Ew jî Kurd in û Kurdistanî ne jî...
Derdê me bi sîyaseta wan an jî sîyaseta bêsîyastbûna wan re ye, birayê Nanxwer.
Ji xwe Apocîyên hişk jî wanî dixwazin, ango dixwazin ku sempatîzanên wan û Kurdên din ên welatparêz, bi taybetî jî rewşenbîr û xwendayên ku derece bi derece bi dek û dolabên serokatîya wan dizanin, ji hev îzole bibin, têkilîyên wan qet tunebin.
Bi wî awayî bingehê çêtir manîpule dikin. Divê em rê nedin wê.
Bingeha PKK, DTP xwişk û birayên me yên Kurd in.
Em li dijî sîyaseta wan in, rêya ku ketinê, mexlûqatê ku kirine serokê axir zeman, ne rast e. Ne ji wê be, çima em bi wan re nikanibin xebata sîyasî ya netewî bikin?
Ez dibêjim em nekevin wê dahfik û feqê; xwe û xwişk û birayên xwe yên welatparêz ku di nav refên PKK, DTP de ne ji hev îzole nekin. Serokatîya wan jî vê dixwaze, lê divê em nexwazin, em her tim hewl bidin ku nêzîkî hev bin, ne dûr.
Lê belê helbet bi pîvanên medenî, kesên ku heqaret, neheqîyê bikin, divê reaksîyonekê jî bibînin.
Ji bilî wê, divê em xwe û wan teşwîk bikin ku bêtir nêzîkî hev bin, ne dûrî hev. Em hemû mensûbê miletekî, netewekê ne û ev doz a me giştan e; ne milkê kesekî ye.
Rêz û silab
Mancel
Ew jî Kurd in û Kurdistanî ne jî...