha xweşik jî di çavkaniyên Îslamî de bi navê Baxê Îrem hatiye bi nav kirin. Pêxember Şeddat baxekî wisa çêkiriye ku şibandiye bihuştê. Ji Baxê Bihûştê re (Baxê Cennetê) ku mirovên pêşîn Adem û Hewa lê jîyane,di zimanê îngîlîz de Garden of Eden û di zimanê erebî de Jannat ʿAdnhatiye gotin.Peyva Eden peyveke Îbranî ku tê wateya bedewî. Eden navê erdekî bûye ku lê bihuşt hebûye. Gelek lêkoler hatine li ser wê baweriyê ku ev erdê pîroz cîhekî ku nêzîkî cîhê destpêka wan çar robarên navdar in: Pishon, Gichon, Tigris (Hiddekel) û Eufrat ku bi ava xwe Baxê Bihûştê av dane. Hin lêkoler van robaran wek robarên Kur, Aras, Dîcle û Firat dibînin. Nîşana Welatê Serhedê bêguman Çîyayê Agiriyê ye ku li herêmê çîyayê herî bilind tê nasîn (5.137 metro). Ne tenê bi bilindiya xwe, herwisa jî di Tewratê de wek çîyakî pîroz tê hesibîn. Çawa tê zanîn Geştiya Nûh Pêxember, di dema Tofanê de li serê vî çîyayî daniye. Kurd ji vî çîyayî re Girîdax yan jî Gilîdax dibêjin. Di sedsalên kevn de bi sedan kesên biyanî çûne Serhedê, ev herêma zîyaret kirine û lêkolînên cihê pêk anîne. Hin ji wan li pey rêça Geştiya Nûh ketine, derketine ser çîyayê Girîdaxê. Berê ji beşeke Ermenîstanê re çawa me li jor jî dîyar kir Ayrarat hatiye gotin, paşê gelek caran navê çîyayê Agiri jî danîne Ararat ku ji peyva Ayrarat tê. Di eslê xwe de navê Ayrarat (Ararat) navê wê herêmê ye ku vî çîyayê herî bilind lê danîye. Ermenî bi xwe jî ji vî çîyayî re nabêjin Ararat, dibêjinMasîs, faris Çîyayê Nuh. Di sedsalên kevn de gelek netewe, gel û komên etnîkî li Serhedê hêwirîne. Her wisa jî di dîrokê de bûye meydana şer, bi salan gelek şer li herêmê qewimîme.[13] Hemû ev serpêhatîyan nîşan didin ku Welatê Serhedê ji hezar salan vir de bûye nîşana aşîtî û dilşahiyê. Ne tenê ji ber van zaniyarî û agahiyên mîtolojîk û teolojîk, ji ber sedemên din jî mirov Serhedê bi giştî dikare bi navê Baxê Bihûştê yan jî Baxê Îrem bi nav bike.

Buhişteke derewîn
Jîyana pastoral li Serhedê
Gelek caran Welatê Serhedê bi çîyayên xwe, bi zozan, bi av û kanî wek bihuşteke dewewîn hatiye xemilandin û nasandin. Sê faktorên bingehîn ku ban û bingehê Welatê Serhedê pêk tînin, ev in: Cudatiya xwezayîya Serhedê, dewlemdiya folklorê û rengînîya pirçandiya herêmê. Welatê Serhedê angorî beşên din ên Kurdîstanê havînan gelek hênik dibe. Di kelakela germa havînê de mirov dikare belekiyên berfê li ser çîyan bibîne. Ey yeka rehetî û aramîyeke mezin dide mirovan, bîna wan fireh dike. Di straneke kurdî de ev yeka xweş hatiye zimîn: “Welatê Serhedê daîm berfe qet ranabe...” Serhed bi zozanên xwe, bi kanîyên xwe yên sar û cemidî ve navdar e. Havînan ev bilindcîh, buhişteke derewîn pêk tînin. Gelek stran li ser hatine gotin: “Welatê Serhedê çiqas xweş e / Welatê Serhedê çem û kanî!”. Serhed gelek caran bûye hevwateya gotina zozan. Havînan zozanên Serhedê dibin/dibûn wargehên kêf û bînvedanê. Ji alîkî de konên reş û çadirên spî, ji alîkî de kincên jinên kurd ên gulgulî her der dixemilandin. Dêreyên (fîstan) jinên kurd ên rengrengî di van salan de keskaya zozanan seranser dineqişandin. Rengên pûşiyên van jinan ên gevez (sor), tûtikî (turincî), aravî (pembe) û qîçik (zer) jî tevî vê govend û şênahiya rengan dibûn. Mirov dikare bêje ku zozan di nav van rengan de difetisîn yan jî vedigevizîn. Serhed ji bo bîntengan dibû stara aramiyê, bêdengiyê û stara dilfirehiyê.
Ew jîyana li zozanan yek ji wan stûnên jîyana Welatê Serhedê pêk aniye. Vê jîyana sade û aramiya mezin ku li zozanan hebûye hertim mirov li berbi xwe kişandiye. Mirovên serhedî havînan bi keriyên bezên xwe di zik û hembêza tebîyetê de jîyane. Ew kerîyên malbatan ku ji çend semer pez pêk dihatin, di wan mehên havînê heta payîza dereng bi kîsê felekê ji xwe re li van zozanan diçêriyan û paşê dema germên havînê dişkestin, êdî payîzê mal vedigeryane deştê, aranê.
Dijayetiya di navbera mirovên aran û zozanan gelek kûr e. Kesên hînî jîyana zozanan bûne nikarin wisa bi rehetî li aranan bijîn. Mirov vê yekê di nivîseke Evetîk Îsahakyan bi navê Emoyê Kurmanc de baş dibîne. Emo ligel çend ermenî û tirkan di girtîgehê de ye. Baharê, dema gundî êdî malên xwe bar dikin diçin zozanan bîna Emo gelek teng dibe. Vê bîntengiya xwe di girtîgehê de ji hevalê xwe re wiha eşkere dike: “Ya te başqe ye, tu merivê şeher î, timê hûn malan de nin, merivê çiyan nînin”.[14]Emoyê Kurmanc rojekê hê berdana wî re çend meh mane, tîne xwe di pencereya girtîgehê de darda dike, dikuje. Angorî vê serpêhatiyê dengê Emoyê Kurmanc gelek xweş bûye, berê xwe dide çîya, zozan û serhedan: “Sîng û berî domama min spî ne /Mîna berfê, berfa serê Axmaxanê / Por û guliyê wê hev diçin û tên / Mîna bayê hênikî Axmaxanê”.[15] Berbîna Emo tenê çîya bûne, xewnerojên çîyan bûne, çîyayên ku dilê wî di girtîgehê de hertim diperitandin.
Wisa hatiye pejirandin ku serhedî bê çîyayên xwe, bê zozanên xwe nikarin bêjîn. Li şûna zozanan serhedî gelek caran gotina çîya bi kar tînin, wek mînak dema havînan derdikevin zozanan, kurdên herêmê dibêjin “Em ê derkevin çîyê”. Gotinên çîya, zozan, serhed wek peyv gelek caran gazî hev dikin û hev bi bîr tînin. Ew strana navdar ku bi salan li ser zar-zimanê şêniyê Serhedê geriyaye: “Weylê dînê çîya bilind in te nabînim!” yek ji wan stranên here hezkirî dikare bê hesibîn û romantîzma Welatê Serhedê xweş îfade dike. Stran ji zarê Şeroyê Biro de hatiye gotin ku bi xwe ji Serhedê çûye Ermenîstanê.[16] Di vê strana jêrîn de malbateke ku ji Serhedê, ji zozanên Serhedê sirgûnî deşt û germistana Dîyarbekirê bûye, gazin û loma li vî meskenê teze dike û xerîbiyê dikşîne:

Welatê Serhedê li sînorê vê Îranê,
Îsal ji pêra koçerî çawa şunda ketin ji zozanê,
Xaliqo, tu serê sebaba dewletê re qebûl nekî,
Çawa destê me ji cî û warê me qetandin,
Berê hêsîrê me dane welatê Dîyarbekir,
Na welle, deşta Bişêriyê, germe, germistan e?...[17]

Ew cihên sirgûnê di stranên kurdî wek cihên wêran, kavil, xopan, dêran û kambax tên tarîf kirin, wek cîhên xerabe hatine nasandin. Ji aliyê din Dîyarbekir ji bo kesên ku zaroktî û xortaniya wan li wir derbas bûne, her çiqas zêde germ be jî, bêgûman bajarekî gelek şirîn e. Dema mirov xwe di mala xwe de dihesibîne, li bal nas, heval û hogirên xwe ye, wê demê xerîbiyê nakşîne.
Ev manzaraya pastoral ku me li jorê hinekî da nasandin bûye kakilê jîyana muzîkê ya Welatê Serhedê jî. Şivanên kurd hertim bilûra wan bi xwe re dibirin çol û çolistanê. Bilûrvan û dengbêjên mezin ji nav van şivanan de derketine. Welatê Serhedê havînan dibû cî-meskenê şivanan. Padîşahên Serhedê yên here navdar şivan bûn. Çawa tê zanîn peyva pastor di eslê xwe de tê wateya şivan.[18] Şivanî ji ber van rastiyan navekî din ê dengbêjiya kurdî jî dikare bê hesibîn. Nivîskarê ermenî Avetîk Îsahakyan di pirtûkeke xwe de qala du şivanên kurd dike (yekî bilûrvan, yekî dengbêj) ku ji destpêka baharê heta payîzê kerî-suriyên wan (ermenîyan) li zozanan xweyî dikirin:

Mexso rind li bilûrê dêxist, Hico jî dengbêj bû. Wana kilamê cimaeta xwe yên dilşewatî digotin. Min bi dil û eşq guhdariya kilam û bilûra wan dikir. Min ji wana dibîhist serpêhatî û efrindinên kurmancî yên epekî-folklora kurdan wekî min ji çûktiya xwe heta îro jê hezkiriye”.[19]

Dema em di edebîyat û folklora kurdî de temaya şivaniyê lêbikolin em ê bi rehetî bibînin ku kurd çima ji dayîka xwe şaîr û dengbêj hatine dinê. Nivîskarê ermenî yê navdar Xaçatûr Abovyan hê di sedsala 19an de ji ber dewlemendiya folklora kurdî ecêbmayî dimîne, di cîhekî dibêje ku her kurdek çi mêr çi jin ji dayîka xwe helbestvan (şaîr) hatiye dinê.[20] Abovyan kurdan wek sîyar, şovalyeyên Rohilatê dide nasîn.[21] Mirov dikare bi rehetî bêje ku kurdên Serhedê bi giştî bi tehrekî herî baştirîn ji aliyê vî nivîskarê ermenî Xaçatûr Abovyan de hatine nasandin. Dîroka romantîzekirina Serhedê gelek berbiçav e. Wek mînak di stranên kurdî de Serhedeke ku ji Serhedan jî rengîntir û xweşiktir hatiye neqişkirin û boyaxkirin, heye. Demên buhirî, demên windabûyî di van berhem û serpêhatiyên edebî, folklorîk de wek demên zêrîn tên hesibîn. Rengên van demên ku mîna xewnerojan in, hertim aravî ne (gulreng, pembe). Jîyana van deman gulgulî ye. Her tişt dişibîne gulê. Bedenên wan gulendam û rûyên wan gulçehre ne. Ji mirovên wan xweşiktir tu mirov li rûbarê dinê tune ne. Jinên wan wek hîvbanoyan wisa bedew û xweşik in ku: “Ji royê re dibêjin dernekeve em ê derkevin. Xortên wan bejnbilind, lihevhatî û çeleng in, kîkanê mêran, wek bokemêr û bokeberan in, bi xurtbûnê li ser wan re mêr tunin, beramberî ordîyekê ne! Di folklor û edebîyata kurdî de cîhgirtine temaya Welatê Serhedê bi serê xwe hêjayî lêkolîneke din e.



[1]Şaxeke vê nivîsê bi navê “Serhed: Welatê ku roj lê hiltê” di Kovara Nûbihar de hate weşandin (Nûbihar, nr 117/2012).
[2]Midhad Sertoğlu, Resimli Osmanlı Tarihi Ansiklopedisi, 1958, rûp.293.
[3]Mesaja Cimoyê Merûf ya bi 6/2 2012 terîxî.
[4]Fars, Nordisk Familjebok, cild 7, 1907, rûp.1040.
[5]Pir Dîma, Êzdiyên Serhedê, Weşanxaneya Do, werger ji rûsî: Ezîzê Cewo, 2009.
[6]A. Argun Çakir, Lêkolînek li ser stîla gotina stranan a dengbêjê Serhedê Reso, Proja Xelaskirina Lîsansa Bilind, 2010. Unîversîta Îstenbolê ya Teknîkê. Enstîtûya Zanistîyên Civakî.
[7]E. I. Vasillieva, Pirtûka Winda ya Dîroka Kurdistanê, Almanaxa Kurdî, Weşanên Roja Nû, 1997, rûp.78.
[8]Mehmed Hurşid Paşa, Seyahatname-i Hudud, Simurg Yayınları, 1997.
[9]Osman Gümüşçü, Siyasi Coğrafya Açısından Sınırlar ve Tarihi Süreç İçinde Türkiye’de Sınır Kavramı, Bilig, nr 52/2010.
[10]Prof. H. Neşe Özgen çend salan sereketiya vê projeyê kiriye: Sınır Kasabaları Sosyolojisi Projesi: 2001-2004(Teksteke digital e, ji 113 rûpelan pêk tê). http://www.neseozgen.net/tr/yayinlar/26.pdf
[11]Zehra Ayman, Bellek Mekanı Olarak Sınır ve Ötekilik; Kars Şehri. İstanbul Bilgi Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü. Kültürel İncelemeler Yüksek Lisans Programı, 2005.
[12]Eslîxan Yildirim, Di sedsala 20'an de Kurdistan ûSînor-1,Weşanên EnstîtuyaKurdî ya Amedê, 2009.
[13]P. İ.Averyanov, Osmanlı İran Rus Savaşlarında Kürtler (19. Yüzyıl), çev. İbrahim Kale, Avesta, 2010. Nejat Abdullah, İmparatorluk Sınır ve Aşiret, Avesta Yayınları, werger: Mustafa Aslan, 2009.
[14]Avetik İsahakyan, Emoyê Kurmanc, 1955,rûp.60.
[15]Avetik İsahakyan, rûp.60.
[16]Ji stranên Radyoya Rewanê.
[17]Ordîxanê Celîl, Stranê Zargotina Kurdaye Tarîqîê, Weşanxaneya Orientalia, 2003,rûp.234.
[18]Bengt Lewan, Arkadien – Om herdar och herdinnor i svensk dikt, Bokförlaget Dya Doxa, 2001.
[19]Avetik İsahakyan, Emoyê Kurmanc, rûp.60.
[20]Xaçatûr Abovyan, Kurd - Êzdî, 1986, Êrêvan, wergera ji ermenî: Wezîrê Eşo, rûp.65.
[21]Xaçatûr Abovyan, rûp.70.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.