بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Bîşar Norşîn on 14 February 2011

Di sal û mehên dawîyeda li ser şunda zivirîna Şivan Perwer gelek tişt hatin nîvîsandin. Ji medîa Tirkîya geleka li gel Şivan peyvendî girtin. Ew “nuva” hate kefşkirin. Serîda bersiv û pirsa Şivan ew bu ku; hun heta naha li ku bun? Gilî, gazî, daxwezî û hevî alîkîva, rasteyetî alîkîva. Eger rastbe, min ji gwihe xwe ji Şivan Perwer nehbîst, ewê sala parin di meha Gulanê da bizivirîya Tirkîya û Kurdistana Bakur, daxwezîya min ewe ku; ew serkeve, reya wî her tim vekirî be, ew bigehîje hezkar û axa xwe. Daxwezîya min ew bu ku; Baza azadîya Kurdistan her tim bilind bifire, qe tu carekê di jîyana xwe da nizm nefire, tirsa min ewe ku; vê cara Hozanê me, Şivanê me nizm bifire û gelê xwe bike nava janek mezin. Tişteki dawîyê da bete gotin, ez dixwezim serîda bejim; Şivan Perwer bi rasteyetîya xwe, xwe daye îspatkirin. Ew tiştekî bê şike ne pewîste mîrov li ser biaxife. Balam ber ku, zivirîyana Şivan Perwer ne weku zivirîyana kesekî dine, mîrov pevîste li ser biaxife. Şivan ter tim xizmeta gelê xwe da ma, karekî wî kir hinek gurup û partîyên sîyasî yên Kurdistanê nikarîyan bikin. Ji ber lepên dagirkeran revandina yekemîn heta îro, her tim gelê Kurdistan Hozanê xwe xwedî derket ew weku ronîya çavên xwe parazt û anî ve mertebeyê. Gelê Kurd, Şiwan Perwer mezin kir. Dîroka tu gelekîda ewqas xwedanîya hozanekî nebuye, Kurdên me vî alîva taybetîya xwe hene, Şivan xwe ji vê rasteyetîyê baş dizane.

Nizanim ji ber çi di sala parinda Şivan Perwer nezivirîya, bawerim wî şert û merc bona zivirandina xwe normal nedîtin, balam slavdana Şivan Perwer jî hînek sîyasetmedarên Tirkra xilas nebu, gor medya Tirkîya danustandina wî ya dawîyê li Ewropa li gel Bülent Arinç dibe, ew bi lingê xwe diçe seredana Bülent Arinç dike û çend karên xwe wîra dike dîyarî. Be guman her kes azadê , Şivan Perwer jî azadê kesek nikarî topê li ser devê wî bixwe û lingên wî girêde. Ji 1974 virda Şivan Perwer bi deng û hunera xwe nava gelê Kurdistan da mezin bu. Ew gor zanîna min zanîna min li Rihayê gondê Sorîyê mezin dibe, malbenda wî jî navçeya Niseybînê ji ber pozberîyên nava malanda bardikê tê vî gundî. Ew tembura xwe ya yekhem i destên xwe çêdike. Bona xwendinê têtê Peytaxta Tirkîyayê, li vir destpêkî xwendina bêşa Matematîkê dike. Li Enqarê di konserekêda şopata xwe nagirê û bi sedansed Kurdîyekî rêk û pêk distirê. Heta vî katî hunermendên Kurd, bi Tirkî bi meqamên Kurdî distirîyan û nava distrandinên xwe da lo lo, lê lê..... jî navradikirin. Şivan yekhemcar vê toreyê digirê binê lingê xwe, serî heta binî, bi destpêkê heta dawîyê Kurdî distirê. Salon radibê û rudinê, deng, qîrîn û çepikên Kurdan digehîjin ezmanan. Şivan Perwer wekû tîrekî edî ji kewana xwe filitîyê, tu quwetik edî nikarî ber wî bigirî, demek kwirt da dengê wî wekû pelên azadîyê gund û bajarên Kurdistanê belav dibin. Li bajarên Kurdistanê bo wî konser têten rêxistin, xort û qîzen Kurd wî ra xwe dikin senger. Konser tu cîhekî bi nava noramalîtêda nameşin, dagirker bi hêz şîvekî tund erişan dibin ser konseran, ji konsera yekhem ya Enqarê bigirin heta ya Suricê û Agrîyê Şivan ji ber lepê dagirkeran tête revandin. Berku ew neyê girtin û dengê Kurdistan neyê sicinkirin. Eger rast birîm da mayê ew sala 1975 derbazî binê xetê dibe û li vir jî derbazî Elemanya dibe. Ji 1975 virda Şivan nikarê biçe Kurdistanî Bakur. Wî karê xwe yê bê hempa li derwayî welat berdewam kir. Dengê vî hezaran keç û xortên Kurdistanê li derdora şorişa Kurdistan da cîvand. Dema 1979 gelên Îranê dijî dara zordar ya Şah Riza Pehlewî hedî hedî radibun ser pîya, li Rojhilatî Kurdistan raperînek mezin rêdiket. 1980 gele Kurdistan li vir ser pîyan bu, dengê Şivan weku magnekê cîwanên Kurd dikişandin nava şorişê. Ew deng dijî dagirkera bibu çek. Li Zagrosan dîsa dengê Şivan bu, ew deng bibu tirsa dagirkerên Ereb jî, dara Baasîyên Bexdayê bi vî dengî dilerzîya, di nava koma Kurda da qe tu hunermendekî Kurd ewqas yêknedikirin.
Şivan bi Kurmancî distirîya, bi Zazakî distirîya û bi Soranî distirîya, Kurd ji gundê xwe derdiketin diçun Urmîye, Mehabad û Merivanê, dadiketin Kirmancşaxê, li vir dihatin Silemanî û Hewlerê digîhiştin Kerkukê, derbazî Qamişlî û Kobanîyê dibun, berê xwe didan Merdîn û Rihayê, derdiketin Dersimê û xwe digîhiştin Araratê. Kurdistan yêk dibu, sînor nediman, çokên dagirkeran li ber xurtbuna zmanî Kurdî carek din dilerzîya. Du tişta Kurd yêk dikirin Ala Kurdistan û Dengê Şivan, xencî demek kwirt Şivan qet tu grubek sîyasîra nebu peya, ew ma “be leyan” û gor taqeta xwe nava çalekîyên hemu grubên sîyasî yên Kurd da amade bu, bi dengê xwe, bi hunera xwe pişta kar û pêşveçuna wan. Tenya li paş 1980 li gel Partîya Karkerên Kurdistan ez bêjim bu alîgar hun bêjin bu endam. Mêşa yêkhem ya PKK li Ewropa bajarê Köln hatê rêxistin, Şivan bi xwe rêxistkarê vê mêşê bu, pêşvigarîya mêşê wî kir, di rêda axaftina propagandatîv wî dikir, axaftina dawîyê dîsa wî dikir. Di vî katî da bona PKK gel Gulîstan Perwer kasetekî propagandatîf derxist pîyasayê. Bê guman bi vê kasetê dida bin çengên xort û qîzên Kurdistan ku; ew bibin alîgarên PKK yê. Bona grubek sîyasî yêk wekû PKK yê, wî katîda ew karekî gelek mezin bu, bi dengê Şivan propaganda PKK yê!? Şivan demek kwirt da dît ku di nava PKK da grubek din heyê (Partîya Kemalîstên Kurdistanê), wan jî wî pêyatî û xulamatî dixwest, bê mêjutî dixwest, dijî grubên sîyasî yê din dijminatî dixwest, wan jî wî di nava qefesekê da jîyan dixwest, qefesa dagirkeran ku Şivan 1975 virda parçekirubu, dixwestin carek din bi navê Kurdan ser wî va bikin. Şivan ew dafa dît û weku Şerekî ew qefes jî parçekir. Ew di xizmeta gelê xweda ma, dîsa bu bê layan, bi dostî û bratî nava koma Kurdan da parazt. Partîya Kemalîstên Kurdistanê bi navê Kurda êrişên qîrêj anî ser Şivan Perwer, gelê Kurd symbola azadîya xwe parazt, dema êriş dihatin ser Şivan heta pasîfîstên Kurd jî dibun şêr û piling ew diparaztin Partîya Kemalîstên Kurdistanê, êrişên xwe bi bijî Fişok destpêdikir û weku segên har dihatin ser zaf û zeç, kal û pîr, xort û qîzên Kurdistanê. Li Ewropa wan gelek hefle, şahî û dilanên Kurdan dihiştin nava xwîn û xezalê. Plan planên dewleta dagirker ya Tirk bun. Wan Partîya Kemalîstên Kurdistanê, dijî Kurda weku çek didan şuxilandin. Bi vî şiklî xwe “pak” dihiştin û xwîna Kurdan bi “destên Kurdan” dirijandin.

Bi derxistina kasetekî propagantîf bona PKK ya, gor hinekan Şivan nizm firrî. Mîrov dikarê wusa bifikirê. Feqet li vir tiştek tê bîrkirin, Kurda PKK bona serxwebun û yekitîya Kurdistanê nasdikirin, ew Partî bona vê armancê rêketibu, di wî warî da piştdana Şivan jî bona wan tiştekî normal bu, berku Kurdistan dihat rizgarkirin. Ji hebuna Partîya Kemalîstên Kurdistanê hoyja(agadarîya) kem kesan hebu, lehî ewqas mezin dihat, her tişt dida ber xwe û dibir. Kem kes û grubên sîyasî yên Kurd li dijî vê laserê bikarîyan bisekinin. Şivan jî demek kwirt li ber vê laserê ket û dura wî xwe rizgar kir. Çawa min jor jî anî serê zmann gelê Kurd hozanê xwe xwedî derket, bê zêdekirin hemu grub, komel û rexirawên Kurdistan ku li paş 1980 li Ewropa xebat dikirin, di hefleyên xwe da bi kefxweşî ban Şivan dikirin, wan îmkanên xwe yên piçuk bo wî pêşkêşdikirin, li paş her konserê alîkarî û qezenca ku berhevdikirin, nîv û nîv wîra parwa dikirin, carcara ew dikirin sê parçe û du parçe ji bo wî bi dil pêşkêş dikirin, ew rewş heta sala 2000 wusa çu, xencî partî, komel grubên sîyasî yên Kurd tiştekî Kurdan nebu. Dewleta wan nebu ew mecbur bun hozanên xwe, xwedî derkevin. Xwedê, Şivan û qirtika wî bona zmanê Kurdî afirandibu, ji ber vê çi batina kirin kem bu. Min li vir ew rasteyetî anî serê zman ne bona bexilî û çavreşîyê, keşka îmkanên Kurdan zede hebuna û bi mîlyonan Dolar pişgirîya hunera Şivan bikira bona wî danîşgehyak sazbikirina. Bla paraztin û pêşvabirina berpirsîyarîya huner û muzîka Kurdî bidana wî, sedan xort û qîzen Kurd yên xwedî huner destê wî da mezin buna. Ew hemu daxwezîyê min jî bun. Feqet dema malekê da birçîtî dibe û heta nanê tissî tera kesî nakê, mîrov pewîste qedira bi hingiv û nivîşkê xwedikirinê bizanî. Dema gelê Kurd hozanê xwe xwedî derdiket di nava Kurda da birçîtî û tengasî mezin bu. Li Welat û Ewropa sîyasetmedarên Kurd alîyê madîyatê va nava tengasîyek mezin dabun dîsa jî kesekî bona Şivan çavreşîyek nekir.

Îro şunda zivirîna Şivan û dansa wî ya gel sîyasetmedarên Tirk yên dagirker ketîye rojeva Kurdan. Hinek ji Şivan bezarin. Li vir dîrokeda hunermenda mezin Marlene Dîtrîch hate bîramin. Marlene kî bu, çi kirî bu, jinxwesî û mîrovxwesîya we çi bu? Şivan, Marlene Dîtrîch bo çi anî bîra min? Navê Marlene yê rastî Marî Magdelene Dietrîch e. Ew navê xwe yê hunermendîyê bi 11 salîya xwe li ser xwe dide. Ew 27 Çileya Pêşin 1901 li Berlîne, peytexta Elemanyayê li dine çavên xwe vedike û 6 Gulanê 1992 li Parîsê çavên xwe digre. Mirina we seranserî dinyayê hunermendên sînemayê, dengbêj û mîrovperwer wî warî da kirin nava xemgînîyek mezin. Marlen ne tene weku hunermend weku mîrovperwer û bi sekinandina xwe dijî nijadpareztîyê di mejuyê mîrvonda morek danî. Ew tu car li ber dagirker, împeryalîst û nasyonalîstan melis nebu, av nebir ser aşên wan, nanê wan ra run sîyax nekir. Marlen weku zaroka duem yê Louîs Erîch Otto Dîetrîch ûWilhelmîne Elîsabet Josephîne, hatibu dine. We piçuktîya xwe da bavê xwe wanda kir, nîv sewî mezin bu, li Berlîne xwend, li paş dibîstana serateyî Auguste-Viktoria-Schuleçu Victoria Luisen-Schule dura jî qeyda xwe bona dibistana Bilind a Musîkê (Musîkhochschule Weîmar) çêkir. Li vir fêrî kemanê bu, di rolek bê deng, peyvendîya wê yekhemcar li gel sînemayê destpêk kir. Yekhemcar rolên piçuk girtin ser xwe û fîlîmên bê dengda lîhist, destpêka kursên artîstîye kir, li gel rejîsörê Tîyatroyê Max Reinhard xebitî. Fîlîma yekhem ku; wê 1922 da rolek girtibu ser xwe, “Mêr Wusanê” bu. Heta di rolgirtina fîlîma “Meleykeya Şîn” di 16 fîlîmên bê deng da lîhist Sala 1929 da Marlen bu artîstekî nav û deng. Wê him rolên xwe baş dihilîst him jî dengê wê gelek xweş bu. Li paş “Meleykeya Şîn” fîlîmên nav û deng yên Marokko, Şeytan Jineke, Qetera Şangay, Venusa Kej, Baxçê Xweda, Bîrî, Dil Nava Mirmêlîgê, Kismet, Lolaya Sor, Bi Hevra li Parîsê da lîhist. Wê heta mirina xwe nezîka 55 fîlîmên nav û deng da rol girt ser xwe, gelek fîlîmanda giranîya rol ser pişta we bu. Dengê wê ji xweş bu dema distirîya ji dil distirîya. Merlen weku jin spehî bu, dengê xwe, xweş bu. Dema dara Nazîyên Elmanda ji Elemanya derket. Nazîyan, taybetî Gobel xwestin Marlen tev li wan kar bike. Ber ku ew, kej, spehî û xwedî dengekê bê hempa bu, xwestin wê bona prpaganda xwe bidin xebitandin. Dixwestin weku dayîkek kej, we bikin îdola hemu Elmana. Ew amade bun ku hemu îmaknên Dewleta Nazî ji bo wê pêşkêş bikin, Marlene ew redkirin, çend cara Gobel wera xeber rêkir, ji îstîqbarata Nazîyan yên xwedî “huner” çun lay Marlen, xwestin wê bînîn alîyê xwe û şunda zivirandina we bona Elmanya Nazî tenzîm bikin. Marlên daf û lîhstikên wan zu naskir û her car ew redkirin. Gobel û hevalên wî dîn bun, Marlen dijminê netewa Eleman îlan kirin. Marlenê digot, heta dara Nazîyan li ser axa Elemenya neşkeyê û gelê Elemenya ji bin dara wan rizgar nebe, qe tu car lingên min axa Elemanya nekevin. Wê “welatparêzî” nekir, li ber Nazîyan melis nebu, dema dijî dara Nazîyan hevkarîyek pêkhat, alikarîya vê hevkarîyê kir, lêşkerên hevkaran di şerda zîyaret kir, moral da wan, bi dengê xwe êş, birî û qiseweta wan kem kir. Demek kwirt da bona leşkerê hevkaran bu hevî, bu meleyka paraztinê bu îdol. Lîhîstikên Nazîyan ser negirtin, jînxwesî û mîrovperwerîya Marlen serket, we dilê gelên jêrdest û yen ku binê dagirkerîya Nazîyan da dinalîyan, cîhekî taybet girt. Heta rizgarbuna Elmanyayê ji destê Nazîyan, pîrîm neda, bîrîya welatê xwe kir, feqet serbilind ma. Dema Nazîyan şikest xwerin û Marlen serbilind zivirîya Elemanya, gelek cara alîyê Nazîyan va êriş hatin ser we, ew qet tu car netirsî, we mêşa xwe bona mîrovetîyê berdewam kir.

Dema min xebera Bülent Arinç û Şivan Perwer bîhîst, Marlen û Gobelê Nazî hatin bîramin. Lê rastê Bülent Arinç, Gobel nîne, berhevgiritan wan du şexsan ne raste. Feqet li vir rasteyetîk jî heye, Bülent Arinç nonerê dewelta dagirker ya Tirke, mislehetên vê dewletê diparêzî, yekitîya Tirkîya diparêzî, ew û serokê xwe di bin diliqa îslametîyê da Kurda ra kortekê dikolin. Weku mîrov dikarê nîşetên wî yên din ji hebin, feqet di vê katê da sedarsed ew xizmeta dewleta xwe dayê. Daxwezîyê wî û yên Kurdan nikarin ben cemhev. Ew daxwezî weku agir û barutin. Agir û barut bi hevra nabe, dema bi hevra bun teqînek mezin çêdibe. Li paş vê teqînê kî bimînê, kî bimire nizanim.

Li ser peywendîyên Şivan Perwer li gel nonerên dagirkeran dixwezim dixwezim çend rahmanan wera parvabikim. Biryara rast hun Şivan Perwer bila xwe bidin.

1-Statuya Dewleta Tirk da gorînek mezin pêknehatîyê. Ew dunêjî dagirker bun îro jî dagirkerin. Axa Kurdistana Bakur di bin potînên wan da dinalê, li ser çîya û banîyên Kurdistanê şîyarên wan cîhyê xwene û mezin hatine nîvîsandin.Yên weku “Ez çiqas bextîyarim ku; dikarim bêjim ez Tirkim”. Di dibistanan da helandin û asîmlekirina zarokên Kurd bê sînor berdewam dike.

2-Reya Kurdistana serbixwe, ruxandina û derxistina Dewleta Tirk ji Kurdistan va derbaz dibe. “Demokratên Îslam” û Parazkerên Komarek nu, aqildarên dewleta xwene, ew baş dizanin ku dewleta wan bi vî şiklî nikarî zede bijî, bi revîyonek nu ew dixwezin dagirkerên xwe xilas bikin.

3-Hebuna TRT 6, bona zmanê Kurdî pozîtîfe, mîrov di zmanekî da cune jî bide, ew zman pêşva diçe. TRT 6 ji ber mecburîyeteki hatîyê damezrandin. Ji ber vê TRT 6 enî beşe û zingil reşe. Dixweze zengînîya zmanê Kurdî nede destê Kurda, heta destên wan be, ew hemu qirtikên Kurdan jî destên wan bigirin bikin qirtikên xwe.

4-Şunda zivirîna Şivan Perwer taybetî du tişta ji xwera bîne; a-Mîlîyonan Kurd, Şivanê xwe zindî bibînin, şahbin, hesret kem be Kurd bi hunera lehîyek mezin rêxinin, ew lehî qîrêjî û gemarîya hezar salî bide ber xwe û bibe. Gelên cîran bikevin bin sîhya huner û musîka Kurdî. b-Dagirker xwe weku demokrat û pêşkevtîxwez bidin nasîn û bêjin, Kurd azad û serbestin, xwedî maf û heqin, derewa bratîyê bi gwînekî din xwe derxîne holê. Kurdan û dostên Kurda çend salan jî bi vî şiklî bidin xapandin û daxwezîya Kurdistanêk serbixwe çalbikin. Alîkîva Şivan Perwer ra xwe dost bidin dîyarkirin feqet alîyê din va tedayî û zordarîyek mezin li ber hunermendên Kurd yên din rêva biçin.

5-Bi destên Partîya Kemalîstên Kurdistanê, konseranda provakasyon û êrişên mezin organîze bikin, bi van êrişan Kurdan û Hozanên wan yê mezin Şivan Perwer bigirin bin lingên xwe û bixendiqînin. Şivan Perwerê ku weku ronîya çavan hatibu paraztin bi vî şiklî holê rakin.

6-Yen ku dijî Şivan Perwer bun huner û xizmeta wî bona gelê Kurdistan bîrbikin, “zayîfîyên” wî yên şexsî bînîn pêş û her alîva rexne û êrişan biçin ser wî. “Wî Kurdistan firot, wî serîdajî ne Kurdistan ji pul hezdikir, ew her tim serxoş bu, nizam wî çi vedixwar, nizam çiqas xwewardê û toxterbaz bu”. Rewşek wusa jî daxwezîya dagirkeran e. Dagirker û nokerên wan rewşek wusa da rind bireqisin Sterka azadîya Kurdan bibe xala nîşangirtina Kurdan. Li vir metelokek Kurdî dixwezim bêjim: “Dema hirç kal dibe qud gwinan dileyzin” Feqet tiştek tête bîririn Şivan Perwer û hunera wî her tim zindî û cîwanê, wî ra lîhistin zexmete.

7-Salan virda gelek “hunermendên” Tirk û Kurd bê îcaze stranên Şivan Perwer lîhîstin ew xwera kirin mal û sermayê, ber ku wî nidikarîya bîçe bin dara dagirkera, alîyê zagonanva nidikarîya tiştekî bike. Bi zivîrîna wî ew reya vebî û ew alîkarîya dadihgeyên dagirkeran mafê xwe daxwez bike.

Dawîyê da; baz jî, di jîyana xwe da car cara nizm difirrin feqet mirîşk tu car nikarin bilind bifirrin. Şivan Perwer bi deng û hunera xwe li seranserî dinyayê her tim dilê Kurda da bijî û mezinîya xwe bibarêze. Daxwezîya min ew bu ku Şivan Perwer weku Marlên bi serbilindî bîzivirî welatê xwe û Kurdistan serbixwe wî hemez bike. Şivan reya te vekirî be, em her tim te hezbikin, tu mezin û têgîhiştîyî bawerim biryara rast tu xwe bidî. Bîrmeke Xweda, Tu û qirtika te bona zmanê Kurdî afirandine ne bo tiştekî din......

Bîşar Norşîn

14.02.2011

Braderanî Bakur,kerema xwe lê binêrin
http://www.sacitaslan.com/video/sivan-pervere-sok-saldiri_2_7542.html

ttp://www.youtube.com/watch?v=ucEmyGTJ_Ys
http://video.mynet.com/borankaraci/Diyarbakir-1980-5-nolu-cezaevi/37466…

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.