Ez nizanim ka ev gotinên pêşiyan dê bi kêrî karên DIYAR bên yan na, lê ez ligelim ev bawerî her zindî bimine û bête bilavkirin. Pêşiyên gelê Kurd gotênin zor bi regên filozofî, rêzanî, civakî û honerî bikar anîne. Heta bi rengên din yên diwarên civakêde dinava miletê mede bi kartinin.
- Jin bêmêr hardibin, Mêr bêjin Jar dibin.
-Mal bi jinan avadibin
-Çavên li deriyan, xwelî li seriyan.
-Rasto diristu, xwar û ştesto
-Naxwit guştî, dixwit ava ber guştî
-Kesê ne li govendê, nizanit reqasê
-Siwarên xelkê her peyane
-Go,t cotyaru ew çiye diçîni, got dema şînbû tê bibînî
-Heçî ne li malkê, nizanit hewalkê
-Dibêjim nêre, dibêjî bidoşe
-Aşê çûyî, dimînî bi tek-tekokê ve
Çavên li deriyan xwelî li seriyan
- Çiyan bi çiyan nakevin lê rû bi rûyan dikevin.
-Ne feke rengê tutinê, nejî rengê Zelaman
-Got Babê te siwaran kuşt yanjî peyan, got kuştin siwar, yanjî peya.
- Rûviyê gerayî ji şêrê nivistî çêtire
- Dîwaro bo te dibêjim, Mukê tu guh darbike
- Rûvî têre, Tirî Tirşe.
- Lingên xwe bi gorî nivîna xwe dirêj bike
- Şal şîne Gu di malêde nîne
- Serê ne êşe pêwîstî girêdanê nake
-Hêlîna Teyrê Kore Xwidê çêdike
Seriketin û silav û rêz
Îsmaîl Girikî
GUTNÊN PÊŞIYÊN KURDA