Jİ DAGİRKERAN DEMOKRAT NABE
Ji dagirkeran demokrat nabe. Nav li sere: dagirker. Dadigire, dimije, dişêlîne, dixwe û heta roja davîye dev jê bernade. Talankirina sererd û binerdên welatekî, nemîrovetî, hovitî û xwe serdest dîtin nişetên wan yên karektristîkin. Ew koma ku dadigirin ji xwe jêr û prîmîtiv dibînin. Heqe dewletbune, xwedî parelemend, leşker, polîs û agardarbûnê tenya xwera weku maf dibînin. Dîn jî dixwezin bin kontrola wan da bimîne, dêr, mizgeft û zîyaretgahan weku malê xwe dihesibînin. Pewîste ew bin kontrola wan da bin. Dagirkerên Komara Tirkîya gavektin pêşva çune, wan bi organîzasyonekê ol kirine bin kontrola xwe û hemu melle (ew dibêjin îmam) kirine karmendê deweletê. Tirkîyayê ew organîzasyon “Türkiye Cumhuriyeti Diyanet İşleri Başkanlığı“ (Seroketîya Karê Ol ya Komara Tirkîya) ye, 4 Adar 1924, alîye Sektora Kemalê Selanîkî va hatîye damezrandin. Li vir ji dagirkerên dirokê yên kewnd ferqik wan ya mezin heye. Wan “dest avitîye” Xwuda jî. Yên ku bîr û bawerîya xwe Xweda ra hene mecburin weku wan bifikirin, bi şiklekî din ew ne dînadrin û bîûbawerîya wan ji Xwudara tune. Gor wan Kurdên dîndar mecburin weku wan bifikirin, ber ku ew bê Xwuda û dîn nebin.
Li paş referanduma Tayip Erdoğan û serketina daxwezîyên wan, li Bakurî Kurdistan nava Kurdên meda nexweşîyek belavbu, esasî bêjeya nexweşîyê vê rewşe sivik tîne serê zman, em bêjin çorek belavbu, çoreki sîyasî belavbu, baştir dibe. Xapandina Kurdên me yên dîndar ê dilpak, ez heta niqirekê fehmdikim, tişte ku ez fehmnakim xapandina Kurdên me yên pêşkevtîxwez ku heta çend salan berîpêş daxwezîya Kurdistanekî Serbixwe dikirin û naha jî çareserkirina “problema Kurdan” nava reformên Komara Tirkîya da dibînin. Li vir pevîste her kevirek di cîhê xwe da bête danîn.
1-Kurd prolem nînin, problem dagirker bi xwe ne, me ax û welatê kesekî nedagirandîye, li ser axa me problema rastî dagirkerên Tirk bi xwe ne.
2-Çareserkirina rast û dirust Kurdistanekî serbixweye.
3-Ne du ne jî îro grubek ji nava koma dagirkeran bona ruxandina Dewleta Tirk, derneketîye. Demokratên wan, nijadpereztên wan, “komunîst” û “oldarên” wan her tim bona Dewleta Tirkîya û neperçebuna we bune.
4-Moderntirîn peşkevtîxwezên wan bona hebun û hiştina Komara Tirkîyayêne.
Min tu car dijî pêkanînên pozîtif derneketime. Kîjan kuncî dinyayê dibe bila bibe ez her tim gavên pozîtif diparêzim û pişgirîya wan weku mîrovekî xwe ra vezîfe dibînim. Vê gavê rejîma Tirkîya dixweze hinek reformên pozitif bike, bila rîya wan vekirî be û Xweda alîkarîya wan bike. Ew mala xwe çawa digorin, çawa avadikin, çawa dimalin problema wane. Di van gorînanda bo me tiştek tune. Naha hînek sîyasetmedarên Kurd û ronakbîrên me avê ser dilê xwe da berdidin bona roformên nu enerjîya xwe û ya gelê me bê mane çar û çurç dikin. Nizam Gül ra, nizam Erdoğan ra xeberan rêdikin û dixwezin bibin aqildarên wan. Ma we 1922 vir da her tim aqil da wan, çi gorî? Qurna rabirdî Kurdan ji destên xwe nefilitandin? Îro tu heqê kesekî tune ku vê qurna jî destê me bide filitandin.
Heta Komara Tirkîya ji Kurdistan nayê avitin li ser axa Anatolîyayê demokrat dernakevin. Pewîste Kurdistan ji bin lepên wan derkevî û ew vê rasteyetîye weku rasteyatîya mirinê hedî hedî qebul bikin. Dema rasteyetîya veqetana Kurdistanê hate dîtin, yekhemcar ji bo wan jîyanekî normal destpêdike û ew nava xewn û xeyalan derdikevin.
Di vê katêda lingên dewleta Tirk çêqine û hevketine. Di mabeyna Sektora Kemalê Selanîki û Sektora Sermayeya Antolia pozberî (tezat) mezin bune. Pozberîyên mabeyna wan her roj qîrejîyek wan ya nu derdixîne hole. Qe tu katekî dîrokêda ewqas gemarî û qîrejîyên dewleta Tirk derneketibun serê avê. Ew tiştekî nuye. Pewîste Kurd sakê li ser kretîya wan nexînin û wan ji binê tohmetê dernexînin. Hevketina wan ji Xwedaye, hemu darên ku li ser neheqîyê avabune roj hatîye mirine, ji wan tiştek nemaye, dara faşisten Elman û ya Musolîni bînin bîra xwe, dara Pînoşet û ya Şaxê Îranê bînin bîra xwe, demek kwirt berî pêş dara Sadam Husenê Tirkîtî bînin bîra xwe, ji wan çima, îro çend qes bi rindîyê qala wan dikin. Rojên Komara Tirkîya hemcirîne, xwirt dîyarkirina vê komarê tiştekî relatîfe, bi neheqîye xwirtbun rêva naçê, bi derewen sîyasetmedarên dagirker gelên dinyayê naxapin. Bona hîştin û jîyanberdewama Komara Tirkîya gotin û karên brazîyên dagirkeran jo bo min heta cîhekî tên fehmkirin. Tiştekên ku ji bo min nayên fehmkirin di nava reformên Komara Tirkîyayê da ji bo me derman gerîna pêşkevtîxwezên meye. Way limin....
Li vir carek din dixwezim bi kwirtî bînim serê zman; ji dagirkeran qe tu car demokrat derneketine ew her du nişet bi hevra nikarin jîyan bikin, ji wan yek agire yek barut. Kongrêya dawîyê ya Cemaata Tealî a Kurdistan bînin bîra xwe; dihat gotin ku “Tirk brayên meyî muslimanin, di vê katê da hemu gel li ber wan rabune û dixwezin wan din, di vê tengasîya wan da, li wan dan û li ber wan hatin gor şerefa me Kurdan nîne”. Dura çi bu?? Tartale û komkujîya Kurdan, li Koçgîrî, Amed, Agrî û Dersimê. Ka muslumanî, ka bratî? Îro pewîste her Kurdek pînekê dewleta dagirkerde, qiseyên “şîrîn” yên sîyasetmedarên dagirker ji bo mo jehrin. Bîrmekin yen ku Kurdistanek serbixwe naxwezin ji me nînin. Li dagirkeran dayîn, ne Tirkan û gelên Anatolîa yê din dayîne, ew du tiştên cudane, Kurdistana serbixwe rîya rizgarbuna wan jî veke û wan ji nava belengazî û neçarîyê derxîne.
Ji ber vê dibejim metirsîn pînek jî hun lêdin.......
Bişar Norşîn
12.10.2010