بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Peyamner PNA – Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serê şandeyekê, serdana polîtburoya Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê kir. Di nava evê şandeyê de ya ku doh bi evê serdanê rabû, sekreterê PB ya PDK Fadil Mîranî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û çend berpirsên din hebûn û sekreterê Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê pêşwazîya wan kir. Di evê dîdarê de behsa ewê bûyera pêr bi şevê hat kirin, ku tê de teqe li avayîya polîtburoya Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê hat kirin, piştî ku encamên destpêkê yên hilbijartinên herêma kurdistanê hatin ragihandin. Di evê dîdarê de serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxwaza lêborînê ji Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê kir û tekez kir, ku ew dê ewan kesan siza bidin, ewên ku bi evan karên neqanûnî rabûne û bi ser baregehan de girtine.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.