بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir on 3 January 2012


Heta nuha min Tirk, Ereb, Asûrî, Ermenî, Alman û Swêdîyên ku bi Kurdî fêr bûbûn, dîtibûn, lê yeka Japonî, min nedîtibû. Lê tesadufên dunyayê pirr in, gava dem tê, meriv dibêje "hella hella, ev jî hebû ha!"Li buroya Armancê gava ez rastî Akîkoya Japonî hatim (25.11.92) û bi kurdî silav li min vegerand ez şaş mam, min di dilê xwe da got "hella hella Japon û Kurdî!?".

Akîko ji Şamê dihat, rêwiya Tokyoyê bû. Ji bo dîtina me, riya xwe bi Stockholmê xistibû. Û nuha jî li buroya Armancê mîvana me bû. Piştî sohbeteke kin min jê daxwaza hevpeyvînekê, rûniştinekê kir. Akîko keçikeke pirr mutewazî ye, dibêje "ez ne tiştekim ku hûn bi min re hevpeyvînekê bikin. Lê ez israr dikim. Li ser vê, ciwanikê daxwaza min bi kêfxweşî qebûl dike û êvarekê dibe mîvana min.

Akîko ji gelek alî ve keçeke entresant e. Ew piştî tesadufekê biryara fêrbûna Erebî dide û fêr dibe. Lê di dema xwendinê de têkilîya wê bi Kurdan re çêdibe, îcar biryarê dide ku Kurdî jî fêr bibe û fêr dibe jî. Ji bo fêrbûnê diçe Parîsê û Şamê dersa Kurdî digre. Bi wê jî qîma xwe nayne, ji bo ku di nav millet de piraktîkê bike, diçe Diyarbekirê, li malên Kurdan dimîne, Kurdiya xwe bi pêş dixe. Û piştî xebateke, deh mehan tê nuxta ku kanibe bi hêsanî bersiva hemû pirsên min bide. Ez jê re dibêjim:

-Te ji tarîx û zimanê Erebî destpêkiriye. Tu, li Sûriyê mayî, te li wir ziman xwendiye. Û îşev jî tu li mala Kurdekî, di nav kurdan de rûniştiye, bi Kurdî dipeyive. Çawa bû tu hat vê nuxtê? Ev întrese, ev tesaduf çawa çêbû?.

Li hember vê pirsa min dimizice. Dibêje:

-Çîrok pirr dirêj e. min zimanê Erebî salekê xwend, piştî salekê ez çûm mektebê, qismê tarîxê. Di vî beşî de ji Qamişloyê xwendevan pir bûn, hemû Kurd bûn. Muamela wan bi min re pirr baş bû. Ez çûm malên wan, min urf û adetên wan ji nêz ve dîtin. Min dilê wan nas kir.

Gava meriv li Akîko guhdarî dike, meriv dibîne ku bi rastî jî çîroka wê ya fêrbûna Kurdî dirêj e. Di dema şerê Xelîcê de ew çûye Hesiçê, Qamişloyê, bi rojan di nav millet de maye, tirs û heyecana ku wê Seddam êrîşê Kurdistana Sûriyê jî bike, bi çavên serê xwe diye. Xwestiye di dema şer de muşaheda pisîkolojiya millet bike. Dibêje:

-Millet nîv bi tirs û nîv bi hêvî bû. Digotin piştî şer belkî Seddam here û Kurdistan çê bibe.
Li gor wê her kurdekî Kurdistana Sûriyê dixwest bi hawakî, alîkariya Kurdên Îraqê bike.
-Hetta hin hevalên min ên xwendevan dixwestin herin şer. Wilo min û wan, me yek tişt hîs dikir. Yanî min jî eynî wek wan şuûrek derbas kir. Ew êşa di dilê wan de neqlî cem min jî bû. Piştî vê dan û standinê min xwest ez mesela Kurd bêtir nas bikim. Û ji bo vê jî Kurmancî lazim e.

Û tiştê lazim kiriye, çûye li Kurdistana Sûriyê û li Kurdistana Turkiyê bi mehan di nav millet da maye. Bi Kurdî peyivîye, guhdarî kiriye. Bala xwe daye ku ev jî têr nake, îcar lêxistiye çûye Parîsê, Enstîtûya Kurdî, li wir ji Kurdekî Sûriyê dersa Kurdî girtiye.

-Par ez vegeriyam Japonyayê. Min proja xwe çêkir. Min dixwest ez kurmancî fêr bibim. Lê çawa? Hat bîra min li Parîsê Enstîtûya Kurdî heye. Min got ezê biçim ba wan. Û ez çûm Parîsê, Enstîtûya Kurdî. Min dixwest ez mamostayekî bi Îngilîzî-Kurdî ya jî Kurdî-Erebî zanibe bibînim. Mamostekî ji kurdên Îranê ji min re got: "yek ji Sûriyê heye", kêfa min hat. Ew, kurdekî ji Qamişloyê bû. Kurmancî baş zanibû. Ez çendekî mam. Di vê demê de ji sibê heta êvarê ez wer li ba wî bûm. Min pirr feyde jê girt.
Ji ber rewşa aborî nikanibûye pirr bimîne. Vedigere Şamê. Piştî xwendina Parîsê biryarê dide ku di nav milet de bimîne. Li Şamê piştî mehekê du mehan dostekî; Dilawerê Zengî nas dike. Sê mehan jî li ba Dilawer giramêra Kurdî dixwîne. Lê ji tempoya fêrbûna xwe ne razî ye. Dibêje:
-Piraktîk tunebû ez her bi Erebî dipeyivîm. Ez pirr aciz bûm. Min biryar da ez herim Tirkiyê. Çimkî li wir kes bi Erebî nizane. Û ez çûm.

Çaxa Akîko bi telefuzeke Japonî hêdî hêdî van tiştan ji min re dibêje, li ser navê wan kesên ku "gotinên pirr mezin"dikin, lê bi zimanê xwe napeyivin yan jî hewl nadin ku fêr bibin, ez fedî dikim, li ber xwe dikevim.
Belê, Akîko care gotiye "ezê fêr bibim"û wê fêr bibe jî. Ew di havîna 1992an de dihere Kurdistanê. Li Diyarbekirê li dor mehekê li mala kurdperwerekî dimîne. (Ez navê xwediyê malê jê dipirsim, nabêje). Di vê demê de xwe bi pêş dixe.

Ez entresa wê ya li hember tarîx û zimanê Erebî jî meraq dikim. Dibêjim çima Erebî, çima tarîxa Ereba?
-Çîroka vê jî berî deh salan dest pê dike. Li Tokyoyê, li Unîversîtê di sinifa yekê da bûm. Maddeyek li ser tarîxa Îslamê hebû. Di sinifê de xwendevanekî Suûdî hebû. Ji dêlî mamoste ve, wî sûreke Quranê pêşkêşî me kir. Ev cara ewil bû ku min ayetek ji Quranê dibihîst; bi zimanê Erebî. Dengê wî pirr xweş bû. Dengê wî li ser dilê min tesîreke mezin hîşt. Tiştekî pirr sipehî bû. Piştî salekê ez çûm qismê tarîxê, min dest bi xwendina tarîxa Ereba kir. Piştî ku min xwendina xwe qedand, min xwest ez derkevim derve; ya Misirê, ya Urdinê ya Tunisê ya jî Sûriyê. Ez çûm Suriyê.

Diçe Şamê. Li wir salekê Erebî dixwîne, Erebiya wê pirr baş dibe. Ew bi rûyekî kenok dibêje:
-Ewilî meyla min li ser Erebî bû. Lê piştî ku danûstandina min bi Kurdan re zêde bû, ew meyla min bi alî Kurdan ve guherî.

Min jê pirsî; Tu mehekê li Kurdistana Tirkiyê mayî. Di vê demê da tiştê herî bala te kişand, ku tu yê zû bi zû ji bîr nekî çiye?.

Bi yek gotinê bersiva min dide:-Tirs.
Ez mereq dikim. Loma jî dibêjim, ji çi?
-ji dewletê û ji îthamên hin kesan. Ez mêvana yekî bûm. Ew jî dostê hêzekê bû. Dilnexwazeke dikanîbû bigota "eva ecnebî li vir çi digere, gelo îşek tê heye?"
Piştî vê ez dipirsim: Baş e, tiştê herî xweş ku wê ji bîra te neçe çi ye?
Akîko li hember vê pirsa min jî pir nafikire; dibêje:
-Meziniya dilê gelê Kurd. Ez mîvaneka bê wext bûm, bes wan got:"ehlen û we sehlen"Ez qebûl kirim.
Akîko dixwaze bi gotinên hêsa tiştekî li ser Kurdan binivîse ku gelê Japon kanibe jê fahm bike, li ser Rojhelata Navîn hinekî îhtîmamê çêbike.
Akîko dikane bi du elîfbeyan jî (Latînî-Erebî) kurdî binivîse û bixwîne. Lê li gor wê Latînî hêsantir e.
Dîtinên Akîko li ser jinên kurd jî hene.

-Jinên Kurd xurt in, bes li ser yên Kurdistana Sûriyê tesîra Ereban û Îslamyetê bêtir heye. Pir di hundir de mane. Lê, mesela ez çûm Stenbolê, min dît ku gelek jinên Kurd ji bo Kurdan dixebitin. Lê li Şamê kêm in.
Lê Akîko alîyekî Kurdên Suriyê yê baş dîtiye, ku ji min re pesnê wan dide. Dibêje li gor ehlê Diyarbekirê bêtir bi Kurdî dipeyivin. Li Diyarbekir zarok bi Kurdî nizanin.
-----------------------------------------
Jêder: Rojnama Armanc. Hejmar:136. Sibat-1993. Rû:9.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.